Dîlbera bê hempayî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 28 İÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

Ji lehengiya navê te hînî sertîpên zimanê dayikê bûme, ji xaweriya rojhilatê min nasnameya xwe naskiriye, ji nû ve îro min zanî ku navê te li ser sitêrkan nîvisandiye, li bin tîrêja rokê min baneşaniya te ji nirxên azadiyê xwendiye, li bin sîtava çiyarêzan, ji nêv pendên Zendavesta, li ber perestgaha Laleş min tu çakbextir bînaye ku bi cil û bergên pêşmergeyan meşiqandiye, ji dara beriwê, ji bejn û bala sipîndarê, ji qebqeba kewê ribat, nanê tenûrê û sabûna şînokan min payebilindaya te destnîşan kiriye, û ji hinga ve min xwe ji zirnav û naznavên bê reng û watekelê bi yekcarî dawişandiye,  li ser tabloya paraztî, li sipîdeya roja paşdawî min şensê xwe şermezar kiriye.


    Lê hema şabextiya min her ewe ku kurdistan navê te ye, li ser eniya min bi tîpên zêrîn tomar bûye, li jora rûberê gogzemînê zindar û gerdûnî nîgar bûye, Ji heman zimanê dîlbera xoşewîst min pelgnameya xwe ya netewî wergirtiye, tew min tucar nevê ku yezdanê textê şahanî, bo xwe hilbijartiye ji navê te gewretir nepesinandiye, ezê qurta jehrê vexum û tucar navê te naguherim, ezê semawenda şîn û şahiyan li ser sîng û berê te bi çavgirtînkê bigerînim, di himêza serdeşt û zeviyên kesk û kaleşûv de, hemî alav û sedemên tenahiyê bicivînim, bela nermebayê hêwa seqa herêmê li min û te rewa bikî, û xwezka min zanîba bê çawa kesên rûdar rûmeta xwe bi dest ve anîne, wisa jî çiyayê bilind payeberziya xwe ji kîjan razan radest kiriye.

    Gelo çima xwe hinkûfî te nabînim, sûc û gunehê min çiye, li kîjan qûnaxa bextreş min buhayê te erzan kiriye, hemî azarên astengiyan, rencekêşana hevgariyan kelem û stirîdirkên arîşeyan, hemî cûreyên îşkenceyan, hemî kul û derdên bêzariyan, nûçe û agahiyên berbatan bi zor û kotekî min derbas krine, êca eger ku balend herdû baskên wî şikestîbin, ji xwe rekeh jê re ewletirîn war û cîye, neku mîna berxê ber kêrê li guranxaneyê bike firxîn, dev li zimanê xwe bikî, an jî mîna gulîstana ku min dîlbera xwe ya nazelîn jê çiniye, qet ne mîna tola ku li şensê xwe digerî, dipirse gelo çima evîn li deverê tewanbariye.

    Dîlbera min bawer bike îro ji nû ve min sedemên xeyda te naskirine, qad û asîman, av û ba tê de xirş û bêber mane, tenha li benda ku tu buharê bixwe re bînî, baranê li vê xaka ziwa bibarînî, cîhanê li min û xwe bike bihuşt û dilê min nema bixelînî, çendî tu şahlewendî û bê hempa afiriye, dîlbera ber dilayî dêmeku min xwe di nêv pertewên dilê te de rapêçayî, hin caran reng û kulîlk ji hev didexisin, pir bawerim ku tu jî weke min bi heman tştî hest dibî, bêtir jî dema ku şev li me dirêj dibî, û nema dikarî aram razê.

    Hatime dinê ku hînî ezmûneya jiyanê bibim, hogirîna warê evîndaran bipelînim, lê pir daxe ku li mirinê rast hatime, dixuye min bi tewşenbîrî jiyan hilbijartiye, min nikarî yadiyên heyaman yên paşdemayî jibîr bikim…loma hemî rê min pêrgî nemanê tînin, min digot qey tûjawireke sêwî ji herdû çavên te yên xumarî, wê bihêlin ku di toreya ronahiyê de li hev biherbilim, min hîç navê ku nîvê jiyana xwe vewestiyayî û bêhode, ango bêyî te biqedînim, û bi nîvê mayî jana poşmaniyê bikişînim.
    
    Îro-roj baravekî dijîm min bi yekcarî çêja xweşbextiyê
bo xewneke hêmen nemûçandiye, min guman dikir ku tê bihêle arezûyên te timî zêmdar bi hêla cobarên min de biherikin, wê xîn û xaweriya te min sermest bixînin, tê pêdariyên xwe bi firişteyan re çêbikî, tê bibe sersedemê ku bi xortaniya  xwe şabibim, jixwe tucar tu dilê min çar telaşî nakî, hîç nayê bîra te ku nexşeya min veçirînî, tê min û xwe  di koşka hezînê de weke hev li ser yek terezûyê biteqilînî.
   
    Erê jiyana derewîn, de ka vê carê jî were li rewşa min meyzekî, bê çendî li ber şek û pekan neçar mame, ji te dipirsim…? Çima tu bersiva min nadî, xwezka min zanîba bê ji kîjan cîhanê tu hatiye, te wisa bê perwa û paxav  binemayên bûneweriya min hejandiye, te ji xayz ve  şahdamarên dilê min nikder kiriye, lê hema çaxê ku çavên xwe digirim, tenha sawêrên te yên devliken dibînim, û dema ku guhên xwe paçik dikim, qîrdana halana te xweştir dibihîzim ey dîlbera dilovan, ayistanê bê hempa.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3249