Celadet Alī Bedir-Xan (Jiyan ū Berhem) (1893-1951)
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 25 ķęäķę 2013
Mijar: Nūēe



Dilawerê Zengî

Destpêk:
Di dawiya babilîska nozdehan û destpêka babilîska bîstan de,
destpêka dîroka hižyarbûn û bizava rizgarîxwaza neteweyî ya gelê Kurd e.
Bi belavbûna rojnama (Kurdistan 1898)-an û çapemeniya Kurdî re, roj bi roj hizrê ramyarî û civakî li nik rewženbîrên Kurdan berdigirt, û rojnameya Kurdistan li hemberî  zordariya fermandarên Osmaniyan žerê azadî û serxwebûnê domand. Ramana neteweyî roj bi roj di nav kurdan de, li ser destên nivîskar û helbestvanên Kurd yên mîna Hacî Qadirê Koyî xurtir û gežtir dibû.


Di dawiya žoreža 1908-an de, bi hatina (Ciwanturk) re, qûnaxeke nû dest pê kir. Rewženbîrên Kurdan roleke pir mezin di vê partiyê de lîstin. Lê her ko çû (Ciwanturk) li dijî ramanên neteweyî yên kurd derketin. Siyasetmedarên Kurdan jî pižta xwe danê û dest bi avakirina çend komeleyên civakî û siyasî kirin
Gava Žerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-an, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêleka Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û žorežekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên kurdan ber ne girtin. Imperatoriya Osmanî parvebû, ji ber ko para mezin ji erdê Kurdistanê di bin destê Osmaniyan de bû, Kurdistan jî pêre hate parvekirin. Di 16/5/1916-an û di riya van her sî dewletên mezin Rûsiya, Birîtanya û Ferensayê re û bi navînkirina -peymana rež -Saykis –Bîko-, Bakurî kurdistanê giha Turkiya, bažûrî Kurdistanê giha Îraqa nuh, Rojavayê kurdistanê giha Sûriya û ji xwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de ma.
Pižtî rûxandina dewleta Osmanî, kurdan derfet û nîreke nuh di derbirîn û çareser kirina pirsa xwe de dîtin. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çarde xal de;  ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bê çespandin. Lê mexabin biryarên Sêvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-an bin pê kirin, û hevkaran soz û peymanên xwe bi Kurd û Kurdistanê re xwarin.

Mijar:

Bêguman, di dîroka miletê kurdî de, malbata Bedirxaniyan xwedî rol û kedeke bêhempa û gewre ye. Xwedî cihžîneke dewlemend e. Çi di warê serhildan û raparînên azadîxwaz û çi di warê rewženbîrî û zanistiyê de be.
Bêdiro! Di navîna babilîska nozdehan de, Bedirxan beg xwediyê ramana azadîxwaz ya gelê Kurd bû. Ji (1842-1847) li hemberî zordariya dewleta Osmanî serî hilda. Lê mexabin pêre neçû serî. Bedirxan beg û zarûzêçên xwe dûrî welatê bav û bapîrên xwe ketin. Dewleta Osmanî bi zanebûn Lawên Bedirxan bi kar û xebata dewletê mijûl dikir û çûyîna Bedirxaniyan ya Kurdistanê qedexe bû.  Emîn Alî lawê Bedirxan yê mezin bû. Di nav tevgera kurdî de ciheke giring digirt û Mufetižê dadgeha Stenbolê bû. Ji ber liv û xebata wî xebatkerekî gerok bû. Osmaniya ew li cihekî li bajarekî ne dihižt.
Di 26-ê -06-1893-an de, Li Stenbolê, Xwedê lawek bi navê Celadet dayê. Celadetî Xwendina xwe ya destpêkê û ya navîn li wir riha kir û zarokatiya xwe tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta, Edirne, Konya, Akka, Nablis û Selanîkê geriya. Celadet li malek welatparêz û xebatkar de mezin bû. Bavê wî Emîn Alî zarokên xwe li ser žopa zanîn û kurdayetiyê xwedî kir.
