CIWAN HÊZA VEGURÎN Û BEREVANIYÊ NE
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



Nivîs : Melevan Resûl

Li roja înê 11/5/2012 simînarek rewþenbîrî bi rêveberiya yaneya EHMEDÊ XANÎ li navenda Dicle ya çand û huner di bin nav û nîþanê (ciwan hêza veguherîn û berevaniyê ne ) li dar ket .
Pêþî hemû beþdar kêlîk dê deng li ser giyanê þehêdên kurdistanê rawestiyan û þehîdên kurd yên li  bajarê Heleb birêzgirtin bibîr anîn .


Endamê kordînasyona tevgera ciwanên rojavayê kurdistanê , berêz BARAN simînar pêþkêþ kir û bal kiþande ser rola ciwanan di hemû qunaxên xebata li dij sitemkar û dagirkeran û weha got :
Hêza sereke di nava civakê de jin û ciwanin û di nava civaka kurd de herdu çîn hîna dibindestiya malbat û ramanê bavîtiyê de jiyan dikin , rêgirtina malbatê ji hewldanên ciwanan re dihêle ku ciwan vîn û hêviyên xwe winda bikin û di encamê de civakek bê helwest tê kedîkirin û viyana wan tê þikandin , çi dema hêza ciwanan bê bandor bimîne , hingî civak bigiþtî têk diçe û hêza desthilatdar bi hêsanî civakê kontrol dike û pûç dike , gotinê ku mezin û bîrewer ji ciwanan re dibêjin ku ew bê ezmûn û tecrube ne û nikarin siyasetê bi þêweyekî dirist birêve bibin , çewte û ne duriste , ji vê yekê em dibînin çawa di þoreþên li welatê Ereban li darketîn û ciwanan ew vegurîn di sisteman de pêk anîn , lê mixabin hêzên partîzan û idyolojîk , bi taybet bawermendên Islamî hatin li ser keda ciwanan rûniþtin û berhemên wê xistin bin destê xwe û ciwan li qiraxan man .
Germahiya nava dilê ciwanan tu carî bi têra avakirinê nake heger ew hêz ne birêxistin kirî û xwedan hiþmendiyek zanist be .
Di seranserî welatê me de ciwan û xwendevanan rola pêþengî di bizava rizgarîxwaza netewa kurd de leystine û qehremaniya herî mezin neqþe kirin e , niha jî ciwanên kurd li rojavayê kurdistanê di hemû xwepêþandan û serhildanan de , dîsan jî bûne hêz û viyana serkeftinê di dilê wan de jan dide .
Dagirkerên kurdistanê her demî xwestine ku ciwan berê xwe bidin kartêkirinên ne rewa û di hemû alavên ragihandin û çapemeniyê de , her xwestiye ku ciwan ber bi lûsekirin û reva ber bi kiryarên sexte û xirab ve bajo û gelek derfetê qizinckirina pereyan yan belvkirina madeyên bêhoþkirinê û girêdana bi rûtariyê ve ji xwere kirine armanca alozekirin û piþaftinê .
Ya herî girin ewe ku ciwan bibin xwedan beryar û projeyên çareseriya mijarên milet û welat pêþkêþ bikin û xebatê di ber de bikin , herî giring di vê qunaxê de ya di seranserî welatê me Sûrî de dibe û bi taybet di rojavayê kurdistanê de, pêwiste ciwan bibin xwedan hêza veguherînê û hêza xwe bidin ser hev ji bo parastina gelê kurd ji diyardeyên bivek ku roj biroj miletê me ber bi þerekî dijwar ve tajon .
   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2994