Bû du car Ismaîl Omer dimre!
Dîrok: ÇáÃËäíä 22 ÃßÊæÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Li pêþî dixwazim bêjim ku hin mirov du caran dimrin, mirina rastîn û ya din ku mirov dikare bêje; wexta ji aliyê dost û hevalbendan ve tê jibîrkirin û piþtguhkirin.
Eynî gotinê mirov dikare li ser nemir Ismaîl Omer bêje, ango bû du car dimre, çilo û çawa?
Isma`îl Omer di jiyana xwe de kesayetiyek giþtî bû, di nav kurdan de dihat hezkirin û pejirandin, bê ku mirov ji bîra bike ku serokê Partiya Yekîtiya Demuqrat bû, lê cuwamêr dikarîbû xwe bixe dilê her kesî, lê.


Piþtî mir partiya wî ji bo cara duyemîn ew kuþt, wexta derfet û alîkarî neda ku gel, cemawer û hezkirên wî xwedî lê derkevin, belkî li hin deveran bû asteng jî. Partiya wî ew kir samanê xwe û kesayetiya wî ya dîrokî, giþtî û hezkirî di hindurê partiyê de piçûkkir, xeniqand û nehiþt bibe samanê tevaya gelê kurd.
Li Europa jî partiya wî du caran ew kuþt, wexta neheqî lê kir û 40rojî, yeksalî û dusaliya wî lidarxist, dîsa kesayetiya wî ya giþtî û kurdperwer û hezkirî di nav peyv û gotarên partiyan ên bê helwest û bawerî de winda kir. Partiya wî nebû alîkar û ne jî derfet peyda kirin ku hezkerên wî, gel, nivîskar, rewþenbîr(nemir gelekî dost û piþtgir û alîkarê nivîskar û rewþenbîran bû), komeleyên civakî û dezgehên çandî xwedî lê derkevin. Wek nimûne îsal bi navê ‘’Komîteya Serkirdayetiya rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî’’ dusaliya wî li Bonnê lidarxist, lê ew bixwe rêxistina herêma Bonnê bû ya ku bi þahiya du saliya wî rabibû, dêmek þanikek bi sê saliya wî radibe, û çar saliya wî tê jibîrkirin.
Eger em nerast dibêjin, dêmek Isma’îl Omer ne kesayetiyek giþtî û ne jî hezkirî bû, û piþtî ku mir jî nebû kesayetiyek dîrokî û samanê gelê kurd, wê wextê ji mafê partiyê ye wî mezin bike. Em jî lêborînê dixwazin, eger em þaþ bin.
Li dawî, li tevaya cîhanê, ne tenê li ba me kurdan wisa ye, ji bo ku mirovek bibe giþtî, bibe samanê gel, samanê welat û mirovantiyê, divê ji malbata xwe, ji êl, ji partî, ji gund û bajarê xwe rizgar bibe, û derbasî zeviyên mezin û bê sînor bibe. Divê bîr û boçûnên wî azad bifirin, qeyd û bend nebin û her kes bibêje: wî ji bo me got, wî ji bo me kir, û ji bo me çû.
22.10.2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3157