Bîranîna Zanyarê kurd ê mezin, mamosteyê min Şakiro yê Xudo î Mihoyî
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 İÈÑÇíÑ 2007
Mijar: gotar



dr. Ibrahîm ê Mehmûd

Stûneke stûr (qalind) û bilind a avahiya Kurdzaniyê hate xwar!
   Bêgoman nûçeya koçberiya ji nişka ve, a zaniyar ê kurd ê mezin, profêsor, Akadêmîk (endamê akadêmiya zanistî a Ermrnistanê û Rûssya yê) Şakiroyê Xudo ji nav me ber bi dilovaniya xwe ve, şên û naxweşî xiste dilê milyonan de, û bi hezaran heval, hogir û şagirtên wî jî matmayî û di sergêjekê de man!!


 yek ji wana jî ezim, ên ku di baweriya min de bi dehan pirs di mêjiyê wan de di geriyan: Gelo ev nûçe raste an jî derewe? Ma dibe ku Şakiroyê bi qilafetê (bi bejna) xwe ve piçûk, lê bi qedir û ma’rîfeta xwe ve, bi zarxweşî û devlikeniya xwe ve, bi mervanî û Kurdperweriya xwe ve, bi nefispiçûkî û mirovantiya xwe ve, bi zanebûn û ronakbîriya xwe ve pir bilind, wise zû û sipîsax ji nav me bar bike???
  Ma gelo li vê dûriyê mirov dikare çi bike? Û her weha bi dehan pirsên bê bersiv! Lê mixabin bersiva herî sereke û nexweş ewe, ku bi rastî mamoste Şakiro ji nav me barkir.. Çiqas ta’l û dilêş be jî, êdî nema em sehbeta wî a xweş, rûyê wî ê geş, lêvên wî yên li ken, şîretên wî yên bi nirx, dûrbîna wî a pêşerojê dibênin û di bihêsin…Ez bê tirs û bi dengekî bilind dikarim bêjim, ku wî mîratekî zanistî û dîrokî pir dewlemend û bi nirx ji bo miletê xwe bi cî hiştiye; navekî mezin, qedrekî bilind û bi hezaran bîranînên xweş li şûn xwe hiştine, Loma jî ewê hertim di dil û hişê xizim, heval, dost û miletê xwe de bijî…Beramberî bûyereke wise bi êş û şewat de û di derheqa mirovekî weha qedirbilind de, pir çetine ku mirov bikaribe hemû tiştên di dil û hiş de bênê ser ziman û kaxezan, lê tevî wê jî ezê hewil bidim pir bi kûrtî be jî, şêweyê naskirina min û Mamoste Şakiro ji xwendevanên kurd re bênim ser kaxezê…
Weke her xwendevanekî kurd ê gênc (xort), xemxur û hezkiriyê çand, dîrok û doza gelê xwe, ez jî bi hesret bûm, ku rojekî ji rojan herim nav kurdên Yekîtiya Soviyêt (Y.S.) a berê û gelek kesayetiyên kurd ên navdar binasim…
  Sala 1982 an, di çarçoveya xwendina xwe a praktîk de li zanîngeha Mosko yê, kolêja Rojnamegeriyê, beşê Radiyo û Televizyonê (R&TV), min weke mirovekî bê paytext û welatekî azad ( Her xwendevanekî biyanî mafê wî hebû salê du heyvan beşê praktîk li R& TV welatê xwe derbas bike) ji xwe re paytexta Ermenistan ê, Yêrîvan, motka wêje, ziman û rojnamegeriya kurdî a azad, cî û „meskenê“ kurdên Qafqaz ê helbijart…Demsal havîn bû, li gorî şert û mercên xwendinê, karê min li R&TV Yerîvanê bû, di nav de jî beşê kurdî; min gelek rewşenbîr, rojnamevan,kurdperwer û navdarên kurdan naskirin, bûme mêvanê wan, ew mêvandariya ku mirov qet jê têr nebibû... Birastî pir çetine (zehmete) mirov mazûlvanî û qedirzanîna wan ji miletê xwe re, bi gotinan pesend bikê!! Di vî warî de bi sedan bûyer û serpêhatiyên xweş, ku qet nayên jibîr kirin ê hene… Da ku ez ji babeta xwe bi dûr nekevim, yek ji ciyê ku min dixwest ez binasim beşê dîrok û kurdzaniyê bû… Berî ku ez herim min hin tişt di derheqa wî beşî, serok û xebatkarên wê de komkiribûn û bihîstibûn…
  Bi alîkariya dostekî em çûne wî beşê, bi rêve wî dostî ji min pirsî: ma ti Şakiro yê Xudo dinasî? Na. Min got…Peyîî (ev gotin kurdên Qafqazê weke nîşana ecêbmayînê nîşan didin!) ew lawikekî meyî z`aff jêhatî û li ser xwe ye, ewledekî (kurekî, xortekî) C`imeta (miletê) meyî lape mezin e (herî mezin).. Ew tarîxzanekî e`yan e (xwiyayî ye) û qedrê miletê xwe nasdikê, hezkiriyê kurd û Kurdistan ê ye...! Bi gotin û berdewamiya pesindana dostê xwe re em ketin avahiya Instîtûta Rojhelatnasiyê a Ermenistanê, me berê xwe da beşê kurdzaniyê otaxa (kurdên me yên Y.S. ji odê re dibêjin) serokê beş…Tu kes ji xebatkaran li wir ne bûn, tenê sekretêr ê beş rûniştî bû; piştî silav û bi xêrhatin ê, wî got bi bexşin (bi buhrin) Şakiro Xudoyevîç (li gorî qeydên rûsî  mirovên mezin bi navê xwe û ê bavê dihatin bi navkirin ê) di civîna giştî a serokatiya Akadêmiyê de ye, ewê z`aff dom bikê…!
