Cejnane
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 26 ÃßÊæÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



  Ji kurdî: Qadir Egîd   

Ey cejnê  ….   "
Eger  şahiya zarokan ji rojên te çû ava.   
Here û careke dî  veneger…! "      

Piştî ku karkeran karê xwe bidawî kirin, xwediyê kar bang wan kir, ta ku kirya wan bide wan, nemaze ku cejn nêzîk bûye.


Di dawiya  guftûgoyên  di navbera karkeran û xwediyê kar de, li ser kirê û pehrxwariya ku bi serê wan de hatiye, bavê Şukrî bi pêbijiya xwe qayil bû, dest da kaxez-pereya ku ji beriya çend heyvan de dest nedayiyê, û di dilê xwe de got:
 "Spas ji bo Xwedê…!"

Di riya vegera malê de, di xwestekên kufletê xwe yên mezin de ramiya, gello wê goşt yan mirîşkan, şekir yan cil û bergên cejnê ji zarokên xwe re bikire? Xaniyê xwe yê rengvemirtî bi rengekî nû boyax bike, yan wê tej û palgehan ji bo odeya mêvanan bikire?
Gelo…û gelo.. û gelo..!

Wisa xwestek lê pir bûn ta ku bûn mîna çiyayekî bilind, bavê Şukrî -tevî kaxez-pereya xwe – mîna  zuxurekî piçûk li hember xuya kir.
Dema gihişt malê, pîreka wî, kulîçeyên cejnê yên ku bihna wan li her derê belav bûbû amade dikirin, lê bavê Şukrî – vê carê – bi wê bihna xweş ya ku mizgîniyê dide xelkê bi hatina cejnê mezedar nebû. 

Pîreka wî ew vexwendî firavînê kir, lê dilê wî ji xwarinê girtî bû. Mezedariyên cîhanê tev de nikarin talbûna destengî û bêbeşiyê ji qirika bavekî ku nikare cilên cejnê ê nû ji zarokên xwe re bikire bibe.

Çixareyek vêxist, bi peyala çayê re kişand, ji nû ve ramiya:
" Xwedê mezin e, di cejna bê de – Xwedê bêje erê – wê karûbarên min çak bibin.

Bavê Şukrî wisa hêvî kir, dûv re, kaxez- pere ji bêrîka xwe derxist, baş lê nerî, ji kaxeza kevin û qermîçî re got:
" Ey pepûka nalet-lêhatî, te çiqas êş di ciwaniya xwe de kişandiyî, tu li çiqas dest, cih, û dewr geriyayî, tu pîr bûyî, lê te saw û hêza desthilatiya xwe wenda nekiriyî".

Sê roj ji cejnê re mane, lê bavê Şukrî biryar daye ku berg, şekir, û goştê cejnê bi deyn bikire, û kaxez- pereyê mîna cejnaneyekê ji zarokên xwe re bike nişkavîk.

Ji bo ku xerc neke, û cihekî misoger jê re bibîne, biryar da ku dûrî bêrîkên xwe  û di devereke asê de veşêre.
Dest bi lêgera wî cihê asê kir, lê bi ser venebû. Di dilê xwe de, bi henekî got:
" Spas ji Xwedê re, ku gelek ji van kaxezan li bal min peyda nabin, gello min ê di ku de veşartaya…!?"
Paşî, biryar da ku di odeya piçûk de, ya ji kelpîç û pûş hatiye avakirin, di nav livînên xewê ên ku pîreka wî li ser kulînê rêz kiribûn veşêre.
 Bêdeng kaxez pêça, xist nava lihêfa sor de, û ji bo kirîna xwarnê  ber bi sûkê de gindirî.
Şeva cejnê hat, bavê Şukrî xwest cejnanê derxe ji bo xurde bike, û sibeha cejnê têxe destê zarokên xwe de.
Derbasî  diravgeha xwe bû, ta ku pişkê xwe yê sêwî jê bikişîne, lê….Loherêêê! Tiliyên xwe di nava obereyê de rakirin, mixabin, vala vegeriyan, kaxezê jê baz daye! Lê bi ku de..? Vê yekê ew mat dihişt, gelek caran hewl dida ku bigire, lê hemû hewldanên wî têk diçûn.

Bang pîreka xwe kir ta ku jê bipirse, lê pîreka wî bi yekcar tu tişt li ser nezanîbû. Dema tawaniyên mêrê xwe bihîstin, dest bi girî kir, û jê re teqez kir ku ta zarok jî nikarin bi karekî weha rabin, ji ber ku ew xweş zarokên xwe nas dike.

Wisa, berî ku cejn were, cejnane wenda bû, dilxerabî û dudilî ket cihê wê de!
Gello bi ku de çû? Kê ew hêviya piçûk ji wê mala xemgîn dizî..?

Sibeha cejnê xemgîn hat, û dema ku dengê bangdanan ji mizgeftan bilind dibûn, bavê Şukrî lêborîn ji Xwedayê xwe dixwest, qet bi çêja cejnê nehestiya, herweha pîreka wî jî ya ku wê şevê xew bi çavê wê  nebû.

Zarokên wî mîna pinpinîkên rengîn bi hevalên xwe re derketin, li mal û kolanan geriyan, cilên cejnê ên nû bi kêfxweşî bi ser bejnên mîna gulên beharên yên teze de berdan, bihna şekirê cejnê ji wan difûriya.

Cejn bi lez derbas bû, lê pirs li dar ma, û bersiv ta payîzê jî bicî nehat.
Di rojeke payîzî de, dema ku diya Şukrî hundir dida hev, çavê wê li dîmenekê ket, wê qet bawer nekir, lewra bang kir û giriya:
Bavê Şukrî….Bavê Şukrî…!
Mêrê wê bipirs bazda li bal, jinê tiliya xwe nîşanî quleke di e‘rda odeyê de kir, bavê Şukrê matmayî pêş ve çû, dûv re serê xwe hejand, li pîreka xwe neherî û got:
Ew cejnane ye..!
Jihevûdûketî bi ser vebûn, hindek perçeyên wê li derdorê qulê belavkirî bûn, diya Şukrî di vir de bi kêf bang mêrê xwe kir:
  Îro cejna me ya rasteqînî ye, spas ji xwedê re, nuha ez dikarim kêfxwş bibim…
Bavê Şukrî bi ken baş li termê cejnanê neherî û got:

gellî mişkan….Ta hûn jî…Mafê karkeran dixwin…!!??
 
Diya Şukrî bermahiyên pera dane hev û di ber xwe de gazin kirin, lê bavê Şukrî dest li milê wê xist û bi tenazî jê re got:

Divê ku em goreke xweşik jê re bikolin, de ka rabe em karê binaxkirinê bikin, dilovaniya xwedê lê, li me, û li cejnaneya ku em qet li ser naêşin bibare.      

Ji berhevoka (Wendabûn)
Nivîskar: Mihemed Elî Elî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3162