Jina kurd û biryara siyasî li rojavayê kurdistanê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ÝÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



 Evîn Þikakî

Em tev dizanin ku jin hatiye li paþxistin, pirsa jinê pirsekî girnge,  û watedare li her wetatî, û li her derî tê nerxandin û giftû kirin,  gelek semînar û danûstendin li ser hatiye û têne gotin.
 di rewþeke weha de pir asteng û piroblem, hê jina kurd li ber xwe didê û xwe radigerê, û her weha gavên wê li ber sînora nayê rawestan, herdem hawil didê ku di hemî warê jiyanê de çi siyasî be yan civakî be xwe bide xuyakirin û diyarkirin, û wekîwekî jin îsbat dike,ji ber ku Jin xwe di bîne çavnêra serdema xwe  hezkirin, evîn û bêrîkirina wê Serdemê, û li ser wê dilgermiya xwe berdewam dimînê, mêwan di çînê, hizran diafirînê.


Gelo di rojavayê kurdistanê de heta kîjan redeyê rola jina kurd di tevgera siyasî de heye ?
 jina kurd gehiþtiya wê radeya ku bikare bibe xwediya biryara siyasî ?
ew çelengî û wêrekî û qehremaniya di þoreþê de dike gelo di siyasetê de jî kariye pirsgirêka kurdî bîne ziman û biþopîne ?
jina kurd li rojavayê kurdistanê tevlî tevgera siyasî bû dema ku yekemîn payrtiya siyasî hate damezra ndinin di sala 1957 de, lê ev bejdarbûn û derbasbûna jinê bi riya bavê wê bû yan birayên wê yan jî hevjînê wê yên ku ew bi xwe endamek bûn di wê partya siyasî de, ji ber ku jin ne xwediya biryara xwe bû ku ew bibe endama partiyekî siyasî û nejî rêxistineke civakî, hetanî salên heþtiyê ji nûve wateye karê siyasî li cem jinakurd hate zelakirin û li azadiya xwe wekî jin xebitî, her weha hebûna rêxstinên jinan di tevgera kurdî de pencerk bû ku jin li ser doza xwe û her weha pirsgirêka xwe wekî jin raweste û bi nerxîne.
em tev dizanin  ku civaka me civakeke ne azade, û wek civak em li dergehê azadiyê didin lê berî wê jî dergehê azadiyeke netewî heye  yanî em di Karin bêjin têkalziyek di nav bera pirsa azadiya netewî û civakî de heye, lewma di baweriya min de jina kurd weku niha  bi hêz û werekiyeke bê hemba tevlî þoreþê dibe û bi hijmareke mezin bejdar dibe, tevî wehajî  ev nabe wateye ku dikare vê rolê di siyastê de û standina biryara siyasî  de bike û bîne zima yan careseriyekî bibîne.
Di damezrandina encumenî niþtîmanî kurdî li Suriya sala 2011 de hijmara endanên jin pirkêmbûn di kongira yekemînde, lê di kongira duyemîn jimar pitirbûn, dîsa ev nayê wateya ku jin xwedîya standina biryara siyasî be helbet evjî vedigere gelek sedeman .
Lê niha hawildanên baþ hene ji hêla jinan bi xwe ku jina kurd tevlî jiyana civakî û siyasî û her wisa aborî bibe  di rêka dezgehên sivî û komele û rêxstnên jinan, da her jinek bibe xwediya biryara xwe û rolekî xwe yê mezin bilîze û asoyên be fireh di esîmanê azadiyê de veke û gavên xwe bi wêrekî bavêje, her weha bibe  xwdî ezmûneke serbixer da bikare rola xwe di hemi qadên jiyanê de bibîne û pirsgirên xwe çareser bike û bîne ziman.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3237