Ev agir pêdiviye vemire
Dîrok: ÇáÓÈÊ 29 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Me bawer dikir, ku êdî xwîna kurdan li kurdan heram e. Mixabin careke din ew bawerî xewin bû. Amûdê ya yekemîn kursê zimanê kurdî bi pîtên latînî lê vebûn, Amûda hewqas nivîskar ilimdar, helbestvan, layîq bû, ku kurd hemî wê û xelkên wê wek çavên xwe biparêzin.


Ev komkujiya ku hate kirin, cihê riswakirinê ye. Yê ku ew xwepêþanderên bi aþtiyane derketibûn, kuþtin, wî xêra kurd û pirsa kurd nedaniye ber çavên xwe.
PYD, divê li xwe îro berya sibe vegere. Nema tête qebûlkirin, her car idî,a dikin, ku pîlanên navnetewî li dijî wan têne gerandin û ew jî xelkê bikujin. Ya rast ev zimanê hêzê, karê bixwenebawera ye. Nabe di sedsala 21ê êdî zimanê barûtê þûna zimanê guftûgoyê bigire.

Ew hêza bibêje ez gel diparêzin, nabe gel bikuje...pêwîste hayî ji pîlanên dijminane hebe..
Nabe her mirovek bîrûrayên cuda bibe sedema tunekirinê.. Hemî dîktatoran bi salan bizav kirin, ku berdewam xudan desthilat bin, lê hêza gelan zor û zordariya wan binpê kiriye û berev bi azadiyê ve çûne..

Eger îro berya sibe, aqilmend ji hemî aliyan xwe nelivînin, dê pirs û kêþe aloztir be.
Zimanê heyf û tolhildanê zimanekî xerab e û encameke xerab dide, lewra pêdivî ye, komîteyek pispor û serbixwe bête damezirandin û lêkolînê bike. Her kesekî beþdarî vê komkujiyê bûbe, bête sizadan. Amûd ji hêzên leþgerî û xwedançek vala bibe.

Yek birîndarê kurd, bi destê kurdekî pirre, vêca çawa ku kuþtî hebin. Ev þehîd, þehîdê me hemiyan in. Destê xedrê pêdiviye dirêjî bira nebe…
Ev agirê pêxistî vemirînin, berya gelek dayikên din jî dilê wan biþewite.

Îro dema aqil û aqilmendiyê ye, dema hevpejirandinê ye, ne dema wê yekê ye, ku hêlek, an jî hêzek tenê welat û civatan bi rê ve bibe.

çendî kîn kûr bibe, lîstik ferehtir dibe û xort û keçên me yên ji bo standina mafê kurdan li kolanan in, dê bibin êtûna þerê kurdkujiyê..

Bi hawara Amûdê werin.. agirê ku êdî hiþk û ter bide ber xwe, nema vedimire, eger zû tiliyan nedeyinin ser birînê…..
Bi hawara Amûdê ve werin, bila êdî bîranînên sotandina zarokên Sînema Amûdê dubare nebe
Wein Amûda bavê Mihemed hêjayî aþtiyê ye, hêja ye bibe simbola azadî, ronakbîrî û binpêkirina peykerê dîktatoran….

Agir vemirînin.. her yekî ji hêla xwe hêminiyê bibparêzin, xweragirin, xwe ragirin xwe ragirin,,,,,

Werin , bila xwîna kurdekî din bi destê -pêdiviye birayê wî be-neyête rijandin







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3345