Di temenê hejde-nozde saliya xwe de, Celadet derbasî Kuliya Herbî dibe. Diya wî Senîhe ya Çerkes ne razîbûna xwe ji vî karî re diyar kir û dixwest wî dûrî Osmaniyan xe. Celaded di Žerê Cîhanê yê Yekem de beždar bû. Li qefqasyayê di žerî de bû. Gihižte heta Bako.
Diyar e. Celadet ji biçûkanî de dest bi nivîsandinê kir, temenê wî negihabû bîst salî  pertûka (rastiya rûxandina Edirne) ya ko di sala 1917-an de digel birayê xwe kamîran nivîsandiye.
Di salên 1918-1919-an de, derfeteke zêrîn ji bo damezrandina dewleteke Kurdî peyda bû. Celadet û birayê xwe Kamîran, Ekremê Cemîl paža, Faiq Tewfîq û Siyasetmedarê Ingilîzî Mêcer Idward Noêl  li nav hoz û êlên kurdan geriyan. Armanca wan amadekariyên Peymana Sêvrê bû. Lê mexabin ew tevgera wan cih negirt û tu axa, beg û serokên ežîran pižta wan negirtin û ew karê wan zû têk çû. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav ežîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Di vê çûn û tevgerê de li ramana çêkirina Alfabeyeke Latînî divarqile. Û bi ûžtê Mêcer lê hay dibe û dest bi danîna Alfabeya xwe dike.
Di sala 1922-an de rojnama Serbestî li Stenbolê derdiket, Celadet cîgirê girînendeyê wê bû. Di wê demê de Kemaliyan Stenbol xisti bûn bin destê xwe û bi xortî li dijî kurdan derketin. Di cih de fermana bidarvekirina bavê wî Emîn Alî û her sê birayan: Celadet, Kamîran û Sûreya didin. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan û lawê xwe Sûreya diçin Misrê-Qahire. Celadet û birayê xwe Kamîran diçin Almanya-Miyûnixê. Celadetî li wir zanistgeh xwend û Žehada dadmendiyê/ hukukê wergirt.
Celadet ji kaniya çande û kultûrê Almaniyan vedixwe, bandûra rewžanbîriya wan gelek lê dibe, nemaze zanyarê navdar Basmark yê ko dixwest di riya yekbûna ziman re yekbûna Almaniyayê biparêze. Rewža zimanê Kurdî gelek bala wî kižand û hêdî hêdî dest bi danîna bingehîna rêzimana zimanê kurdî kir. Lê her bala wî li ser rewža tevger û žorežên kurdî bû. Têkilî û girêdanên wî bi hundirê welêt re hebûn. Dema žoreža Sêx Seîdê Pîran di sala 1925-an de destpêkir, berî da welêt. Lê mexabin berî bighê welêt, žorež têkçû bû. Bi dilekî kuldar dîsa berî dide Almanya . lê mexabin ji ber nesaxiya bavê xwe berî dide Misrê- yê ko di sala 1926-an de mir-û ji wir diçe Beyrûtê.
Pižtî têkçûna žoreža Žêx Se’îdê kal di sala 1925-an de, dewleta Turk dest bi siyaseta helandina bi darê zorê kir – ya ko bi siyaseta tirkkirinê (tetrîk) têt nas kirin. Dasa žer, hižk û ter da ber hev. Bi destekî hesinî dest bi kužtin û wêrankirina gelek gund û bajaran kirin. Çek ji destê hoz û ‘ežîrên kurdan wergirtin. Berê agirê sitemkariyê giha hemû warên jiyanê (aborî, civakî, siyasî û rewženbîrî). Xebatkarên kurd penaber bûn û tev ji hev tarûmar bûn.
Giringiyek bi girêdana kongirekî gižtî ji bo yekîtiya hêzên kurdan yên belavbûyî li ser pirogrameke yekbûyî hebû. Ewan welatparêzên kelecan û penaber kongirê xwe di 5ê çiriya pêžîn sala 1927an de li Beyrûdê- Bihemdûnê, girêdan. Celadet Bedirxan yek ji damezrênerên pêžîn yê Xoybûnê bû, û hemû çavkanî û jêderên dîrokî nîžan didin ko ji sala 1927-1932-an serokatiya Xoybûnê kiriye.
