Werin Em Di Bîranîna Osman Sebrî De Bibin Yek!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 05 íäÇíÑ 2013
Mijar: Nûçe



  Konê Reþ

Bi helkeftina ku di roja (05.01.20132)an de, 98 sal di ser roja bûna rewþenbîr, helbestvan û têkoþerê kurd Osman Sebrî re derbas bû û her wiha ku îsal jî 20 sal di ser roja mirina wî re derbas dibe, bi min xweþ e ku ez bi van çend gotinan Apo Osman Sebrî bi bîr bînim.

Osman Sebrî yê ku di nav me de bi du xisletan hatiye naskirin; rewþenbîrî û siyasî û jiyana xwe di van her du xisletan de winda kiriye.. Anku jiyana xwe kiribû ardû ji azadiya welatê xwe re..


Erê, Osman Sebrî evê ku tev jiyana xwe di ber welat û welatiyên xwe de xerc kir û bi taybetî di ber kurdên sûriyê de..

Mirov dikare bibêje ku ew yek bû ji beþdarên serhildana Þêx Seîdê Pîran di sala 1925an de.. Endamekî komela Xoybûnê bû û lehengek ji lehengên þoreþa Agirî bû di sala 1030î de.. Duwemîn nivîskarê kovara Hawara mîr Celadet Bedirxan bû, piþtî Qedrî Can.. Ji kurdên Rojava, ew yê tekane bû ku di sala 1936an de, desthilata Fransî di sûriyê de ew surgûnî Felestîn, Arîterya û Medageþker kirin.. Demezrênerê sereke bû ji (PDK) li Sûriyê di sala 1957an de..

Erê, ew bû ku gotiye:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
 Hêjaye bibim lawê Kurdistan.

Û 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car li Sûriyê hatiye surgûn kirin..

Sed mixabin ku roja îro rêkxistinên me yen siyasî, nikarin tev bi hev re bîranîna Osman Sebrî pêk bînin û yekîtiya gotina xwe diyar bikin..!! Xweþ bawerim ku em karibin di bîranîna Osman Sebrî de bibin yek û bi hev re bîranîna wî ji gelê xwe re bînin ziman, hingê em ê karibin gotina xwe jî bikin yek..
Vêca wek rêzgirtin û wefadarî ji kar û xebatên wî yên rewþenbîrî û siyasî re, ez wî bibîr tînim û welatiyên xwe agahdarî nav û þanên vî lehengê kurd dikim.. Ji ber ku yê li kevnê xwe nepirse, neparêze û lê bixwedî dernekeve, zore ku karibe di rojên ayinde de tiþtekî çak û durist ji civaka xwe re pêþkêþ bike..

Em Osman Sebrî û kesên di bejna Osman Sebrî de ji kevnên xwe dibînin.. Ew cihên payebilindbûna me ne û ta ji me bê em ê li wiha kevnên xwe bi guhdan û miqatebûn bin û em ê wan bibîr bînin..

Cihê Apo Osman Sebrî buhiþta sermedî be.


 Ez û Apo Osman Sebrî di sala 1989an de.

Fermokin vê helbesta Apo Osman Sebrî ya bi navê (Feleka Bêbext), bixînin:

Feleka bêbext þikand darê min

Nema kes rûnþtî li ber arê min


Ji du hezar salan heya bi îro

Azadî nema di nav warê min


Zarokên bêbav bi find û xapan

Ji berhev xistin dost û yarê min


Qenc û çakên min tev dane kuþtin

Qelandin riça karguzarê min


Serek û rêber di welêt neman

Li erdê hiþtin koç û barê min


Ji hev perçe bû Kurdistana gewr

Ket nav destê çar neyarê min


Kirine guneh bi kurdî peyvîn

Wan divê rakin; ziman zarê min


Dewlemendê min hate þelandin

Ji welêt derket tev zîvarê min


Ew kesên ku xwe mezin dinasîn

Roja teng nebûn bendewarê min


Çend heb ji wana; mabûn di meydan

Îro tev revîn ji ber barê min


Hinek ji wana bê þerm û fihêt

Bi destê neyar bûn sîmsarê min


Dixwazim îro bi hîzebûnî

Bi derxin kurdan ji ber karê min


Qirak, tot û kund ketin warê min

Koleyên kolî kolîdarê min...


Qamiþlo / 05.01.2013

  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3213