Žoreža Mīr Celadet Ya Zimanvanī
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 24 ĆČŃķį 2012
Mijar: Nūēe



  Salar Elo

Bi helkeftina bîranîna roja zayina Mîr Celadet Alî Bedirxan ya ku dikeve roja 26ê nîsanê de , divê em bînin bîra xwe žoreža Mîr Celadet ya zimanvanî di warê zimanê kurdî de ,bi taybetî elfabeya Celadet ya ku tîpên latînî têde bikaranî û ya ku îroroj em pê dinivîsin , di bîrûraya min de elfabeya Celadet ji zimanê kurdî re duriste , sergihayî ye , ne kêmî elfabeyên zimanên dîtire , û di aliyê derbirînê de ev elfabe nabe berpêk li pêžiya nivîser lê belê dibe alîkar jê re.


Mîr Celadet weha dibêje di Hawarê de hejmara 27an sala1941ê:
"Kuro .. Keçê
Eybe..žerme..fehite, an hînî zimanê xwe bibin an mebêjin em Kurd in bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmete ji me re rûrežîk giran e .
Heyf û xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û elfabeya zimanê xwe hêj nas nakin " 
zimanê kurdî gavin fireh avêtin bi xebata Mîr Celadet, nemaze di elfabe û bingeha rêzimana kurdî de , agehdariyek kurt li ser jiyana Mîr Celadet di van xêzên jêrî de: 
di 26meha nîsanê de sala 1893''''yan li Kayserî ya bi ser Stenbolê ve ji dayik bûye, ew zarokê didwa ye yê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanim Çerkez e, xwendina xwe di beža yasayê de li Stenbolê bi serî kiriye û li Miyonixê berdewam kiriye,  Celadet zimanên Tirkî – Erebî – Almanî – Frensî - Hinekî Grîkî jî dizanî.
Sala 1919''''an ew û birayê xwe Kamîran bi kurdhezê Brîtanî re Major Noel li nav Kurdistanê geriyan, û sala 1923''''an Mistefa Kemal "Ataturk" Celadet û Kamîran wek alîgirên tevgera azadîxwaza Kurd li bakurê Kurdistanê bi nav dike, lewra ew berê xwe dide Misirê.
Celadet waneyên zimanê Kurdî "Bingeha Rêzimana Kurdî" di riya Hawaran re belav dikir.
Hawar bi destên Celadet di navbera 1932-1935''''an û 1941-1943''''an de derdiçû, kovara Hawarê jê 57 hejmar hatin wežandin, Hejmara dawîn di 15/8''''an sala1943´yan de hate wežandin, temenê Hawarê 11 sal bûn lê du caran ji ber rewža aborî hate rawestandin, Ji hejmara 24´an û žûn ve tenê bi elfabeya latînî dihat wežandin.
Di sala 1942´an de Mîr Celadet dest bi belavkirina kovareke din kir "Ronahî", hejmara pêžîn ji vê kovarê di 1/4/1942´an de hat wežandin hejmara dawîn 28/3/ 1945´an de derçûye.
 Celadet roleke berçav di pêžxistina ziman û çanda Kurdî de lîstiye,  baweriya wî ew bû ku yekîtiya Kurdan wê di riya yekîtiya zimên re pêk were. Ew weha dibêje: 
"Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê Kurd bi yekîtiya zimanê Kurdî tête pê di yekîtiya ziman de gava pêžîn jî yekîtiya herfane , yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene ,zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin" wisa Mîr Celadet me hižyar dike di Hawarê de, hejmara 9an.
 Celadet di 15/7/1951''''ê de di bûyereke xemgîn de jiyana xwe ji dest da, û gellek berhemên giranbuha li dû xwe hižtin .
Di destpêka Hawarê de hejmara 9an sala1932an Celadet weha dibêje:
 "Hawar dengê zanînê ye zanîn xwenasîn e xwenasîn ji me re riya felat û xwežiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tižtî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ziman žertê heyînê a pêžî ye.."
Mîr Celadet Bedirxan wek zimanzanekî kurd roleke mezin û giring di pêžxistina zimanê kurdî de lîstiye , nemaze elfabeya Celadet û bikaranîna wê ji bo nivîsandina bi zimanê kurdî.







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2963