Bijîjkên kurdan ne xwînmij û revokbin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÝÈÑÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Luqman yûsif

Bi derbasbûna bitir ji sal û nîvekê di ser þoreþa sûrî re gelek tiþtên veþartî û nixumandî vêvirîn .
Ew bixwe hêjaye gotinê ku em li ser hertiþtî rawestin û her tiþtî ji gelê xwe yê perîþan re zelalbikin û bidin xwya kirin ,lê mixabin dil bikule û nayê milan ku em berê xwe bidin hemî holan .


Ji ber wilo mirov dikare berê xwe bide hin holên giring û kêmasiyên tê de heyî bide xwyakirin .
Ji holên herî giring û girêdayî bi jiyana gel ve hola bijîjkên kurde.
Ev bijîjkên ku di demên bihûrî de em bûbûn pesindar ji wan re û me serê xwe bi hijmara wan bi taybetî li bajarê Qamiþlo bilindikir, ne li gor mercên demê derketin ,û ji gelê xwe re dane xwya kirin ku ne yên rojên giranin û hêviyên bi wan re ber ba çûn!.
Ne ku em di roja îro de bêbextiyê li van kesan dikin û dixwazin hestê wan birîndar bikin na. Lê ya rast ew e ku me ji wan dixwest û gel jî ji wan bi hêvîbû ku ew di roja giran de li gelê xwe bi xwedî derkevin û bimînin li gor hêviyan.
Tevî ku evan bijîjkan di dema bihûrî de gelek xwîn miþtin ,berîkên perîþanan valakirin û rojekê ji rojan bi çavê mirovatî li wan meyzenekirine jî (ji bilî çendekan ji wan û bi taybetî di bûyerên Qamiþlo de sala 2004an) ,em dikarin bêjin ku ewan karîbû xwe ji gemar û qirêja bi wan ve girtî biþon û ji nûv re bidine ser rê ya rast di xizmeta gelê xwe de .Ev gelê ku îro li ber þek û peka ye û bûye nîþan ji dijmin re. Lê sed mixabin ewan xwe li ber tengasiyê ne girtin û jiyana xwe bi ya gelê xwe ve girênedan. Berê xwe dane deverên xweþiyê û  de ku ew wê bimînin xwîn mij û revok, û di dawî de em tînin bîra wan ku vegera ji þaþiyê paktire ji xirabiyê.!?.
Ev bangeke ji her bijîjkekî re ji bo li xwe ve gere û hiþyar be ,tengasiya gelê xwe bîne ber çavên xwe û di êþ û janên wî de bipûnije,û heger ew di tengasiyê de li ber bar ne rabin, ji xwe di frehiyê de wê ji me re ne gerek bin, û ewê her û her di çavên me de bimînin biçûk û bê kêr.
Di dawî de gotina me ji bijîjkên bêkêr hey ku nebin asteng di pêþiya yên baþ de ku ew karibin bidin ser þopa bijîjkên me yên dîrokî, mîna Dr Nafiz Beg û Dr Qasim Miqdad.?.    







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3233