Zarokên Kurdistana Rojava dimirin, alîkariya we pêwîst e!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 22 ÏíÓãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Sîrwan H. Berko
 
Ev demek e ku rewþa gelê kurd li Kurdistana Sûriyê gelekî xerab e. Ew ji hemû aliyan ve hatine doprêç kirin. Encama vê doprêçkirinê ew e ku gelê kurd ji pêdiviyên bingehîn ên jiyana rojane bêpar mane. Di van rojên sar de mazota ku ji bo parastina ji sermayê tê þewitandin, li bazarê nema peyda dibe; eger hebe jî, bi nirxên gelekî giran tê firotin. Qîmeta pereyên sûrî ji xwe nema ye.


Ji aliyekî din ve nan, þîrê û xwarina zarokan, derman û pêdiviyên din li bazarê nema peyda dibin. Gelê kurd, û bi wan re Ereb û Filehên li herêmên kurdî, di qeyraneke insanî ya mezin de dijîn. Ew hêdî hêdî dimirin, eger alîkariya wan neyê kirin.
Rola PYD/PKK di vê rewþê de gelekî xerab e. Wek hêza xurt a çekdar li herêmên kurdî hertiî hertiþt ketiye bin kontrola wê û ew benzîn, mazot û xazê kontrol dike û ji bazirganan para xwe distîne. Herweha ew pere û gumrikê ji her kesî distîne, ku derbasî Herêma Kurdistana Iraqê dibe yan ji wê derê mazot û tiþtên pêwîst bi xwe re tîne. Her kesê ku derbasî herêma Kurdistanê dibe, divê 2500 lîrayên sûrî bide, ango dora 30 dollarên emerîkî. PYD/PKK desthilata xwe li dijî gelê kurd bi kar tîne û tevgera wê ne li gor berjewendiya welatiyan e. Partiyên din ên di Encûmena Kurdî ya Sûrî de bêçare ye û nikare tiþtekî li hemberî zordariya PYD/PKK bike.
Ji ber vê yekê pêwîst e ev gav bên avêtin:
1.   Divê Herêma Kurdistana Iraqê dergehên xwe ji bo derbaskirina pêdiviyên rojane ji bo Kurdistana Sûriyê veke. Divê ew vê yekê bi awayekî kontrolkirî bike û rê li ber PYD/PKK bigire ku pereyan ji xelkê bistîne û gumrikê bavêje ser tiþtên ku derbas dibin. Divê serokatiya Herêma Kurdistanê vê kêþeyê çareser bike û rêyên pêwîst peyda bike.
2.   Divê dext li ser hikûmeta Tirkiyê bê kirin ku dergehên sînor ê di navbera Nisêbîn û Qamiþlo de û yên li devera Kobanî û Efrînê ji bo derbaskirina alîkariya pêwîst veke.
3.   Divê kontrol bê kirin ku nirxên mazot û xwarin û dermanan li gor taqeta welatiyan be. Nabe ku ti hêza siyasî yan jî bazirgan ji rewþa xerab a gelê kurd li Sûriyê sûd bigire.
4.   Divê gelê kurd li bakur û baþûrê Kurdistanê û revenda kurd li Ewropa û Emerîka bi erkên xwe yên insanî, wijdanî û neteweyî rabin û gelê kurd li rojavayî Kurdistanê di vê rewþa xerab de bitenê nehêlin. Ji bo vê yekê pêwistiya bi sazkirina komîteyên alîkariyê heye.
 
Kurdên Rojava tim bi erkê xwe yê insanî, wijdanî û neteweyî rabûye û radibe. Îroj roj ji me tevan tê xwestin ku em wan bitenê nehêlin. Kurdistana Rojava tim wargehek bû ji bo welatparêzên kurd ji seranserî Kurdistanê, bi taybetî yên ji bakur û baþûrê Kurdistanê. Ew xwedî li we derketin, niha xwedî li wan derkevin!
 
Ji bo peywendiyan û agahiyên bêtir li ser rewþa li Kurdistana Sûriyê:







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3201