Evro berya Sibe
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 äæÝãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Li Tirbespiyê û li serêkaniyê û her deverên din yên rojavayê Kurdistan, pilaneke qirêj destpê kiriye. Ew pilan dibe gelek tê de beþdar bin, dewleta Tirkî (bihêztir bûye, piþtî gireva birçîbûnê, ku karekî siyasî, sivîl gelekî mezin e, kariye stûna qayim ya dewletê biþikîne), þovenên ereb û hêzên tariyê, lê eger em kurd hemî berjewendiyê kurdayetî li ser hemî berjewendiyan re bigrin, kesek nikare cihê me yê layîq ji me bistîne.


Lewra pêdivî ye PYD ( hêza gel) û hemî hêzên ku birastî heyî û yên qels jî, îro, piþtgiriyê bidin hev û rikberiyên xwe bidin aliyekî ( nejibîr bikin, çunku tu kar bêrxne serrast nabe), li ser xalên wan digihîne hev, bi hev re kar bikin û guftûgoyê li ser tiþtên ku  dûrî hev in, bi biratî, bikin.  Di baweriya min de ev çend xalên jêr pêdivî ne:

1. Nabe hêzek, çendî mezin be, bi çavê biçûk li mirovekî bi tenê jî binere, çunkî ew kes bi xwe jî hêzeke wî heye û dikeve ser hêza gelek û gelektir dibe

2. Pilanekî birêk û pêk li ser çawaniya rêvebiriya herêmê bidin guftûgokirin, digel ku pêdivî bû, eve ji zû ve bûbaye, lê tiþtê ku bihê, çendî dereng be jî, baþtir e ku nehê

3. Komîteyên sivîl, civakî, siyasî û aborî, li her taxekê û li ser asteya gund û bajaran damezirînin, daxwaza alîkariyê bikin û bi taybetî ji xelkên kurd li Europa, daku ew jî bizanibin ku têkiliyê bi kurdan re û ne tenê bi hêzekê re dikin.                                             Bo nimûne, dibe hinek di bîr û baweriyên xwe de, di gel hêzekê ji wan hêzan nebin û dema ew hêz li alîkariyê bigere, yê nedigel nemcbûr e bide, lê dema bibînin kurd hêzeke û hemî tê  de beþdar in, êdî dana alîkariyê dibe erkekî exlaqî û mirovayetî û niþtîmanperwerî.

4. Komîteyekê li seranserî rojavayê Kurdistanê ji 3-5 kesan, ji welat damezirînin, ku birastî rewþenbîr û zane û xwedî karîzme bin, bila ji derveyî partiyan jî bin, bête damezirandin( divê Partî jî li ser sîbera xwe çem bikin) û bihên , bi alîkariya kesin çalak li revenda kurd ji derve, li Europa û USA bigerin, jiber ev herdû hêz xwedî biryar in.

Encam:

Wate destdaneheva me, dikare me berbi asoyekî baþtir, aþtiyanetir û bisûdmendtir dibe û em ji vê tomikê bi kêmtirîn zerar derdikevin.
Nabe kurd dijminatiya hev bikin û derve jî, diranan li wan disîqirînin û dixwazin zeîf bibin, daku êdî bi ser wan û cihê wan de bigrin û pilanên ku rêjîman nikarîbû li dijî kurdan pêkbînin, li kêliyeke xewa kurd, kurd êdî hemî tiþtî ji dest bidin.

Ya giring, ku em kurd, bi bîrûbawerî, xwedî armancên zelal bin û vekirî jî daxwazê bikin, ku ev guhurîna dîmografî ya li herêmê çêbûyî vegere wek berê, eger em, jiber sedemeke siyasî demkî, nebêjin jî, lê dibe li ser xakê kar bêne kirin..

Tenê, em kurd dikarin mafê xwe bistînin, ku em bi hêz bin, lê eve nayê wê wateyê, ku em nedigel þoreþa Sûrî û wan tevger û kesayetiyên xwedî bîrîûbaweriyên mirovane bin.

Îro, em ji çûna rêjîmê sûdmend dibin, lewra pêdivî ye, digel wan hêzên ku dixwazin rêjîmê dabixin, tenê ji ber rêjîm dîktator e û ev 40 salî jiyana siyasî li welêt kuþtiye, kar bikin û wek hemî xwedî agendê xwe ne, em jî xwedî agendê xwe bin û bêguman hinga wê agendê me û yên wan jî di xalnan de bigihin hev û di wan xalan de alîkarî hebe baþ e û pêdivî ye jî.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3174