Pêþeka mijarê (2)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 22 ÓÈÊãÈÑ 2012
Mijar: Nûçe



Mihemedê Seyid Husên

    Herwiha ezê çend dîmenên hestiyar ji kevçika dilê evîndar, raguhêzim ber destê lawên tuxmê xwe xwendevanê xoþewîst, û ji xaweriya pêþtîpên navê welat (Kurdistan) helbesta xwe ji dezî û avdeyên nexþeya xoþewîst cîgehê zayîna xwe bihûnim.
    Xweþ bawerim ku mirov bi evînê re dikare sînga xwe bide kelemên asê, ba û bahozên xurt, pêlên derya hêç, gerdûnê bi giþtî geþbîntir wergerîne, behremendiya jiyanê bike buhareke rengîn, mehederî û mehrîvaniya mirovaniyê bike lêborana xweþbextiyê,


çend xulekên evînê sezane ku mirov jiyanê buhatir binirxînî, dibe ku derya û gever bê binî bin, lê qet çênabe ku mirov bê armanc, arezû û evîn bin, tanî bi canewir, tarawgehên berfireh û asoyên vala bi heyv û stêrkan re evînê dikin, îcarê jiyana ku mirov bo gireft û kêþe, bo diva û hemî hûrpîþên pirojeyên evînê neazire, reha nehêjaye ku mirov lê bimînî mêvan, çêbûye ku carekê yekî serê xwe ji bo hêzdariya mal xûzkiriye, lê qet çênebûye ku bîrdozên evînê serê xwe ji kesî re biçimînin, ku ne bi akama evînê bana, çûk li ber tavsorka rojava venedigeriyane lûsên xwe, zaroka biþîr li sîng û berê diya xwe pelendar nedibû, yasemînê bi xunavê re ahenga kenyanê li dar nedixist, ji yadîgarên dîrokê evsane çênedibûn û jîndarî nedigiha giyanê pêþbîniyan, me jî destaneya Mem û Zînê, Ferhad û Þêrînê sedbare nedixwend, mirin û jiyanê hevdû gerden nedikirin, çendên caran û salan em li ser bêganeya zarokên xwe, di sirgûn, miþextî û penaberiyê de giriyane, berxika eware ji keriyê pez tenha tîna maka xwe nasdikî, çima Xwedê nenasên ku em Kurd ji evînê kêmpare kirine, akincîyên welêt hogirî himêza evînê nebûne, loma ji nûve pûçpelên salên payîza temen rewa dibin, mîna êþnasekî dilsoz hemî kul û derdên bê çare ji ezmûneya dîroka dirêj derman dikî.
    Evîn di bîr û baweriyên min de jiyan bi serê xwe ye, ango rêbiwarî jiyanê herwe geþedariyê diweþîne, þêye ku rewan di kevir de bilivîne, ku ne bi saya evînê be mirov nikare pêþbîniyên mandê ciwantir raçavî cîhaniyan bikî, ku nivîser ji dil û can hez nekî, tucar behremendiya afirandinê lê nabanî, pênûsa wî nikare rûpelê sipî ramûsî, nikare wateya peyvê çaksaztir biderbirînî, eger ku seqayên qad û asîmanan bi kîmawiya kînê lewitî bin, tucar teyrê baz nikare li asoyên berfireh teqla fira xwe sînor bikî, nahêlin tekoþer ji lehenda þêran tîrdûmana çirayê bi birûskên çiraxan biguherin, xwe aram raspêrin tenahiya çiyarêzan, ku em nehêlin zimanê rewanbêje rola evindarê dilsoz, bo yekgirtina rewþenbîr û siyasî rêwefermî bileyize, bi rêkupêk zîvarên perçebûnê pîne li dûv pîne li ser binaxa evînî bidirû û gêçirme bikî, zexeliya biyanî ji zeviyên dijheviya navxweyî yên kaleþûv paþax bikî, ziyanok û zêdekarên mîna Beko Ewanan, nehedana keysebaz û xwe-eranfiroþên derûnlawaz û kurtêlxuran ji hêmanên wan ve rêþbikin, tovê rêleç, çewtebîr û lewçeyan, devlok û dexsokên noker, gelac û tewþedînan biqelînin, ku mirov rê nede xameyar, wêjedost û ronakbîr, ku hemî kêþegirên namedar çekdariya pênûsê nekin, ku bo rêkeftin-nameyekê hevbendî û peymanan girênedin, ku herdû hêzên pêþewa li gel nifþên nûhatî rêveberiya giþtî rêbaz nekin, êdî binemayên bîrlêkirina xweþxaneyan, ku li ser lengerên evînê ava nebin, wê çawa pêþinyara nûguherînên qûnaxê bidest ve bînin, pêk ve jî dê çawa destegavên pêþeng bo yekgirtinê biçesipînin….zorsipas.

Qamiþlo zivistana 2010 an







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3134