Li çepî xilmaþiyê.. Ciwan Nebî 2010
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



  Û dem derbas dibe...., ne tiliyên te têra jimartina rojan dikin, nejî çavên te têra te dikin.
vê þevê.. dibe tu mêvanekî sêwî be û li çepî xilmaþiyê min bi xwe re þiyar dikî.
Di dawiya sala 2010an de, pirtûkek bi navûnîþana Li çepî xilmaþiyê ji weþanên (Ba) derhat,
hinek jê peyvê dizî û yê din bû sitranek ji agir re.. lê hîn jî li wir! Di nav himbêza Qehpekê de, di paþila kolaneke bî de.. çixareyekê dikþîne.
Ev pirtûka pîroz erê ya (Pîroz), mirêka zarokekî ye, niviþta welatekî dîn e, rêya windabûnê ye,
 dibe tu ji min bawer nekî lê hîn jî dilê min  nêzîkî sînorên pesndanê nebûye.


Di vê pirtûkê de nozdeh helbestên gêj hene, her yek ji wan pencereyekê di dilê mirov de vedike, û  ez jî dixwazim bi we re, di rûdêmên van helbestan de koçber bibim.
Werger
Bo te binvîsim
bi çavên xwe têm,
bi lêvên te.
Ez
  têm
bi dilê dizekî
bi lingên nameyekê.
Ez 
   têm
bi pozê kûçikekî,
bi destên qereçiyan,
bi himbêza havînekê.
..............................
Baran
Û ji niþka ve baran zarokek
ji xwe þiyar dibe
û baran dîn dibe
û serxweþ dikeve
û li paþ pencera girtî
ez bendewar dizanim ku tu nayî.
..............................
Berî xwenan bi þahiyekê
Û xwas weke kenekî
min hîna xweziyên tozê
li pey çivîkan dikirin
û lingên min î
li kolanan belavbûyî
asoyên min bûn.
Ciwan Nebî:
Mînakek ji nivîsandina helbesta kurdî ya nûjen e, û hêja ye ku mirov bi hûrbînî di henasên helbestên wî de raweste, ew helbestên ku di pêçeka vî bajarê berdayî de dibêjin:Ta em mezin bibin, bibin zarokek.
Þepal Hêvo






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3094