Bi rastî em nikarin xebata Xoybûnê û žoreža Araratê ji hev veqetînin, ji ber ko li dora çar salan (1927-1930) bi hev hatibûn girêdan. Em dikarin bibêjin ko berdewamkirin û gežkirina agirê žoreža Agirî pareke mezin jê keda rêxistina Xoybûnê bû. Ji nav malbat û malmezinên kurdan rola malbata Bedirxaniyan ya sereke bû nemaze tekožer Celadet Bedirxan.
Li Beyrûtê sala 1929 wek parêzer xebitî û di her wê demê de û bi taybetî di 16-8-1929-an de, li bajarê Beyrûtê dest bi nivîsandina bîranînên xwe kir. Di navbera 1927-1931 pir di navbera Beyrût û Žamê de diçû û  dihat.
Dema žoreža Agirî têkçû, berê wî jî ber bi Tahranê ve ket. Li ser gotina wî žah Behlewî hin kar û xebat yên dewletê lê pêžniyar kir, lê qet wî dil nekir. Lewra Žah wî dispêre Îraqê, Îraq jî wî dispêre Sûriyê. Ev ne cara yekê ye belê Frensiz, Turk û žahê Urdinê jî jê xwestibûn, lê qet Celadet ji bo armanca xwe radestî li ber van xwestek û daxwazan nekir. 
Pižtî hilwežîna žorežê û têkçûna xebata çekdarî giringiyek bi girêdana civatekê ji penaberan re li mala welatparêzê Kurd Elî Zilfo axa- li taxa Kurdan- li bajarê Žamê bi serokatiya Mîr Celadet A.Bedirxan. Di wê civîna pêžîn de Mîr Celadet A. Bedirxan ev gotina xwe ya dîrokî pêžkêžî wan kir û got: ”Gelî Kurdan..! Gelî rewženbîr û welatparêzên delal...Žorež û raperînên me bi çekan  serneketin û ne  jî gihan armancên xwe... Niha ji me tê xwestin ko em bi pênûsê, bi zanîn û rewženbîriyê, gelê xwe hižyar bikin, û pê žerê dijminê  gelê xwe bikin. Em, dîrok, tore, folklor û rewženbîriya xwe nasbikin û xwe bi cîhanê bidin naskirin... Bila zanîn çekê me be..”. 
Bi van gotinên pir bi akam û hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan  ronaka xebatê li pêž wan penaberan vêxist û berê xebatê da pênûs û zanînê. Ji eniya žer û cengan berê wan da eniya wêje û pênivîsê.
Di 26-çiriya pêžîn- sala 1931-ê de rêdana çapkirina kovara Hawarê di bin jimara 6224 ji wezareta hundirî ya dewleta Sûriyê wergirt.
Di roja 15ê Gulanê sala 1932an de hejmara pêžî ji kovara Hawarê derxist. Pêncî û heft hejmar ji vê kovarê derket. Hejmara dawîn di 15-Tebax- 1943-an de bû. Her 15 rojan cerekê hejmarek derdiket. Temenê wê 11 salan dirêj kir. Gerek li dora pênc salan tenê bûna, lê mexabin çend caran rawestiya. Pê re alfabeya xwe ya Latînî û çend pertûkên li ser zimanê Kurmancî di bin navê wežanên kitêbxana Hawarê(1932-1943) belavkir. Di riya kovara Hawarê çend navin gewre di  gasîna toreya Kurdî de hatin naskirin. Ji wan navdaran Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hesen Hižyar, Ehmedê Namî, Cegerxwîn û Kamîran Bedirxan….hd. Ev qûnax bi van ronakbîran û bi berhemên wan hat naskirin.
Berhemin hêja di warê dîrok, ziman û toreya Kurdî da afirandin. Folklorê Kurdî ji qûnaxa devkî derbasî qûnaxa nivîskî kirin û ji windabûnê rizgarkirin. Raman, hizir û bîrweriya mirovî di koda Hawarê de meyandin. Zaravayê Kurdmancî hem ji mirinê riha kirin û hem jî bi bêjeyin nûh û nûzayî dewlemend kirin.
