Qelûn (Xelyûn) Sbareta bîranîna rojnamvaniya kurdî, nameyek bo d.Burhan Xelyun.
Dîrok: ÇáÃÍÏ 22 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



Ebdulqader Mustafa 

Qelûn, ji pîþ û sazên kurdane ,ciheke wêyî taybet heye, ji ber ko çandiniya tutinê li kurdistanê bi nav ê denge,li deverên Mûþê, Nihê û gelek deverên dîtir, ji ber wisa pêdiviya Qelûnê û sazkirina wê hebu.
Qelûn ji heriya hincanê di hate çêkirin.  Hincan (( ewe ko di qata kurdistanê de gelek kindalên rengîn hene, ji bo çêkirina hincanê, xweliya wê,di anîn, di rengê kîla gewr debû, dkirin herî û baþ distirin, peyre dikirin kom, hoste dihat, ji wê heriyê gelek rengên hincanan amade dikirin, nimune:


Teþt, tebsik, çira, piyanê avê, legen...hd. ev sazên han dikirin kom û tertên rîxê di anîn dikirin kozî, li hawîr û derdora wê agir dikirin ta dihate þewtandin û dibû qafik))
Yan jî qelûn ji kevirên nerm û reng sipî, dikolan û bi kêrikê divedan, bi hostayî tanî dibe qelûn, peyre diþewitandin ko bibe qafik û dixistne nava kayê, da rengê qelûnê reþ bibe û paþî çîtikek ji dara belalûkê di anîn û nava qelûnê paqij dikirin û têde bi cî dikirin û dihate asêkirin, ji ber dara belalûkê zû bi zû Cîlax -karbon- ne digirt.
Mebest ji vê dazanînê ewe ko gereke her tiþtên bête sazkirin û bi karanîn herweha çi siyasit be yan jî rewþenbêrî be, pêdiviye bi hostayî bête sazkirin, yan jî wê mîna Qelûna Berhan Xelyun bêta (cîlax) kirin û kiþandina wê bibe jeher û ziqûm.
Qelûna vî ne merdî, diyare bi hewcedariya çîtika darê belalûkêye, da ko gemara cîlaxê lê nevede, renge ko tiþtekî ji xuristya kurdistanê fêrnebuye û xwe li nezaniyê daniye û jibîr kiriye ko qelûn be hincan û dara belalûke pêknaye û bêyî van herdiwan ew qelûn dimîne sexte û cîlaxgirtî.
Em kurdistanîne û welatê me kudistane, lê nayê wê wateyê ko em di cuxrafiya çar sînoran najîn û em dizanin dîrok û hebuna me maye xwîniyê mîrata (saykis-bîko) û hin heval bendên wan ko îro hisdikin çarenusa me û pêþeroja gelê kurd li gor dil û mexsedên xweyî nejadperestî nîþandan bikin.
Cihê êþ û xemsariyê ye ko hevpeþ û hevparên me bibne rikberî ji pirsa gelê me re, di þuna ko me berevacî me hizir dikir ko herwisa em hemî yek beþin ji þoreþa welatê Suryê de û bi yek armanc, yek slogan û yek deng em didin ser piþta rêjîma sitemkar!!!!!, mixabin, roj bi roj qulên Qelûnên hevalbendên me têne xitmandin û cîlaxgirtî dimîne, lê em jî sozdidin, êdî nema bi darên Belalûkên kurdistanê qelûnên wan paqijbikin.
mustafa52@live.se






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2959