  Mixabin ji ber karê min li R&TV û çûn û hatina gundên kurdan, min ev serdana xwe xistibû roja dawî de, loma min û dostê xwe bi lav lav û kotekî sekretêr razî kiriye, da ku bi gêmasî here jê re bêjê, wekî wa kurdekî dereke (biyanî) li hêviya te ye û dema wî li Rewanê (Yêrîvan) kêm maye, heger îmkan hebê dixwaze te bibênê …! Piştî qasek ê (kêliyek ê) Mamoste Şakiro hate bîroya xwe û bi ma`dekî (bîçimekî, rû yekî) sar, wek ku hezar pirs di mêjiyê wî de di çûn û di hatin, bi xêrhatina me kir û yekser bi nîv henekî, rexne girt û go:
`` .. Bavo win kurdên dereke, ne me ji vî halî xelas dikin, û ne jî me bi rehetî dihêlin…``. Dema wise got, weke ti cêrekî ava sar bi serê min de dakê; bi rastî min xwest erd bi qelişê û ez tê de winda bibim…Ez têgihîştim, ku min gunehekî mezin kiriye, heme, hema û bi dengekî nizim di berxwede min got: Mamoste tê qisûra min gelekî efû bikê, welahî ev du heftîn e ez li virim, ha îro ha sibê min dixwest ez bême ba we, lê ti dizanê, ji vê malê here wê malê û ji vî gundê here wî gundî…Hîn gotina min di devê min de; min dî rûyê wî geş bû, gotin ji devê min revand û pirsî: Ti çûyî Alagez ê jî û ti çû filan û bêvan gundî?? Min her serê xwe di hejand…Ma te lawik gişk naskirin? Min got erê. Min dî keniya û ew mirov ê berî kêliyekê bû yekî din; dev li ken, xwînşêrîn, nefispiçûk û zane…Ji nişkave kenî û bi rûgeşî got: kuro weleh tu ecêvî (ecêbî), ti li nav Cime`tê gişkî geriyayî teze ez ketime bîra te…!
 Dema min ev yek dît, min jî hêdî hêdî ciyê xwe xweş kir û ez hinekî bi ser xwe ve hatim û qederê 15-20 deqîqan min tenê bersiva pirsên wî da…Gelkî kêyfa xwe ji min re anî û got ez za`ff şa me (şadim, dilxeşim) wekî cihêlêd (gênc) wekî we têne vî welatî dixênin; pispor û şareza gerekî miletê me ne; êd welathiz û miletperwer, nek ê xizmetkarê dijmin…Birê min - gotina xwe domand - ti min bi bexşîne, ez gerekî vegerime civînê (di ber xwe de kire mine, min û çend xeber jî gotin; ji gotinên wî hate xwiyan ku daxwazên wî di civînê de, ne hatine qebûlkirin ê, êdî bi hûrgilî çibûn, ez nizanim, lê xwya bû li ser dîroka kurdan bû, wê gavê ez têgihêştim çima bi sarî bi xêrhatina min kir?!  I.M.) ka emê çi bi hev bikin…Zû zû were, bera e`leqedariya (pêwendiyên) me hebe..Oxir be ji te re û silava li lawikan gişka bike…
  Min jî careke din qisûra xwe jê xwest, û her wise xatirê xwe jî… Bawer bikin te di got qeyî ev deh salin , ku em hev û du dinasin…
 Sala piştre, careke din min ciyê xebata xwe a praktîk Yerîvan û Radiyo a kurdî helbjart û min ji nêzîk ve Mamoste Şakiro û xebata wan naskir… ji min re eşkira bû, ku ew ne tenê ronakbîrekî mezin e, belê her wise miletperwer û mirovhezekî nefispiçûkî civat xweşe jî…
 Min pilanê karê dipolma xwe a zanko : `` Filîmekî dekûmêntal li ser jiyan û xebatên kurdên Ermenistan ê `` jê re got. Ew gelkî kêfxweş bû û piştgiriya min kir…Di sala 1984 an de min dest bi kişandina Filîmê xwe li gelek cihan kir û di nav wan de jî beşê Kurdzaniyê, ku wê çaxê ew serokê wê bû. Bi rastî bexteweriyeke mezin bû ji min re, dema wî got: ``..Eva cara yekeme, ku kurdekî dereke bi kamêra sînemê beşê me dide nasîn û hevpeyvînê bi min re çê dike..``.
