Amûdê pêximberan nakuje….!
Dîrok: ÇáÎãíÓ 08 ÃÛÓØÓ 2013
Mijar: Nûçe



Qadir Egîd

Amûdê  birîndara du çerxan….!
Amûdê pêximberan nakuje….!
Dema ku balefirên Firensiyan di sala 1937an de Amûdê bumbebaran kirin, xelkên wê,  ji bajar derktin ber bi çolan, bêlan, û mêrdînê de baz dan, sînor derbas kirin. lê dema ku  ew komkujî  bidawî bû, şewat nema, agir vemirî, talankirin bi serî bû, careke dî Kurd, Ereb û Xiristiyanên wê rahiştin hezkirina xwe ji hev re û weke alayekî spî di riwê dagîrkeran hildan, bi hêzeke xurtir,coşeke mezintir, û evînek e bêhempa destê hev girtin daketin kolanên Amûda şewitî.


Di roja şemiyê de ji heyva TISHRINA2, ji sala 1961ê de, dema ku agir girt ekranê sînemê û laşê zarokan, xelkên bajêr bi Kurd, Ereb û xiristiyanên xwe, bi hêsrên  yekîtiya xwe û barana ku wê şevê riwên pakîzên Amûdê şil kir, agirê sînemeyê xwestin vemirînin. Şehîdên xwe ji nav tirafê anîn der, li erebeyan kirin û li hewşa camiya mezin zarokên hersê netewan li rex hev raxistin. Dengê zengilan ji kinîştan û Ellahû Ekber ji mizgeftan bêdengiya şeva Amûdê ta melê azanê diqetand û digot: şîn e, şîn e, li Amûdê  şîn e. Roja dî Amûdê tev de, ta çivîk û darên xwe, çîçek û gulên xwe, rê ji camiya mezin ta mezelê mezin  bi rengê reş xemilandin, şehîdên xwe li ser mil û dilan bilind kirin, û di bin axa amûdê ew wenda kirin. Di heman êşê de riya Qamişlokê birîndarên Amûdê hembêz dikir, xwe li hev dipêça ta ku wan zû bi zû li nexweşxaneya xwe bi cî bike. Qet riya Qamişlo ne wisa çavteng bû…!
Bavê Mihemed ji nîvê rê ve venegeriya dema jê re gotin kurê te Fehed çûye malê,  silamet e. belê li wan vegerand: Hemû zarokên Amûdê kurên min in; Fehed in…!
Gello çend bavê Mihemed îroj ji Amûdê re gerek in ta ku wê hişyar bikin, jê re bibêjin: Ev ne riya te ye, hûn hemû Fehed in, hûn bira ne…!
Beriya salekê qederê  hişt Azad zavayê nû destê bûka yeksalî û keça wê, bi wan re sîh û şeş kes ji Amûdê, di şeveke tarî de,  xwe li  sînor bixin û derbas bibin, herin dîdara derya bêbext. Xelkê vî bajarî ne dilxirab in, lewre tu car nediramiyan ku derya wan bixapîne. Ew li ezman, rokê,  cîran, sînor, derya û her kesî  ewle ne. Lê dibe ku derya reş birçî bûbû
 gumguma dilê evîndaran nedibihîst,  kenê li ser lêvên zarokan nedidît, derya ye…Bê bebxt e ….! Careke dî ew velû kirin, di sindoqan de sînor li ber wan vekirî bû..!?  
Xelkê Amûdê, careke dî, bêdengiya şevê bi hawara xoşk û dayikan çirandin, li her kolanê hev du hembêz kirin, hêsrên çavan tev lihev bûn, bi yek destî û bi gul û çîçekan gornên şehîdên xwe xemilandin, ava dilan bi nermî li ser xaka wan de dakirin.
Sînoro… Sînoro….! Gello ji kengî ve sînor di navbera Amûdê û Qamişlo de çêbûne? Amûdê ji sînoran hez nake, herweha Qamişlo  jî, qiçqiça kezeba wê bû ku birîndarên te wek roja Sinemeyê hembêz bike, derman bike, û li ber serê wan mîna dayikek ku lawê wê ji xerîbiyê hatibe rune. Te çima ew neşandin, çawa te bi xwe dikarîbû, û xwîna Nadir û Berzan li kolanên te mîna nêçîrek birîndar ku li ser berfê baz dida… diherikî… dilê te ewqas hişk e Amûdêêê….!?
Amûdê pêxemberan nakuje, û Îsa pêxember bû, sînorên te ji ber gurên dev bi xwîn diparast, çawa te ew careke dî xaç kir…!? Amûd bang bike; ne min ew kuştiye, ez pêxemberan nakujim, nakujim, nakujim, kuştin ne ji sincên min e…!
Amûdê ji Nadir hez dikir, her dem şîret lê dikirin; bixwîn kurê min, pêşeroj ji te re ye.
Amûdê gelek hêvî li ser Se`id girêdabûn, bi şev û roj li benda wî bû, xwendina wî dişopand, hevalên wî yek bi yek nas dikirin, ew kêmî tiştekî nedihişt, destê xwe her dem li pişta wî dida, digot: Se`idê min, şoreş ber bi dawî de diçe, bav û kalên te min azad nedîtin, lê bi soz tê min bibînî…!
Amûdê xwe di nav  bajaran de paye dikir û digot: Aras nobedariya min dike, ez pir pê serbilind im. Vaye zarokên min bûne zila û min diparêzin, çavekî wan li xwendina wan e û yek li min e.
 Amûdê Berzan bi şîr û şekir xwedî kir, ji bo roja giran hiştibû, ew fêrî gelek huneran kiribû, bilî hunera birakujiyê. Berzan di xurîna mirinê de bang kir: Dayê te ji min re digot fêrî hunera kuştinê nebe, vaye birayê min, min dikuje. Bê ku Amûdê li çavên Berzan binere, li stêrka Berzan ya ku wê şevê hate xwar nerî  û got: Dawî poşmanî ye kurê min….!
Amûdê çi bi serê şêxo kir, şêxo temenê xwe li ber lingê te raxistibû, her roj ji te re digot: Di xizmeta te de temen bûrî, lê mizgînî li te, zarokên min ji te re qurban in. te derb ji piştê de li şêxo da, te ew kir qurbaniya birakujiyê, û zarokên wî bûn sêwiyên birakujiyê…!
Amûd… mezin tu car şaş nabin, û tu mezin î. Şaşiya mezinan bi hezarî ye…
Amûd… perda ser çavên xwe biqetîne, rastî diyar e, nas bike, bi destê wê bigre…
Amûd … li xwe, dîroka xwe, û nasnameya xwe veger..
Amûd… navnîşana te (Amûda çavreşa ye), neguhere, neke (Amûda çav soran).
Amûd… di toşê, agir û avê de de, Kurd, Ereb û xiristiyanên te yek dest bûn.
Amûd … îro di şoreşa rûmetê de, te kurdê xwe perçe kirine.
Amûdê….êdî bes e…. bese birakujî ….bese xwekujî  

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3368