XEWNEK SîYASî….Lê DEREWîN!?
Dîrok: ÇáÓÈÊ 08 íæäíæ 2013
Mijar: Nûçe



Lewend Dalînî

Piþtî guftûgoyeke giran di navbera wî û hinek dost û hevalên wî de, li ser rewþa welat û Kurdan; û ne li hevkirina rêxistinên siyasî û ne razîbûna gel û tevgerên sivîl, rewþenbîr û welatparêz, ji rê û tevdîrên wan di vê dema ku welat berê xwe dide rewþeke ne zelal û bi mij û dûman; civat wê êvarê belav bû û herkes çû mala xwe.
Bav Þiyar di çarçiya bajêr de pêrgî dostekî xwe dihat û bi sivkayî wî dostî, destê xwe xiste bin çengê wî û jêre got: Dostê hêja were qehwekê li cem min vexwe û mizgînîyeke mezin heye ezê te pê agahdarbikim û dilê te pê xweþ bikim?! Xwedêkî ka niha bêje? Na na di ber vexwarina qehwêre xweþtire?.


Guhdarî bike brawoo….
Þevê çûyî;  ev bûyerên han ên dîrokî bi hevre çêbûn:
1.     Rêxistinê bi navê “Partî” bi hemû beþên xwe ve : Partiya Dîmûqratî (Dr, Hekîm) û a Nesredin, û a Aloçî…û ên din bi temamî bûn yek û her çar pênc beþ biryara yekîtîya xwe dan û bûn bi navekî: Al-PARTÎ.
2.     Herdû partîyên YEKÎTÎ ew jî li hev hatin û bûne yek û partîyên piçûk jî xwe dan dora wan û bi wan re yekîtî kirin û navê wan bû: YEKÎTÎ.
3.     Partîya pêþverû, Hemîd, Tahir, Eziz û Faisal, û hin partîyên din; wan jî xwe kirin yek û navê xwe kirin: PRTÎYA PÊÞVERÛ.
Bise ji kerema tere ez bawer nakim û kirî ji eþqa re þekirê min bilind bibê û ez têkve herim!? Ev tev raste? Bavê Þiyar ji dostê xwe pirsî û mat mayî li bendî bersiva wî ma? Lê vegerand û got: Bi sûnda bê fitû ez rast dibêjim û xilafî di gotinên min de tune ye!?.
Û a ji wan hîna xweþtir kû sê nûner; her yek ji partîyekê hatin hilbijatrin, û du kes yek ji welatparêzan û yek, ji rewþenbîran ew jî hatin hilbijartin; û di eynî demê de nûnerik ji PYD ê hate hilbijartin û weke pênc bira civînek mezin li dar xistin û weke KOMÎTA XWEDÎ BIRYAR A KURDÊN SÛRÎ hatin bi nav kirin û bi dil û can xwe berdan meydana kar û xebatê ji bona mafê Kurdên Baþûrê Kurdistanê!?.
Bavê Þiyar ji eþqa re kirîza dil hatî yê û gazîkir dostê xwe: Ji kerema tere DOKTOR…DOKTOR..DOKTOR????.
Li ser dengê wî, diya Þiyar ji xew þiyar bû? Ku bavê Þiya gazî
dikê ka Doktor? Ji belengazê werê ku kirîza dil hatîye Bavê Þiyar ? hema ji cî qevizî ber bi telefûnê ku Doktorekî dil jê re bi xwazê? Lê bi lez Bavê Þiyar ji malîya xwe re got me tirse ez rehetim lê min xweneke sîyasî derewîn dît.

  Qamiþlo 07/06/2013








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3327