Rewþenbîrên me
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


Rodi Yezidi

Tîþtên go ji herkesî re dîyare û naskirî ye, avetîna lotîkên bê hêsab, mîna gelek lotîkên Rewþennebîrên me.
Rewþenbîrî ewe go mirov di rewþê de bighîje û bikaribe wê rewþê bîne ziman û bighîne gel û xwendevanan. Ji bo wê rewþa go xwe dixiyê weke rewþnas û zana go carna jî piþtî xebatekê giranbuha,


Di ber pirs û mafên gelê xwe de û di ber wan bîr û bawerya xwe de berxwadanê bike,
Lê mîxabin wekî hûn dizanin lotîkên rewþenbîrên me têne lî himber hev bêhezin û li himber her karekî rêxistinî go partiyên me yên kurdî davêjin, dibe go kar û xebata gelek partiyên me, ne serkeftî be lê em bi vî rengî êrîþi wan bikin û vî ruhê dûjminatiyê di nava hev de bçînin wê nekeve xizmeta yekîtîya me. Dê ji alîkî din ve rewþenbîrên me yên xwe davêjin hembêza maldaran û barsivikan ji partiyên go karê wan li gorî demê ye.
Lê pêwiste go her kes bizanibe go rewþenbîr gotiye alîkarî û piþtgirtiya wî kesî û wê partiya bargiran bike. Insanê go barê wî sivik be wê kar û xebata wî jî sivik be.
Raste piþtgiriya wan jî pêwîste, lê ne koletî û li ser hesabê hesaba.
Xwe bi serkeftina wan bihêz bike û li hember partiyên go bi sala xebat kirine lê ji ber rewþa dinyayê ya nuh li alîkî mane.
Rewþenbîrê li dijî wan þer bike wekî ciyê xwe di nava karwanê barsivik de bibîne. Mixabin gelek kesên xwe rewþenbîr dibînin li derve û hundurê Kurdîstanê, dîtin go divê her kes bizanibe go piþtgiriya partî û rêxistinên Kurdîstana Îraqê em pêre ne heger têkeve xizmeta pirsa yekîtiya me û piþtek jî ji wan re li himber dujminên me.
Di nerîna min de ev dem demeke gelkî hesase û ji bo yekîtiyê ji me xebat û karekî dijwar tê xwestin. Yekîtiya pirsa siyaseta me, ez nabêjim ya her çar perçan, lê pêwîste em li ser gelek xalan li hev bikin û bighin hev, ji ber dem wê dixwaze. Dibe go gelek nerîn û bîr û bîçûnên me ne yekbin. Lê dîsa ewê nebe sedemek go em dujminatiya hev bikin.
Divê em wê gemara bi salan ku dujminê me xistiye nava me û birakujiya qirêj û rojên reþ bi bîra xwe bînin ta go rewþenebîrên Kurd yên go agirê þerê sîyasî bikar tînin û agirê cudabûnê gur dikin.
ez dixwazim bêjim wan go riya rewþenbîriya Kurd di yekîtiya me re derbas dibe Rewþenbîrê ji bo yekîtiya gelê xwe nenevîsîne û gel li ser wê yekê þiyar neke,
wê herdem binkeftî be û neserkeftî be. Lê bawerbin go gelê me ji van xala re gelkî zane ye û dikare bersiva wan kesan bide. Wê gelê me bi yekîtiya xwe wan kesên berjewendperest bitevizîne. Û bila baþ bizanibin go wê navê wan bi navê rewþennebîran têkeve dîroka reþ
 Serêkanyê
07-01-2007








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=296