Þerafettîn Elçî wefat kir
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Parlementerê Amedê û Serokê Giþtî yê KADEPê Þerafettîn Elçî jiyana xwe ji dest da. Elçî demeke drêj bû ku bi nexweþiya pençeþêrê re têdikoþa. Elçî li Enqerê li Nexeþxana Medicana çû ser dilovaniya xwe. 

Þerafettîn Elçî kî bû?
Siyasetmedarê Kurd Þerafettîn Elçî, di sala 1938 an de li Cizîrê hate dinyayî. Dibistana Serete li Cizîrê, lîse li Mêrdînê xwend. Elçî, Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqereyê qedand. Heta demekê li Amedê parêzerî kir.


 Di sala 1977 an de cara ewil li Mêrdînê wek parlementer hatibû hilbijartin. Di salên 1978 û 1979 an de Wezaretiya Avadaniyê jî kiribû. Di heyama 12ê Îlonê de hate girtin. Di heyama wezaretiya xwe de çima ku got, "li Tirkiyê Kurd hene û ez jî Kurd im" hate darizandin û 2 sal û 3 meha ceza xwar. Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011 an de li Amedê wek parlementerê serbixwe hate hilbijartin.

AvestaKurd






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3205