Ka Gelê Xwe Dilniya Bikin !
Dîrok: ÇáÎãíÓ 30 ÃÛÓØÓ 2012
Mijar: Nûçe



  Diyar Ehmed

Wek tê zanîn gelê kurd ji demeka dûr ve dibin nîrê sitem û zordariya dagîrkerên kurdistanê de hemû rengên derdeserî û eşkenciyan kêşandî ye . evî gelê merd di dîroka jiyana  xwe de ne tenê barê sitem û zordariya wan rijêmên dektator û xwînmij hilgirtî ye . lê belê toşî gelek sîyasetên rêbazker yên regezperest û şovînîzim hatî ye û herweha ji xêr û xweşiyên welatê xwe yên zehif û giranbûha bê par ma ye.tucarî di jiyana xwe de piştrast ne bûye û rojên rehet ne dîtiye, her û her bi tirs û pirsan re serê xwe daniye , ne şav û ne roj dilniya ne bûye. lê tevî giraniya barê wê sitem û zordariyê .


 birastî û ev rastî jî ji her kesî re jî diyar e, ku dilê dilpak û cangoriyên vî gelî li ser rêya xebat û berxwedanê sar ne bûye û dilê wî yê gerim lêdaye û çavên wî li benda jiyaneka xweş û aram ne neqa ye , û tevana xewin û hêviyan ji bo azadî û rûmetiyê hûnandiye .
Herkes dizanê ku dîwarên ker û bê deng yên zêndanên neyaran şahidin li ser çîrokên wê qênaxa reş û tarî , û dem wê bê , zincîra kom û dêza wan derdeserî û eşkenciyan li bênderên welêt wê bên dêran û hilkewaştin .
Piştî wê dîroka dirêj îro ewrên reş û tarî ji hev vetqetin û di nav re jî hêsûyên rojin xweş li esmanên bilind diçirisînin .
Di vê derbarê de gazî û hawara gotinên nivîskarê kurdê navdar Hesen Hişyar li ber guhên mirov deng vedidin , dîroka vî gelî û tûrê serpêhatiyên wî li ber çavan rêz dikin . dema di destpêka çerxa bîstan de digot :(( Dema derfet hebû em tune bûn , va îro derfet peyda bûye. lê mixabin em tune ne )) .
Va dîsanê derfeteka dî peyda bûye û ev derfeta zêrîn bi xutî destên xwe li deryê me didê ,hişyar û razayên gelê me bi hev re wan ji xew ra dikê.
Lê ka gelo, kurd ji vê derfeta  zêrîn re amade ne û navmala kurdî bi rengekê rêk û pêk raxistî ye ?.
Ne veşartî ye kurd hene û ji her guhertinan re jî amade ne û hêza bi tenê ye, ku bi rengekê şaristanî  hatiye rêxistinkirin.cêwazî û nakokiyên wan jî hene ,lê ne kûr û pîrin,Kuştin û xwînrijandin di nav wan be, ta vê kêkîkê çê ne bûye,û eger hişemend û rêberên vî gelî hişyarbin wê bikarin ne hêlin birakujî di nav kurdan de cih bigirê.
Ta niha her tiştên di Buhara Erebî û şoreşa gelê Sûriyê de dikevin di berjewendiya gelê kurd û pêkhatiyên wê yên sitembar de û eger rêxweşker û serwerên gelê  kurd li Rojavayê kurdistanê, rêxistin û hêzên kurdan yên siyasî û şoreşgerî guhertinên serdemê bi rengekê rast bixwînin û li gorî  encamên wan bixepitin . hingî wê bikarin bi rehetî û serbilindî gelê kurd bigihînin armancên wî û wê jiyana wî jî bi dilxweşî û  seqamgêrî destpê bikê.tenê niha dermanê kurdan yekîtî û hevgirt ne, yekrêziya gelê kurd di vê serdemê de wê gelek destkeftiyên hêja û bilind bi dest xwe ve bînin ,û gereke hêzên siyasî yên kurdî ji pêvajoya şerê birakujiyê yê Başorê kurdistanê mifa û waneyan wergirin û dîsanê eger Bereya kurdistanî berî serhildana (1991)ê ne hatiba damezrandin .di baweriya me de, gelê  kurd û hêzên wî yên  siyasî wê ew destkeftên mezin bi dest ve ne anîbana û ji xwe eger  şerê birekujiyê li wir dest pê ne kirba, niha rewşa Kerkûk û Mûsilê wê ne ev rewş ba û sînorê kurdistanê jî wê îro firhtir ba,hêza kurdan wê bêhtir ba û  destkeftiyên  wan jî mezintir û pirtir ban.
Vêca wek me berî nihajî da xuyanîkirin, va derfetek zêrîn hat ye û ta niha kurd li ser xwe ne, û  hemû merc û kewdan pêkhatî ne û li  ber destin. Erê berî niha zanyar û siyasetmedarên kurdên Rojava digotin, ji ber çiyayên asê li Rojavayê Kurdistanê peyda nabin ,ji ber wê yekê jî em nikarin  têkoşîna çekdarî bikin, û şerê çekdarî pir zehmet û gîran e.
Lê va îro Bazê çiyayê kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî  serokê Herêma kurdistanê bi  hemû hêz û şiyanên xwe ve, bi ron û eşker e pişta gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê girt ye û karî  herdu Meclisên kurdî(Meclisa Niştîmaî ya kurdî û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê) bigihinê  hev û  rêkeftina Hewlêrê di nav wan de imze bikê .
Ev bi xwe destkeftiyek siyasî û istiratîcî mezin û bûha ye. ji ber wê yekê jî pêtviye her  kurdek têgihiştî û bîrewer , dilpak û merd , xemxwar û dilbêşê kêşa kurdî, vê destkeftiya dîrokî bi parêzê,  ji ber parastina wê parastina mafê getê kurd e û pişfrastiyeke ji pêkanîna mafê wî yê rewa re.
Ji  ber wê jî , hêza xurt hê jî di destê  gelê kurd û hêzên wî yên siyasî de ye û ev hêz wê mestir û xurtir bibê dema ku kurd destên hev bigirih û pabend bin bi tevaya xalên rêkeftina Hewlêrê bê kêm û zêde  bûn.
Ma ne ji mafê gelê  kurd e ku piştî  vê dîroka dirêj ji sitem û zordariyê ,siyasetên qirkirin ,binbirkirin û wêran kirinê, îro bi jiyaneka xweş û aram, dilekê rehet û bê kul û xem bijî, û serê xwe bi nerim û nazî  deyînê,bê pirs û tirs, jiyanek geş di welatek aram û seqamgîr de, ku yasa ser wer bê ,goftûgo û hevpeyîvîn rêya çareserkirina tevaya pirsgirêk û aloziyan bê , û sindoqên dengdanê ew bi tenê dadwer bê ji mafê hebûn û xurt bûna her hêzeka siyasî re.
Di nêrîna me de , eger  hêzên siyasî yên kurdî yekdest û hevgirtî bin.
Wê ne tenê mafê gelê kurd pêkbînin , lê wê bibin piştgir û alîkar ji pêkanîna mafê tevaya pêkhatyên gelê Sûriyê re û wê piştrastîk bin jî ji Sûriya nû re , Sûriyak fireh alî , perlemanî,medenî, wek hevî û dadmendî bingeh û nîşanên wê bibin .
  Ka va dem hatiye û vêca gelê xwe bi jiyaneka aram û dilxweş piştrast û dilniya bikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3114