Romana Hesenê Metê a ku heta niha du caran çap bûbû, bi erebî jî derket.
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 21 ãÇíæ 2013
Mijar: Nûçe



  Romana Labîrenta Cinan ku Jan Dost ew wergerandiye erebî ji nav weþanên projeya wergerê a Kelima ku li Abû Dabî ye derket. Ev roman cara yekem ji weþanên WELAT sala 1994an li Swêdê derketibû û paþê jî Avesta li Stembolê ew sala 2000 ew çap û belav kiribû.
Roman behsa mamoste Kevanot û jina wî Nêrgiza koçer dike, Kevanot kurê bajêr e û tê li gundekî dûr mamostetiyê dike. Li wî gundî sê cîhan dicivin, bajarvaniyekî xwîngerm ku dixwaze dunyayê biguherîne, koçereke sade ku dev ji xelk û welatê xwe berdaye û gundiyin mêvanperwer, sade, cahil û nezan.


 Lihevketina van hersê cîhanan di cihekî wisa teng î tije çîrokên cinan de dibe ku berhemeke qenc bide kesê ku di nav de dijî, lê dibe jî ku bibe karesatek û giyanê mirov têk jî bibe.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3313