Salên Mîr Celadet Bedirxan yên dawî *
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

 Piþtî herifandina þoreþa Araratê di sala 1930î de, piranîya serkêþên þoreþê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin. Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya wan lehengên þoreþê û lebatên Komela Xoybûnê jî ber sînorê Tirkiyê  bidûr xistin, ew li Þamê civandin, da ku dûrî tixubên dewleta Tirkiyê bin.


Hingê Mîr Celadet Bedirxan, yek ji  wan  kesan bû û xweþ  jê re hat xuya kirin ku, êdî nema karin bi þerê çekdarî azadiya welatê xwe bilndkin. Vêca wî xwest bi pênûsa xwe  azadiya zimanê xwe bilind bike û weha  di 15 gulana 1932an de hejmara pêþîn ji kovara (Hawar) ê li Þamê çap û belav kir û di serê wê de got: (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweþîyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman þerta heyînê ya pûþîne..).
 Di pey kovara (Hawar) ê de, di sala 1942an de kovareke din bi navê (Ronahî) weþand, ew jî wek (Hawar)ê xirû bi zimanê Kurdî _ tîpên latînî  bû.
Mîr Celadet Bedirxan, xwedî û berpirsyarên van herdû  kovaran bû, wî jiyana xwe  di ber zimanê Kurdî de mizaxtîye, ji Hawarê (57) hejmar hatine weþandin, ta sala 1943an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weþandin ta sala 1946an. Piþtî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946an de, ev rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê Kurdî qedexe bûye û hin bi hin rewþa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
Di sala 1947an de, li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê de, belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûnî hikûmeta erebi di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin rûniþtina zorê de li Þamê û divabû her heftî dû rojan xwe þanî walîyê Þamê bide. Di sala 1948an de, dema þerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, hingê Mîr Celadet Bedirxan wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêþinyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêþkêþ kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade bike,  li kêleka Ereban î dijî êrîþên dewletên cîran û Cihûyan  û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ew pêþinyara wî di ser guhan re hat avêtin..
Di sala 1949an de, rewþa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û hevalên wî hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêþkêþ dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir. Di sala 1950î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiþ) û (Malbata Xetab) re pembo biçine li gundê Hecanê nêzîkî Þamê bi nêvî, ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rû sipî derkeve..
Li ser wê bîrê gelek caran di rewþa xwe de diponijî û digot: (Ez li ku, cenanti û avdana pembo li ku, qey ev jî qedera mine...!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara (Ronahî) hejmara 25an sala 1944an vegere wê rewþa Mîr ya xerab di warê abûrîyê de xweþ nas bike: (Aniha  ez di aqilê Xwe dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war...); ji wê hingê ve, tev nameyên ku ji gundê Hecanê (30 km dûrî Þamêye) ji kebanî û zarokên xwe re diþandin, Bîra Qederê  di bin wan re dinivîsand.
Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîþandaye:
(Ez dixwazim berî mirna xwe, ko ne dûre, tiþtekî biçûk ji were bihêlim, ma ev ne hewceye..? Tiþtê  ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre, bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tiþtekî bikim...)
" Bîra Qederê 20 nîsanê 1951 "
Piþtî vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewþenbîriya Kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15/07/1951ê de çû ber dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke geþ di asmanê Kurdistanê de diçirise.

Konê Reþ
Qamiþlo, 23.06. 2013

* Diyarî ji Festîvala Mîr Celadet Bedirxan re a ku wê di Roja 25 û 26ê vê mehê Hizêran de li Duhokê bê lidarxistin

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3340