ÇERXÊ 21Ê ÇERXÊ GELÊ KURDE
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 ãÇíæ 2013
Mijar: Nûçe



Lazgîn dêrûnî

Wek di bêjin kû dinya dolabe û di zîvirê carna mirov bindikevê û carna serdikevê .di çerxê 20an de dolab li gelê kurd zîvirî û bin ket ,lê ewjî bi van sedeman bû:
1)piþtî cenga cîhanê ya yekemîn  û herivandina dewleta osmanî û avakirina dewleteke Turkî zanyarî (netewî)sala 1925 bi destê Kemal Etaturk kû têde dijîtiya gelê kurd û mafên wî yê netewî hate kirin bi teybetî di peymana Lozanê de sala 1923de........


2)parçebûna kurdistanê di peymana Sayks Pîko de, di sala 1920an de........
3)piþtî cenga cîhanê ya duyemîn û ketina komara Kurdistan (Mehabad)li rojhilatê Kurdistanê bi destê hovîtiya Farisan û sêdaredan kirina Qazî Mihemmed û hevalên wî
4)derketina ramanên netewî di nav Ereban de bi teybetî li Sûrî û Îraqê û damezrandina partiya basa þûfînî ya kû desthilat li Sûrî û Îraqê di kir û mefên kurda û netewa wan mandele dikir.....
 5)cenga sar ya di navbera Emerîka û hevgirtina Sovyata berê de piþtî cenga cîhanê ya duyemîn......
ev xalên kû me anîn ziman  bûbûn  sedema kû gelek zilm û zor û sitem û komkujî di heqê kurdan de hatin  kirin û nehiþtin go kurd bi serkevin û bighin mafên xwe .
Lê îro di destpêka çerxê 21de em dibînin ew sedemên li banî kû me anîn ziman hin ji wan hatin rakirin û neman û bi çûna wan rewþeke nû li rojhilata navîn destpêkir,ev rewþa nû ji bo kurdan bi teybetî geleg giringe , lê guhertinên nû yên ji bo kurdan derfet anîne evin:
1)lawaziya ramana netewî di nav Areban de û ketina partiya basa þûfînî li Îraqê bi ketina rijîma Sedam re bi destê Emerîka û hevalbendên wê di sala 2003de kû bû sedema derketina rewþeke nû di Îraqê de bi teybetî û di rojhilata navîn de bi giþtî ,ew bû derfeteke dîrokî ji bo kurdan bi giþtî û ji bo kurdên baþûr bi teybetî kû têde kihiþtin mafên xwe yên netewî bi avakirina Îraqeke fîdralî .li vêdê herêma kurdistanê rengekî serxwebûnê stand ,ew îro bûye bingiheke giring û motka kurdistanê. 2)pirojeyê Ocelan yê ji bo aþîtiyê û agirbestê û vekiþandina çekdarên PKK ji Turkiya ji bo levhatina Kurd û Turkan û destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî di bakurê kurdistanê de bi rengekî aþtî û dîmoqratî.
3)þoreþa Sûrî dijî rijêma basa þûfînî û destpîkirina qûnaxeke nû ,ew derfeteke dîrokiye ji bo kurdên rojava kû karibin di Sûrya nû de mafên xwe yên netewî bi destbixin û pirsgirêka kurdî werê çareserkirin.
4) bi ketina rijêma Sûrî ya Elewî û pêre alozkirina Hizib Elleh ya Libnanê û nerazîbûna cîhanê ji pirograma newewî ya Eyranê ,wê bibin sedemên ketina rijêma Eyranê ya olperestî ,û ewê bibê derfetek ji bo kurdên rojhilat jî  ku têde pirsgirêka xwe çareser bikin û bighin mafên xweyî netewî.
Vêce çerxê 21ê çerxê kurdaye ,va avakirina kurdistanê dest pêdike û wê ew dolab dîse bi zîvirê lê vê carê wê kurd dakevin jorê dolabê .
8/5/2013
 evinwelat240@gmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3293