Efrîna min
Dîrok: ÇáÎãíÓ 05 íæáíæ 2012
Mijar: Nûçe



Yasîn Hisên
Amûdê

Ji dûriyê, ez peyama xwe ji Efrîna delal re diþînim, bi kezebeke þewitî, bi dilekî xemgîn bi hêstir ez dîmenên xwînê li ser bedena wê ya ciwan dibînim.
Xwîn ne layiqî bejna te ye Efrîna me, kuþtin di kultura te de tune ye ey bajarê xweþik û sipehî, tu nîþana þaristaniya me ye, de xwe bigre li himber van pîlanan.
Gelek caran me di nava xwe de digot: Ku dunya xweþ bibe, pêwîst e Efrîn bibe mozexaneya þaristaniyê li Sûrya, her kevirekî wê þûnwarê þaristaniyekê ye.


Efrîn dewlemend e, bi þûnwarên xwe, bi xelkên xwe, bi hunermendên xwe, bi dastanên xwe, bi çiyayên xwe… Û bi hevalên min î hêja.
Vê tevliheviyê bisekinînin, li dijî derewçîn û tevlihevan derkevin, wan bihetikînin. Nehêlin bûka welatê me di cilên bûkaniyê de sor bibe, çiko Efrîn ji xwînê hez nake, Efrîn Aþtî ye, Efrîn bedewî ye, Efrîn hemû rengên xweþik yên cîhanê di nava xwe de himbêz dike.
Hêviya min ji hemû nivîskar û rewþenbîrên kurd ew e ku li dijî pilanên xerabiyê derkevin û nehêlin bedena welatê me bibe meydana pilanên derewçîn û fesadan.
Ez omîdewar im ku rojek nêzîk wê bê û em ê li hawîrdora kela Hûrî bi hevre bibêjin: (Efrîn bûkek Delal e, cîwarê bav û kal e)
De vê hêviyê di dilê me de nemirînin, bihêlin heta hetayê em sitranê xweþ û xweþik li ser welatê xwe bibêjin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3074