Lîstik ên ku civaka kurd tertûbelav dikin berdewam in !
Dîrok: ÇáÎãíÓ 10 íäÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Vê carê jî wek carên din, rêxistin û saziyên xortan, yên ku xetîra þoreþê li kolanên rojavayê Kurdistanê, pêxistin, bilindkirin û gurrkirin, xwe ji hêla " partiyên kurdî" ve mexdûr dibînin. Ji xwe ev partî karê wan ew e, bihên li ser xwarina hazir û xwe bikin mazûlvan.
Ev hiþmendiya fen û fût û bêbextiyê ji rêjîma baas wergirtine.
Diyar e ta ev hiþmendî û hilgirên vê hiþmendiyê xwe bikin berpirsê pirsa kurdî, wê berê me li xerabiyê û parçebûnê be û em ê bi pirsên rêxistinî yên biçûk ve girêdayî bin, em ê pirsa xwe ya sereke, ku mafê miletê me ye û xelasbûn ji bin zulm û zordariya vê rêjîma xerab ya kujer e, jibîr bikin.


Ya rast wê ev partî bi mebest pirsê bidin jibîrkirin, jiber hin bi hin diyar dibe, ku ew hîn jî jî pîlanên rêjîma Asad û basiyan birêve dibin. Ez nizanim, ta çi radeyê ev partiyên heyî bawer in, ku ev rêjîm wê biçe? An jî bawer dikin, ku ew jî biçûna rêjîmê re wê biçin? Alav û rêbazên ev partî bikar tînin, wek yê rêjîmê ne. Ew jî dixwazin, her karek hebe di bin sîbera wan re derbas bibe. Ew jî hemî qadên civaka kurdî jihev dûr dixin. Ew jî bîrûbaweriyên cuda di nav xwe û ji derveyî xwe qebûl naki. Ew jî dixwazin xudanê hemî tiþtî bin.
Ev dem ne ew dem e, ku berpirsên partiyan bi gotin û nivîs û beyannameyan, milet bidin bawerkirin,  milet bixapînin, ew jî jiber gelek sedeman:

1. çavkaniyên ku mirov ji wan agahî û zaniyariyên xwe werdigire gelek in.

2. Asteya her mirovekî bi sedema hebûn û hemerengiya wan çavkaniyan zû diyar dibe

3. Piþtî heriftina çend rêjîmên totalîter, êdî danedûvbûn, bi çavkoratî kêm bûye.

4. Li gorana kar û xebata li ser erdê û her yekî çi bo miletê xwe pêþkêþ dike, tête nirixandin.

Ev hemî tiþtên me gotin, sazî û grûpên xortan ji kêmasî û gunehên wan, wan jibo vê rewþa xerab bêpar nahêle û efû nake.

Jibo ev rewþ zelal bibûya û bibe, grûp û saziyên li kolanan bûn û hîn jî li wir in, diviya destên xwe deynin li ser birîn û kêmasiyan, xudanên gunehan bihatine eþkerekirin.

Pirsa herî girin:

-  B çi ew grûp xwe nakin yek û ew bo xwe sîwanekê çênakin, daku bihêz digel van yên wan dûr dikin biaxivin?!

-  Bo çi beyannameya wan 4 nav li ser in?

-  Kanîn navê grûpên din?

- Ka van grûpan çi projekt zêdeyî van partiyan pêþkêþ kiriye?

-  Sedemên nebûne yekrêz çi ne?

-  Ka saziyên xortan kengî dê bibin xwedî startîjî û bernameyekî, ku vê rewþa niha baþtir bikin û milet, bikêmanî karibe baweriya xwe bi wan bîne?

-  Têkiliyên wan bi milet re çawa ye?

-  Çi bo milet di vê rewþa xerab de pêþkêþ kirine û dikin?

Ev pirs hemî li ber dergehê saziyên xortan in û eger bikaribin van pirsan an jî hineke ji wan pirsan çareser bikin, bo nimûne sîwanekê bo xwe ava bikin, bêy ku kesek dûrî wan bikeve, hinga wê li ser asteya gel, hundur û derve piþtigran bo xwe bibînin!







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3219