Wefadariya zindiyan bo miriyan
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Qado Þêrîn

Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake. Ev hevok mîna lastîkek rizyayî ye, çimkî em di bin gunehan de xeniqîne.
Mirin ne xeyd û cudahîya di navbera laþ û rih deye, belê xeyd û cudahiya di navbera rih û rih deye, rihê laþê mirî û yê me zindiyan. Eger mirin tuneba dê jiyan jî yan tuneba yan bê wate ba.
Carnan mirov di navbera xwe û nefsa xwe de dimre, mirov ji rihê xwe ditengire, û rih dide ber bazara mirinê.


Dema yek ji malbata me, li nêzîkî me dimre, em li xwe haydar dibin, oh mirin heye, dêmek ezê jî rojekê bimrim. Êdî bila mirina delalê ber dilan bibin egera vekirina pencereyên hezkirinê.
Ma kî ji me dê sax û zendî bimîne, emê hemû bimrin, em li ber deriyê mirinê, di kêferata mirinê de wek gunehkarekî poþman dibin, di navbera xwe û nefsa xwe de îfada xwe didin, de ka wer in em ji niha û bi þûn ve bes gunehan bikin.
Em hemû mêvanê vê-wê xakê ne, bêþek emê hemû bimrin, her yek ji me bi þêweyekî, li cihekî, bi derdekî û emê gelek dost û merivên baþ li dûv xwe bihêlin.
Di 07/05/2012an de, bavê me çû ser dilovaniya xwedê. Wek me li jor nivîsandiye, laþ û rihê wî ji hev cuda bûn, laþê wî çû û rihê wî ji me re ma, ji me re ma daku em jê fêr bibin û hewl bidin wek wî rihî xweþik û dilovan bin.
Bavê me wefat kir, gelek destên germ û dilsoz dirêjî me bûn, çi li Qamiþlo û çi li Hollanda, em spasiya wan dikin, spasiya her kesê bi êþ û xemgîniya me hisiya, spasiya her kesê ku hat serdana me û li ber dilê me da, spasiya yên ku bi dilsozî çûn ser gora wî û xatirê dawî jê xwestin.
Spasî ji bo malperên me yên ku em bi tenê nehiþtin; Welatê Me, Gemya Kurda, Nukurd, Avestakurd, Efrîn, Semakurd û hin din.
Spas ji bo kurdên bajarê Vejle(Danmark) ên ku bi dilsozî û dilovanî behiya bavê me germ kirin. Spas ji bo wan kesên ku nikarîbûn bên û destên xwe yên germ dirêjî xemgîniya me bikin, lê telefon vekirin, spas ji bo wan ên name þandin, û name li ser rûpelên me yên germ çandin. Spas ji bo we hemiyan.
Li dawî, biborin eger me nikarîbû wek bavê xwe hezkirin û dilovaniyê li we parve bikin û bi wacibê xwe rabin.
Bila serê we, serê me û serê gelê kurd sax be...
18/05/2012








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=3005