Rojnameyên Kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ÃÈÑíá 2013
Mijar: Nûçe



Ehmed mustefa

"Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên şaristanî û avabûnê" …….. …… N. Ponepert. Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e, daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan. 

Sed û Yazda salan berê, di rewşa neçariyê de, li Misirê "Qahîre" şahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe , û kar û xebata rojnamiyê dike.


Ew li 22 ya Nîsana 1898 an, yekem rojname bi zimanê kurdî bi navê "Rojnama Kurdistan" diweşîne. Li gor berpirsyar û xwendiyê rojnamê, û mîna ku di hejmara yekê de nivîsiye Rojnama Kurdistan wê her(15) rojan were weşandin. Û herwiha ji 22ya Nîsanê 1898 ra 31 hejmar ji rojnamê weşandin, hejmarên (1 ra 5) li Qahêrayê, ( 6 ra 19) li Cinêvê, (20 ra 23) li Qahêrayê, (24)li Londin, (25 ra 29) li Folkston, û (30 ra 31) jî li Cinêvê çapkir û belavkir. 
-Rojnama Reya Taze di dema 1929 Z.
-Rojnama Kurdistan li Îranê di sala 1959Z ra 1963 Z.
- Rojnama Hawar li Şamê ê ku birayên Bedirxan avakirin di sala 1932 Z ra 1935Z û di sala 1941 ra 1943Z. (57 hejmar).
- Rojnama Ronahî di sala 1942 ra 1945 Z,(28 hejmar). 
- Li Beyrûtê Rojnama Roja nû di sala1943 ra 1946Z,(73 hejmar).
- Belavkirin P.D.K, Rojnama Xebat di dema 1958 an de.
Pêştî dustûra Osmaniya Komela Hîwa Kurd rojnamek heftekî avakir bi navê Roja Kurd, hejmara yekemîn û duwamîn hatin belavkirin û wêneyên herdu mêrxasin mezin binav û deng li ser rûpelê rojnamê belav bû ( Seleh dîn Eyobî û Kerîm xan Zend).Ebdilkerîm Efendî yê ku vê Rojnama weşad di sala 1904 an de.Piştî çend salan navê wê wergerandin û nav lêkirin Hetawa Kurd. -Rojnama Pêşkewtin a yekemîn li bajarê Silêmaniye hatiye damezrandin. Pêştî wê Rojnama Bangê Kurdistan hat belavkirin di 2 Tebaxê 1922an de, 13hejmar hat belavkirin û rawestî, piştî wê Mehmed Norî Efendî rojnamak heftane avakir bi navê Roja Kurdistan ê ku zimanê HikumetaŞêx Mehmud Hefîdê kurdî û bin fermana wî de diweşî û heya 3yê Avdarê 1923Z berdewam bû. (15hejmar). Piştî derketina Şêx Mehmud ji bajarê Silêmaniyê cara duwamîn rojnamak kurdî din avabû bi navê Bangê Heq, 3 hejmar jê belavbûn û li dû re rojnama Amîdî Estiqlal avabû, û belavkirina wê pir dirêj nekir. hukumeta li Silêmaniyê di sala 1924an de dest bi weşandina rojnama Jîyan we kir , û paşê navê rojnamê di sala 1925 an hat guhartin bi navê Jiyan ta roja îro dibinvî navî belav dib.
Di sala 1925 an Mîr Salih Zekî rojnamê k heftane derxist bi navê diyarî Kurdistan ta sala 1926an berdewamkir û dive demê de dora 16 hejmar der çû, piraniya hejmaran di hundurê xwe de wêneyên navdarên Kurdan xuya dikirin, û her wiha di sala 1925 an de Mistefa Paş rojnama bangî Kurdistan derkir li Bexdadê. Lê pir berxwe neda û rawestî.

Rewşbîrê Kurd Husên Mukiryanî rojnamek bi navê Zar Kurmancî li Rewandizê deranê

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3280