Newroz
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 ãÇÑÓ 2013
Mijar: Nûçe





Nûman Axîn

Zivistan çû 
careke din dem bû buhar
 
bi rengê kulîlkan 
hat neqþandin çiya û zozan


Diherikê ava zelal her dem
li nav çiya ji kanî û robar
 
Heyva avdarê hat bi rengê buharê
   
cejna welatê min bûye newroz
 
 
21 ê avdarê 
agirê newrozê vêxim
  
li deþt û zozanan
 
li nav gund û bajaran
 
Bilind bikim va rojê 
 
li tevayî cîhan
 
Newroz
Newroz xebate
 
newroz coþe
 
newroz þer û serhildane
     
li girtîgeha lêdan, kuþtin û zore
 
 
Newroz 
Newroz azad kir hêza dayîka me
 
Cihda kir dîrok û hebûna me.
 
Rizgar kir ev roj kawayê hesin kar
 
armanca dilê þewitî
bi hêvî kir
 
xwaka welatê medya 
nûjidar kir
 
Newroz
Newroz keda kawa yî 
û berxwedaniya mezlomê hemdem.
 
Nirxa te 
di dilê me de pir mezine
 
wek deryan
 
jîne mîna buharan
   
nayê gotin 
û nayê xuyan
 
Li cîhanê 
ez ê parvekim va cejnê     
li mirovan
 
bi zimanê bilbila û hozanan
 
li ser rûpelên pirtûkan
        
ez ê binivîsim cejna newrozê...
 
 
Bi romet 
pîroz dikim va cejnê
 
Al dikim
Kesk, sor û zer li cîhanê
 
Bangewazî dikim 
bi navê azadiya welat
 
aþitî ji bo mirovahiyê.
aþitî ji bo mirovahiyê.
 
 
Numanaxin@gmail.com 15.02.2009   Yûnan







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3257