Pênûsa Nû hejmara 9an derket
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ÝÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 9an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.
Di hejmara 9an de çîrok, gotar, dîrok, helbest û gelek celebên din ên gelek nivîskaran hene, mîna lêkolînan û bîr û boçûnan.


Gelek nivîskarên mîna; Dr. Ehmed Xelîl, Hoþeng Broka, Lewend Dalînî, Serhan Îsa, B. Cigerxwîn, Mizgîn Hesko, Yehya Elewî Ferd, Celal Emîn, Ezîz Xemcivîn, Newaf Mîro, û gelek nivîskarên din di rojnamê de nivîsandine. Her wisa ji zargotina kurdan me çîroka ‘’Jin û Þêr’’ belav kiriye.
Me vê carê ‘’Feqiyê Teyra" ku yek ji kilasîkên kurd e bi we daye nasîn, her wiha hin helbestên wî yên bijartî.
Her wiha me herêma’’Mezopotamya’’ di vê jimarê de bi we daye nasîn, bixwînin û ji nêz ve wê herêma dîrokî binasin.
Gav bi gav em ber bi we xwendevanên hêja ve diçin, bi hêvya ku hûn jî gavên pîroz ber bi zimanê xwe yê þêrîn ve bavêjin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Zimanê me, hebûna me ye.

www.penusanu.com
06.02.2013
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3236