Kurd û qûnaxa dîrokî
Dîrok: ÇáÃËäíä 29 ÃßÊæÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Tengezar Marînî

Em kurd di rewþeke pir..pir hestiyar û metirsîdar de ne.. pêdiviye her yekî peyvên xwe bixe mêzînê berya ku bibêje (Mixabin netêgehiþtina tevgera kurdî ya partîtî em gihandindin vê qunaxê). ev derfeta îro hatî dibe 100 salên din nezivire... lihevsorbûn berê kurdan dide malmîratiyê û kembaxiyê.. kesek bi tena xwe di vê qûnaxê da nikare biryara ji dêvla milet ve bistîne (çendî zor û gelek jî be).Tirs û terorkirin û birayrên zarokane jî dê ziyaneke mezin bigihînin gelê me...


 Ya rast berya herkesî PYD divêt dest ji van karê ku ne di xizmeta berya hertishtî wê de ye û ne di xizmeta gelê kurd de ye (mîna : kuþtina çalakvanan û revandina wan, devgirtin, êrîþa li ser cihê partiyan--) berde û bizanibe, di dema niha da yê li hemberî mafê Sûriya bi gishtî û kurdê rojava bitaybetî, tenê rêjîma Sûrî ya devbixwîn e, nayê wê wateyê, ku mirov hesabê xwe yê herêmî jî li ber çavan negire.. lê dubare îrooo Rêjîma Baþar ew e yê gunehkarê vê qirkirinê ye.. li hêla din jî nabe û neduruste jî rêaksiyona partiyên din li hember PYD bibe rêaksiyoneke dijminan e, ji ber em dê êdî bosîla kurdewariyê û kurdîniya winda bikin..
Bi hêviya ku hemî li Hesabê û karê xwe vegerin û gavên xwe bi hiþyarî bidin.. sûda me kurdan tê de nîne, ku em þerê leþkerên Sûrî yên Azad bikin, lê sûda me di wê de jî nîne, ku hinek ji kurdan digel leþkerên Sûrî yên azad û neazad li dijî PYD þer bikin... di encamê de em kurd zirarê dibînin û þoreþa Sûrî ya jibo azadiyê rabû ser xwe ew jî zerarmend dibe....







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3164