Bêgunehên Amûdê û inqîlaba leşkerî ya PYD
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 íæáíæ 2013
Mijar: Nûçe



Hîm Mele Ehmedm

Piştî ku şeş roj bi ser kuştara Amûdê re ҫûn ji nû PYD li xwe mukur hat ku kesên medenî li Amûdê bi destê YPG hatin kuştin.  Di belavoka PYD de, ya wekû bersiv li ser ragehandina wezareta derve ya WYE derket, rêberiya PYD dinvîse ku ҫar kesên ҫekdar û du kesên medenî ji aliyê YPG ve hatine kuştin. Weke ku kaxezek be di bazara danûstandinên siyasî de, PYD qedrê xwîna zarokên Amûdê û hejmara şehîdan, li gor xurtiya xwe li ser maseyên axavtinan, kêm yan zêde dike. Di hemû ragehandin û belavokan de digotin ku tevaya xwenîşanderan ҫekdar bûn û tenê şehîdekî YPG ketiyê, wisa ta roja şeşan hemû şehîdên Amûdê mîna sixûr û kesên ҫekdar dihatin danasîn.


Rastî dizanî yan diveşart?
Amûdê ji  roja kuştarê ve di bin destê PYD/YPG de ye, tenê rojnamevan û berpirsên wan dikarin li Amûdê bigerin. Bi sedan ҫalakvanên komên ciwanan û endamên partiyan ji wê roja reş ve veşartî ne, ne tenê ji ber YPG ta îro jî êrîşên binҫavkirinê berdewam dike, lê herweha ji ber serokê PYD Salih Mislim hevkariya bi van koman re (wî hevrêza Amûdê binav kir) mîna xayintiyek mezin da nasîn. Endamên YPG jî bi destê xwe termê hemû şehîdên Amûdê bi darê zorê ji hembêza dê û bavan derxist û binaxkir. Ango PYD xweş dizane bê kî ҫawa û bi ҫend fîşekan hatiye kuştin, PYD xweş dizane ҫend zarok, pîr û kesên bê guneh wê rojê hatin kuştin. Ev zanebûna, herî dereng, sibeha 28ê hizêranê kete destê PYD de gava termên pîroz ji aliyê kujeran wan ve hatin binaxkirin.
Lê ka em vê rastiyê hinekî jibîr bikin, û weke ku alavên ragehandina PYD (di serî de karmendên RonahîTV) dixwazin bînerê kurd ehmeq bibînin, ka em jî xwe daxin vê radeya nizim û bêjin başe me gotinên we bawerkirin, birastî tenê du kesên medenî hatine kuştin. Ma gelo hebûna du kesên sivîl ti hestên mirovantî, em nabêjin hestên kurdperweriyê, li cem endam û rêberên PYD nehejandin?  Gelo ji ber ҫi PYD di roja yekê de ev rastî belav nekir? Eger birastî ҫekdarên sixûrên Turkiye hebûn, bo ҫi PYD ew du kesên medenî yên bê guneh hatî kuşten wekû şehîdên xwe û şehîdên Amûdê nedît? Yan bejna Amûdê ne hêja ye ku kesên ne di YPG de mîna şehîd bên dîtin. Li Qamişloyê şehîdê ku YPG îdîa dike ku ew li Amûdê hatiye kuştin, di cenazeyek mezin de hat bingor kirin, ew şehîd li kû derê hatibe kuştin, eger li Amûdê be, yan li gor gumanan li Hisiҫa be, bê guman ew hêjayî wê cenazeyê bû û em bejna xwe li ber wî ditewînin, lê du şehîdên ku PYD wan vê dawîyê bêguneh dît di bin darê zorê de hatin veşartin. Û dîsa di heman demê de di bin darê zorê de PYD rê li ber derketina cenazeyeke bi rêk û pêk girt, şêniyeke bi rûmet ji van herdû kesên medenî yên bê guneh re qedexkir.

PYD ҫi dixwaze ji me re bêje?
Gava hêzeke siyasî mîna PYD û rêxistinên girêdayî PKKê şehîdên medenî yên bêguneh yên  bajarekî mîna Amûdê bi rengekî vekirî bê qedr dikin û carekê tenê jî wan mîna şehîd binav nakin û sersaxiyê ji mirovên wan re naxwazin, ev hêza siyasî helbet bi vê kiryara ne exlaqî dixwaze nameyekê bighîne gelê kurd. Ew bê guman dixwaze ji gel re bêje ku her kesek, ҫi leşkerekî ajan û sixûr be yan jî ҫi kesekî medenî yê bê guneh be, bila pîr be yan zarok be, ev kesê ha eger bi fîşekên YPG hat kuştin ew bê qedre, bê qîmete. PYD/PKK bi vê yekê ramanên xwe yên xayinkirina mirovên zindî yên xwedî fikrên cuda bi vê bûyerê fereh dike li ser qurbaniyên nezindî, zarok, jin û pîran, yên ku li gor gotina PYD bê guneh bûn. PYD bi vê helwesta zelal dibêje ku ew herdû kes jî gunehkar bûn loma sersaxî û rêzgirtin ji wan re ҫênabe. Başe keko ew gunehkariya wan ҫbû? beşdariya wan di xwenîşandaneke aştiyane de bû? PYD û saziyên xwe bi vê rûdanê ji me tevan re dixwazin bêjin ku Kurdistana di bin destê wan de were birêvebirin ewê bê destûr û yasa be, ewê bê dadmendî be, kuştî dê bi darê zorê bên veşartin, xwîna guneh dê bi riswatî bê binaxkirin û mirov û malbatên qurbaniyan dê bên binҫavkirin û bi dehan bên girtin. Miqyasa dadmendiyê dê tenê radeya pejirandina welatiyan ji PYD re be, bê guman ne pejirandina fikrên ku PYD di daxuyaniyên xwe de belav dike, lê endametî û alîgiriya mirovan ji PYD û ji saziyên PKK re be. Em li vê derê narawestin li ser metersî û bandore ku kiryareke wisa li ser belavkirina cerîme û xirabiyê di nav beşê ne siyasî ji civakê de, mebest li vir diz û kujerin, yên ku niha bêhtir dê berê xwe bidin karkeriya ji PYD/YPG re ji bo rê ji wan re vekirî be bê cezakirin kirarên xwe bikin.

Em gelkî li hêviya gotinekê man ji aliyê PYD, gotinek ku li ber dilê mirovên şehîdên bêguneh bide. Me bawer nedikir ku xwîna kulîkên Amûdê wisa arzan be li ba PYD. Di mukirhatina hebûna hin kesên medenî de me xwest nîşanek xweş ji aliyê PYD bibînin, lê mixabin  me dît ku ew ne li rêya vegera berû serrastkirina şaşiyan û bicihkirina dadmendiyê digerin. Armanca PYD di vê gavê de ne rêzgirtina xwîna kulîlkên Amûdê bû, biqasî ku PYD dixwest wêneya inqîlaba xwe ya leşkerî xweşik bike, inqîlab li dijî jiyana medenî ku li rojava yê Kurdistanê ji du salan ve rayên xwe belav dike.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3355