Dewlemendiya Celadet netenê di warê afrandina alfabeyeke Latînî û rêzimana zimanê Kurdî bû, belê Xwediyê du dibistanan bû. Dibistana pêžî kurdaniya biware ya ko gelek nivîskarên kurd yên penaber jê hînî rastxwendin û rastnivîsandina zimanê xwe bûn, hînî giringiya pênivîs û zanînê bûn.. Dibistana din hevotina rojhilatnasên mîna Rojer Lîsko, Pîr Rindo û tomas biwa bi pirs, doz û rewža kurdî bû. Rola van rojhilatnasan di kovara Hawarê de gelek bû. Çend perhemên giring di warê folklor, kultûr û dîroka kurdî de afirandin.  Bi saya serê Celadet bala wan kižande ser çande û wêjeya kurdî.
Di sala 1932-an de li žarê Hisiçayê li gor biryara Xoybûnê Celadet Komela (Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê) damezrand. Evê Komelê armanc û sedemê çêbûna xwe di kovara (Hawar)ê hejmara: 2 ya ko di 1-Hizêranê 1932an de hatiye wežandin, dide diyarkirin.
Di sala 1937 de li gor biryara Xoybûnê Celadet li bajarê Amûdê (Nadî CiwanKurd -Amûde)  damezrand.
Di 1-ê Nîsana 1942an de Mîr Celadet Alî Bedirxan hejmara pêžî ji kovara Ronahî belavkir. Bîst û hežt hejmar jê derket. Hejmara dawîn di Adara 1945 derket. Mehane bû. Temenê wê çar sal bû. Ewê Kovarê nûçe û salixdanên žerê cîhanê yê didiwan bi wêne, digel gelek nivîsên hêja di warê folklor, tore û rewženbîriya Kurdî de belav kir. Em dikarin bibêjin herdû kovar(Hawar 1932-1943 û Ronahî 1942-1945) wêjeyeke nuhkirî, nuhbûyî û nûjen bixwe re vejandin. Gelek bêjeyên nuh afirandin. Bêdiro! Kovara Hawar û Ronahî zerezengiya ser serê wêjeya kurdmancî û Qur’ana zimanê wê ne.
Hêjayî gotinê ye, ko ev qûnaxa dîrokî bi qûnaxa Bedirxaniyan bê binavkirin. Ji ber ne tenê xebata wan diber çand û toreya Kurdî de cihê serbilindî û žanaziyê ye. Belê, di gežkirina hestê neteweyî de rol û bandûreke pir mezin di civaka Kurdî de lîstin. Tîrêjên vê akamê bi xurtî li raman, hizir û jiyana civakî ya Kurdan kir.
Ji sala 1934-1936-an de celadet zimanê firensizî li dibistana pîže li bajarê Žamê daye .
Di sala 1935-an de Bi Rewžen Bedirxan re hevjîn bûye û keçek bi navê Sînem1938 û lawek bi navê Cemžîd 1939  Xwedê dayê.
Di sala 1939-an de li dezgeha Rêcê-ya tûtinê wek parêzer û serokê çavdêrî kar kirye.
Di dema žerê cîhanê yê didiwan destpêkir, firensizan ew û hin penaberên kurd li žamê bin çav kirin. Bi taybetî ew di sala 1943-an de li bajarê Žamê dibin çavdêriya dewletê de bû.
Di sala 1947-an de li ser navê xelkê Cizîrê xwe di securedemanta Sûriyê de da pêž. Lê mexabin di cih de ew vekižandin.
Di sala 1950-î de li sûriyê buhayê pembo gelek bilind bibû. Derfetek bû ko mirov rewža xwe pê xwež bike. Husên Îbiž mirovekî dewlemend û xwedî erd bû. Hêcanê gundê wî bû. Xwest alîkariya Celadet bike û parçak erd dayê ji bo çandiniya pembo. Ji neçarî berê Celadet kete riya çandiniyê. Lê ne bi dilê xanima wî Rewženê bû. Celadet jî pir ji wî karê xwe ne dilrast bû. Pir ji bîra Qederê xemgîn bû. Di roja avdanê de, mexabin di tirsa xwe de derket û di wê bîrê de wer bû. Celadet li 15′ê Tîrmeha sala 1951-ê li gundê Hêcanê nêzîkî Žamê çû ser dilovaniya Xwedê û lažê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Žêx Xalidê Nexžbendî li taxa Kurdan li Žamê hat vežartin. Sed mehder û dilovanî li giyanê wî yê pîroz bibare û cihê wî buhižt be.
