Ŝoreŝa sêwîyan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 íĉäíĉ 2012
Mijar: Nûçe



Mihemed Ebdê

Wek  em dizanin despêka ŝoreŝên buhera Erebî ji kur dest pêkirbûn û ta bi kur, û her yek ji wan bi çi ŝêweyî bidawî bû?, Û piŝtgirîya dewletên cîhanê bi wan ŝoreŝan re, ta ku ew ŝoreŝ bi ser ketin.
Lê mixabin!Îro em werin li ser rewŝa ŝoreŝa Sûrîyê bi axivin ta bi vê qonaxê, dibe ku em vê ŝoreŝê bi navbikin. (Ŝoreŝa sêwîyan) Ji ber ku tenê gelê Sûrî piŝgire bi ŝoreŝa xwe re, ji ber ku dewletên cîhanê berjewendîyên xwe yên kesayetî yên taybet  nadin bi gelê Sûrîyê re,ew gelê ku di bin eŝkence û kuŝtin, kujtaran de dijî.


 Piŝtî 15 e mihan ji vê ŝoreŝa pîroz,pilan û pirojeyên derw,û sozên bê sûde,û tev jî I gastîna rijîma Sûrîyê dikevin,û her ŝoreŝ jê bê pare?.
Dibe ku em gelek bi giŝtî  tê dighêjin bi bazaran,û bazirganîyên siyasî,  û bi çîrokên di piŝt perdan de, û leystikên siyasî ku ŝoreŝa Sûrîyî bive ye!.
Lê qet jî gomanê me ne dikŝand ku piranîya dewletên cîhanê,ku ew bê wijdan û kêm rûmet derkevin,û tenê di kongiran de û li ser TV îyan,bi axivin,û ne alîkar bin ji vê ŝoreŝa serdema 21 û yekan de,a ku piŝtî serkeftina wê,dive ku li her zanîngehên cîhanê bi be wane û ŝagirt jê fêrbibin.
Di ragihandina rojana de, di vê ŝoreŝê de,kuŝtin, kujtar, girtin, penaperî, miŝixtî,li seranserê Sûrîyê diger e.Û kujtara Alhole rûpela ŝoreŝa me guhart.
Ew kujtara ku mirov bê hiŝ jê dimîne,çawe ku mirov hene zarokan ŝerjêdikin,û kujtara Alhole tîne bîra me kujtara Helbça,û kujtara Serbirînîtŝa yên ku tenê xwîn mij û diktator karin wan kujtaran li darxin.
Lê diyare ku dewletên mezin yên xwedî gotina dawî li ser masa birîyaran, berjewendîyên xwe nade bi sed ŝoreŝan!.Û her û her ew dixwazin ku ev ŝoreŝ li ser tifikê be, û ne li ser agirekî har be ,xwesteka wan jê ew e ku welatê Sûrî bi herfe û miletê wî jî lava ji wanbikin,lê tujarî jî ŝoreŝvanên vî welatî lava ji wan nakin,ew çiqasî dirîjbikin wê ewqasî ŝoreŝ zengên bibe, ji ŝoreŝvanan,û vîtoya Rûs û Sînê jî bila ew dewlet tev ŝilbikin û ava wê vexwin, ji ber ku ŝoreŝ raste, a Sêwîyan e,lê gelê Sûrî li xwe bi xwedê derdikeve,pîlan û vir hiŝkere kirin e.
 Îro banga me ji kêre ye?banga me ji gelên cîhanê re ye, ew gelê ku dikare zorê li serok û hokometên xwe bikin ji bo alîkarîya vê ŝoreŝa pîroz bikin,ta ku cemawerên her welatekî zorê nedin hokometên xwe, û ne dakevin sikakan,ew sîyasete wan dewletan wê bimîne di nerînên teng de, û hokometên wan berjewendîyên xwe yên taybet nadin bi berjewendîyên welatê xwe û nerîna gelê xwe.
Dive ku gelê cîhanê jî hestîyar be,û qîr bikin dewletên xwe, ji bo ev milet ku di rojana de di bin kuŝtinê de ye,ev ne lavakirin e,ev ji her miletî tê xwestin ku piŝtgirîya miletên bin dest bik e,ji ber ku yasa cîhanî tê xwarin di bin Dolar û betrolê de.
Silav ji bo vê ŝoreŝa pîroz, û silav ji bo her dewletekî ku gelê wê dakeve sikakan û qîra vê ŝoreŝê tûj bike.
Li gîyanê bakrwanê ŝoreŝa Sûrîyê re silav.
Ji girtîyan re azadî.
Ji penaper û revendan re vegerek serkeftî.
Û ji ŝoreŝê re serkeftin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3035