Serê Kanyê û rûreþiya me
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 14 äæÝãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Pêþiyên me ji berê de gotine ‘’Giya di bin keviran de namîne’’. Serê Kanyê giya ji bin keviran derxist û derew û durûtiya hinan eþkere kir ku herêmên kurdan hîna rizgar nebûne, û heçê tiþtekî din dibêje xewnan li ser leylanê ava dike.
Dêmek Serê Kanyê ji bo cara duyemîn ji aliyê Artêþa Azad ve tê rizgar kirin, piþtî ku Pkk cara yekemîn rizgar kiribû, dêmek Artêþa Azad bajar ji Pkk rizgar kir. Cara yekemîn dilopek xwîn nerijiya, di dûv re diyar bû ku hêzên Esed hîna jî di bajêr dene û rizgarakirina ji aliyê Pkk ve mîna radestkirin û parkirinê bû.


Artêþa Azad þaþiyek mezin kir derbasî Serê kanyê bû, bû bihane ji rêjîmê re ku bi tang û top û firokeyan li malên sivîl û bêgunehan bide û zarokan bikuje.
Wek çilo Artêþa Azad mahne da rêjîmê ku li bajêr bide, her wisa Pkk mahne da Artêþa Azad ku bikeve Serê Kanyê û bajêr ji her du hêzan rizgar bike, ji hêzên rêjîmê û ji yên Pkk.
Rizgarkirina Serê Kanyê ji hêzên Pkk dikarîbû ji bo wextekê li paþ bikeve, ta piþtî rûxandina rêjîmê, wê wextê dê firokeyên wêranker tunebana û dê zarok, jin û kal nehatana kuþtin.
Sûnc û gunehê Encûmena Niþtimanî ya Kurd û Pkk di ketina Artêþa Azad bo Serê Kanyê de heye, eger wan Serê Kanyê ji hêzên Esed rizgar bikirna, mahne ji Artêþa Azad re nedima. Çi tê û bê serê me ji dû kiryarên me yên þaþ e.
Di gelek xwepêþandanên aþtiyane de li Serê kanyê, xelkên bajêr bang li Artêþa Azad dikirin û kêfxweþiya xwe bo hatina wan diyar dikirin, daku bên bajêr ji hêzên Pkk rizgar bikin, hêzên ku bi kiryarên xwe yên þaþ xelkên bajêr mecbûr kirin ku banga xwe bibin Artêþa Azad.
Ana sê hêz di bajêr û derdorê dene, hêzên Pkk, hêzên Artêþa Azad û hêzên rêjîmê, vêga xelkên Serê kanyê divê bajêr ji her sê hêzan rizgar bikin.
Bi texmîna min serpêhatiya Serê Kanyê dê li bajarên kurdan ên din jî dubare bibe, çimkî hal û rewþa wan bajaran eynî ya Serê Kanyê ye.
Têbînî: Mixabin ta ana serok û rêberekî kurdan neçûye serdana Serê Kanyê û li wir nehatiye dîtin.
11/11/2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3173