Mirovê gewre xwedî rol û bandûreke gewre ye. Bi xwendevanê xwe re rastgo û xwedî hestekî nazik û pir sade bû. Bi erk û berpirsiyarî li rewž û awayê kar û xebat, ziman û wêje, serhawe û berhawên Kurdî dimeyzand. Hostê çêkirina peyva nûjen bû. Xwedî ferheng û azîn bû. Zimanzanekî gewre bû. Bi žêweyekî pir rewan û hêsan dinivisand.
 Xebata vî ronakbîrî pir berfireh û ber biçav bû, rehên xwe bera civaka Kurdî dabû. Ji hêlekê de, bibû mak û dibistaneke serbixwe ji hemû rewženbîr û nivîskaran re, û ji hêlekê din de, Xudan pirnav bû. Ramana  neteweyî, zanîn û hižyarî di nav gelê xwe de dida belav kirin. Mirovekî ne heyranê kesatiya xwe bû; ji tinebûna nivîskaran di bin gelek navan de behemên xwe di kovara Hawarê de belav dikir. Wêjeyeke hemdemî û nûxwazî afirand. Zimanekî wêjeyî avakir. Sermiyanê wêjeya nuhkirî bû. Di nav civata Kurdî de xwedî rûmetbû. Xwedî navekî pîroz bû. Bi saya serê wî kurda navên Kurdî li zarokên xwe dikirin. Bi cîhanê û bi herkesî da zanîn ko Kurd  neteweyekî xwedî ziman, dîrok û xak e. Xwedî žaristaniyeke dewlemend û gewre ye û di dîrokê de kevnare ye.

Navên ku Celadet Bedirxan di Hawarê de bi kar anîne ev in:
Nêrevan, Herekolê Azîzan, Xeberguhêz, Stranbêjê Jêliyan, Stranvan, Žîretbêj, Çîrokbêj, Ževger, Seydayê Gerok, memosteyê Gerok, Hawar, Cemžîd, Newîn, Dilistan, Žebistan, Cemžîd, Bavê Cemžîd, Bavê Cemžîd û Sînemxanê, Koçerê Botan, Yekî Vexendî, Xwedîyê Hawarê, Nivîsanoka Hawarê, Taûzparêz,C.A.B. Ronahî, Xwediyê Ronahî... dibe hin navindin jî hebin.

Berhemên Celadet:
Ji bilî herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) çend berhemên hêja belav kirin ji wan:
-Rêzana Elfabêya Kurdî. Mîr Herekol Azîzan. Çapxana Tereqî. Žam: 1932.Kurdî, Frensizî, Turkî, Erebî û Farisî. Bîst rûpel in.H:1.
-Rûpelinen Elfabê.
-Biyîža Pêxember.(Mewlûda Nebî) Osman Efendî. Bi Kurdiya dumilî, bi dîbaca Celadet. Çapxana Tereqî, Žam. 1933. Çel û žež rûpel e.H:4.
-Nivêjên Êzediyan bi dîbaca Celadet. Çar nivêj in Ji devê Žêx Heyder û Ismaîl beg hatine girtin. Çapxana Tereqî, Žam: 1933. Hežt rûpel in. H:5.
-Mektûb ji Mistefa Kemal pažê re. bi destê Rewžen Bedirxan hat wergerandin bo zimanê Erebî min jî çap û belavkir.
-Ji mesela Kurdistanê. Min wergerand zimanê Erebî û belav kir.
-Gramêra zimanê kurdmancî. Celadet û Rojê Lîsko. Min wergerand zimanê Erebî û belav kir. Digel çend mamosteyan.1991. Žam.
-Ferhenga Kurdî-Kurdî. Çapxana Avesta. Stenbol-2013.
-Bîranînên min. Celadet Bedirxan. Komkirin û Werguhêr: Dilawerê ZENGÎ. Çapa yekê (1997)Beyrût-Libnan. Çapxaneya Emîral.Çapa didiwan, Beyrût: 2010. Bi zimanê Kurdî- Erebî.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3342