Zindana Memê Zînê
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 íæäíæ 2012
Mijar: Nûçe



Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Bêguman çi kesê ku dastana Mem û Zînê xwendî di xwazê wê zindana ku herdû dilê ji hev hezkirî bi bîne, ew zindana ku Memo ji Zînê dûrkirî. ez yek ji wan kesê ku di dilê min de bibû kul ka ezê çawe rojekî ji roja wê zindanê bibînim. Gelek cara min xwest  ez herim û li nava Birca belek bigerik û wê zindanê bibînim. lê jiber ku Turka destê xwe danîbûn ser û kirbûn cîkî leþkerî û ne dihiþtin kes derbasî wir bibe.


Lê piþtî ku leþker jê derket û qesir û dîwanxana Berdixaniya li kurda vegera û îro ew di destê þaredariya Cizîra botande ye. Ji lewma çaxê ku di vê demê de rêyamin bi Cizîra Botan ket, min yek ser berê xwe da zindanê. Zindana ku Mem ji bo çavê Zînê tê de kete rojiya mirinê. ew zindana ku Mem rojê dawî ji jiyana xwe te de qedand. zindana ku Mem tê bû avsanek,ew zindana ku Mem têde dawî li jiyanaxweya dirêj re anî. Bê guman jiyana Mem wê dirêjtirbê ji jiyana birayê Zînê yê ku bibiyar da ku Mem di wê zindanê de bixê avsanek ji avsanê miletê kurd. Ew Memê ku dawî ji jiyana xwe ya bê Zîn re anî. Ew zindana ku dengê dilê heskiriyê Zînê nalîn û hêviya evîndarekî dengê damarê dilê Mem ji kurahiya zindanê  digha guhê Zîna kezeb þewitî  ya ku pazde bîst mitra jê dûr. Çaxê ku ez çûme bergihê Bircê û ezê lêgeram eþqekî û sehwekî xwe berdane damarê dilê min. eþiq ji ber ku ezê Zindana ku di dilê min de bûyî kul bibînim û sehwê ez girtim ji ber ku nalîna evîndarekî ji cîkî dûr û kur û tevlîhev ku jênayê famkirin. Min pirsî ji wî xortê ku daye pêþiya me da ku dergihê zindana miftekirî ya ku  heskiriyê zînê  girtiyê dawî bû têde kanî zindan?. Xort li min vegera got: ev dergihê li pêþiya me tu li virbe ezê derî vekim. Ew çû derî vekê û min jî ji xwe re lê nêrî lê derî ne wek deriyê zindana ye ji lewma min wêneyek jêre girt. Piþtî ku derî vekir em derbasî hundirê zindana Memê hezar sal bûn. li piþta wî derî cihê di nobedara hebû yek li destê çepê û yek li destê rastê û diyarbû ku wek pêpelûkan hebû û têre derdiketin serê zindanê. Li piþt wîderî deriyek dî hebû xort ew derîjî ji mere vekir û em derbasî nava zindanê bûn.. zindan giroverî hatibû avakirin û di nava wê giroveriyê de giroverîyek dî hebû lê diyarbû ku zindan ji kevinde hatiye avakirin û bi hostayî. Ez di nava wêde çûm û hatim û min çavê xwe li ciyê ku Mem lê rûnþtîbû di rojên xweyê dawî de. Lê min ciyek wisa balkêþ nedît. Min ji xort pirsî Ka ciyê ku Mem rojê xweyên dawî lê qedandine.? Xort ji min re got: Mem ne li virbû. Min jêregot: Çawe ne li virbû!! Xort ji minre got. Li xwarê bû. Cardî min jê xwest ku em herin ciyê ku Mem lê. Xort ji min re got: ev ciyê ku em lê sekinîne Mem di bindebû lê wek tu dibînê Turka girtiye. Ez vegeram li ver deriyê sisêya yê ku derî li ber nîne sekinîm û min li derî meyzand li jora derî serê pezkûvîkî di hevirde kolane min ji xort re got: ka ji kerema xwe re wênekî ji min re bigre. Ez di nîve derdî de sekinîm û xort wênek ji min re girt. Li piþt min biqasî mitrekî li gor ku xort ji min re got pêpelûk hebûn û dadiketin xwarê ciyê ku Mem têdebû.. lê tiþtê ku bala min kiþand zindan û qesra Mîreka ya ku Zîn û malbata xwe lêbûn li piþta zindanêbû û bi qasî pazde ta bîst mitra di navbera wande bû. Ji ber ku çaxê em ji zindanê derketin xort ji min re got: eve qesra Mîr min wênekê qesrê jî girt. Berê deriyê qesrê li piþta zindanê ye û tenê celdek di navbera herdûkandye û qata jêr ji qesrê axura dewara bû. Û min wênek ji wêrejî girt çaxê ku xorta çûn deriyê wê vekin. Lê mixabin derî bi wanre venebû.. û  di deriyê ku ji bergihê melê diçê ber çemê Diclê wêneyê du Þêra di kevirde hatiye kolan û berê derî li rojhilate..........
Cizîra Botan 18-6-2012


 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3050