Stranek Pesin Bo Esmerê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 11 ãÇíæ 2012
Mijar: Nûçe



 

Konodîno

Esmerê!  Were.. em rojên xwe di sibehên Nîsan û Gulanê de bidarvekin.. Axaftina dildaran di dawiya þevê de, li hev par bikin.. Berî ku sal me kevin bike, were, em salan kevin bikin..
Esmerê! Di nîsan û gulanê de, çûk û çivîkên Beriya Mêrdînê bi þahî dixwînin.. Hêlînên xwe li derdora Kewkebê Milan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mîran datînin.. Di nav rîhan, endeko û darên gulhîroya rengîn de, stranên þahî û evîndariyê dibêjin..


*         *          *

Erê Esmerê! Di vê biharê de, min û te jî têra xwe stranên dildariyê ji hev re gotin.. Me sibeh û þevên vê biharê kevin kirin.. Bê tirs, me yar û neyar bi hezkirina xwe agahdar kirin.. û heyva Ninsanê xatir xwest, va heyva gulanê jî ber bi dawiya xwe ve diçe.. Mane her tiþt bi dawî ye.. Gelo dawîbûn ji vê dildariya min û te re heye?!

*         *          *

Esmerê! Çavên te; mijank û herdû birhên çavên te.. Çîroka Ferhad û Þêrîn, Siyabend û Xecê, Mem û Zînê bo min dibêjin.. Bejna te; Spîndarên Newala Bûnisra, çinara Mûsa Anter li Stilîlê û bilindahiya çiyayê Cûdî, Agirî û Barzan tîne ber çavê min.. Hilma te; Bêhna Nêrgizên derdora Eyndîwerê û Cizîra Botan bi ser min de dibarîne..
Esmerê! Kê gotiye;  hezkirin bi plan û rêk û pêk e! Na na Esmerê, hezkirin ji Xwedê ye, tiþtekî þuriþtî ye.. Xwedê hez spehîbûn û bedewbûnê kiriye.. Eger rast baweriya min bi Xwedê hebe, min hez spehîbûn û bedewbûna te kiriye.. Min tiþtekî guneh nekiriye..

*         *          *

Esmerê! Ew kî ye, yê ku dibêje dil pîr dibe! Kî dibêje çiya pîr dibin! Çem û gelî pîr dibin.. Derew, vir û xapan li xwe û me dikin.. Dil, bi hezkirinê bêtir dijene.. Mezin û fireh dibe.. Sînorê kîn û zikreþiyê winda dike.. Di asoyekî bê ser û ber de semayê dike.. û bi dilovanî li Bekoyan temaþe dike.. Normal e Esmerê ku Beko milevaniyê di deryaya vê jînê de bikin.. Pirbûna Bekoyan nîþana hebûna dildariya resen e. 
Sibeha te bi xêr, sibeha min bi xêr, sibeha rojên Gulana Qamiþlo bi xêr.

Qamiþlo, 11.05.2012







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2993