  Ji wê çaxê de dan û standina me berdewam bû, ew ji min re bû weke Mamostekî û çavkaniya şêwirdanê, loma jî min çar sala şûnde, ew yek ji du Profêsoran, weke rexnegirê nama xwe a dektora `` Tevgera kurd di filîmên dekûmêntal de û Yelmaz Gûney `` destnîşankir û wî jî bi dilgermî qebûl kir û alîkariya xwe bi hemû rengî diyar kir… Di payîza sala 1989 an de, roja parastina Nama min, Mamoste ji Yerîvan ê hatibû û li pêşiya Komîsyona Zanîngeha Mosko a nirxandina xebata min, wî jî rexne û pesindana xwe li ser karê min xwend…
 Herçiqas kurtiya vê gotarê ne ciyê nivisandina hemû xeysetên Mamoste Şakiro ye jî; lê ez weke erk ji xwe re dibênim, ku mêrxasiya vî kurdperwerî di bûyrek ê de ji bûyerên wê rojê eşkira bikim!
   Dema dengdana Komîsyona nirxandina Nama min; li vir pêwiste ez bidim nasîn, ku Komîsyon ji 15 zaniyar û akadêmîkerên Zanîngeha Mosko pêk hatibû; yek ji wan, bi navê A.A.Ibragîmof, Profêsorê kolêja me bû, ew bi netewa xwe Azerî bû… Ji her 15 eh Endaman, ew tenê û bi xwirtî dijî xebata min derket... Ewî têzek (encamek) ji têzên Nama min `` ..min nivisandibû, ku di demeke nêzîk de, wê televizyonên kurdî jî bêne avakirinê û wê sîneme û rojnamegeriya kurdî bikevê astekî berz û nû de…`` kire behane (biyanu, hincet) û got: ``.. Ev Name, nameyeke siyasî neteweyî ye, ew zêdetir xeyalên nivîskarin…`` . Hîn gotina xwe bi dawî ne anî bû, ji nişkave û bi hêrs mamoste Şakiro (bi amadebûna zêdetir ji 50î xwendevan û Mamostên kurd û biyanî) destê xwe hilda, îzna axavtinê xwest û wise got: ``.. Ev tiştê, ku kolegê min (hevpîşe yê min) dibêje; tiştekî xelet û kelevacî ye.. Vî xwendevanî ne ji xeyala xwe aniyê, duniya wise zû bi pêşve diçe, û rewşa miletan wise zû tê guhertin ê, wekî wê di demeke nêzîk de ne tenê televizyona kurdî çê bi be, lê belê wê dewleta wî jî bê avakirinê, ev tiştekî dîrokî ye…Ez dikarim bi pirsim: çima wê televizyonên miletêd main hebin? Lê çire wê mafê kurdan tune be, ku televizyona wî bê avakirin ê…``.
  Bê pesindan, ew wê kêliyê di çavên beşdaran de, nexasime yên kurd de, bû qehremanekî milî û hema ji nişkave û bê pîlan, hemiyan bi hev re jê re li çepikan xistin…
Piştî wê û di êvarîna pîrozkirina serketinê de, li xwaringehê, ku nêzîkî 50 kesî hazir bûn, Mamoste Şakiro, weke li her cihê ku lê bû ya, dîsan bû bi rêvebir û xweşkerê civatê…Serê gotina wî – binê gotina wî dîroka kurdan bû, azadiya gelê kurd bû, geşbîniya (tevî keseran jî) pêşeroja me bû…
  Bi vî hawî (wise) ez jî bûme yek ji hezaran, şagirt û dostê wî zaniyar ê çelemg û jêhatî, rû li ken û qiseşêrîn…
 Êdî felek ê weha kir, ku ez di Elemaniya de derketim, lê têkilyên me berdewam man.. Min jî, weke gelek kes û dezgehan du caran: sala 1993 yan û 1998 an bi taybetî ji bo 100 saliya Rojnamegeriya kurdî ( wê çaxê, ez berpirsyar ê Kombenda KAWA, bo çanda kurdî bûm. Li elemaniya ) vexwendî Elemaniya kir, ew her du caran jî bi dilxweşî û bê şert û şirûtan, hazir bû û gelek rojên serketî û xweş, qet nayên ji bîr kirin ê, me bi hev re derbas kirin, êdî ew dibe babetekî din…Min gelek hevpeyvîn pê re çê kirine, hin ji wana di wextê xwe de hatine belavkirin ê, lê hin jî mane, ji ber wê ezê hewil bidim di pêş de wan jî bidme sre hev û bidme nasîn ê; bi dîtina min ev erkê her dostekî wî ye. Loma jî, baştirîn bîranîna Mamosta Şakiro ewe, ku her dilsozekî kurdayetiyê, her  xemxwirekî dîroka miletê xwe û pêşeroja wî, li mîrata Akadêmîkvan, Profêsor Şakiro yê Xudo, a dewlemend xwedî derkeve, bide serhev û bide nasandinê!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=336