Dilêrên newrozê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 ãÇÑÓ 2013
Mijar: Nûçe





Nizar Yosif

Sal qulibî
Di pêsîrên civatên koçkan de germ dibî
Çile yê dudûyan temenê te di hêjmart
Ǜ spîtahiya xwe di rêya te de raêxist
Te dizanî,,,,,


Û tu di adarê de çûyî  
Li kirasê evîna wê digeriya
Dibin barê þabûnê de tewyayî
Bi kelên germ
Di beziya 
Te 21ê adarê þopand
Xwesteka te tu jîndariyê bigirî
Ǜ sîmê rengan li xwe kom bikî
Kedera te tu wî tovê rêzgirtî
Li bej û beyaran þîn bikî
Keskesorê ji newrozê bigivêþî
Li ser xêliyê bixêrhatî de berdî
Þopandina tavê di miha sorûreþ de qelen bihaye
Hûn rêzgarbangên wê nin
Ew jî azadixwaza we ye
Dilmayan çavnebarînên xwe li diltengiyê pêçan
Kinarên siha we þopandin
Da ku heyîna we binpê bikin

Te dizanî,,,
Ku mûristan,,,
Ǜ mozistan,,,,
Ǜ zilkitistan,,,,
Di newrozê de vedibin
Ǜ bi dilêran vedidin
Piþgirtiyên te
Di nava neynokan de di çikilînin
Di kuncên tarî de serwinda di nalin
Çavên di girtîgehan de
Di xewnên bêkesiyê de xewixîn
Di fikarên bûyeran de
Li hêza tenahiya xwe giriyan
Lawên ku biskên biharê li wan çilmisîn
Bi mafê sûtariyê ne çêjyan
Hinek bûn candayên vejîna jiyanê
Jankujan li agirê xwe kom bike
Janvejînan bi govendan bi sotîne

Te dizanî
Ev salên berzbûna xwestekên newrozê nin
Salên pêkhatina xewnên temenbihûriya nin
Xwestekê ku salên bêbext binaxkirîn
Ji we ve di çilvilin
Rojbûna dema me vaye
Mîna dara bergirtî
Xudanxêrên wê bindariyê lê bikin
Erk par bibin
Verêjê bi parêzin 
Þeva 21ê de pêtî ji destê te hilat
Reþiya diltengan sotand
Tîrêj li dûra te civiyan
Rengê evîna te sipiye
Pêtî yê ji yarê re ragihand

Te dizanî
Bersiv ji hestên wê difûrin
Beranberî roniya þahiya te tên
Hizreta bextewariyê
Sipî ji cama kirasê wê
Ǜ rengê çile
Ji te re bûn ala newrozê.

19,03,03







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3263