Remmo
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



  Xelîl Omar

Remmo lawê Zerga ye,bavê Fettah e,xwediyê simbêlên boyaxkirî
û kofiya sor e. Remmo mirovekî girs û bi dar û ber e,deng qube û
kenn bêlî ye.Bi kevirê qewetê bê himber e û çi barê giran hebe,bavê Fettah jê ne bêpar e û pîrekên gund di vî warî de zor jê razîn e.Lê zilamên wan negellekî jê re merovan in û di pish re-ji
çavnebarbûn an jî ji bêbabvî-jê re dibêjin"tirr li hewa",çimgî rebeno
carekekê di bin barê Zubêda serpêhatî de"ba" ji ber çû bû.


..Du ti,t ji bîranîna Remmo naçin;ya yekemîn roja ko tê de zewicî ye,ya duwim roja ko tê de çû ye eskeriyê û tê de bûye peyê ceneral Hikmet pa,a û hinnerên xwe û yên "zabit" bi dehên caran bi ber guhên dost û gundiyan xistiye û xuyaye wê çûna wî ya Binxettê wê jê re bibe bîranîna sisyan.
* * *
Dawiya Buharê ye,serê sibehê ye,bero,a ,orbê li ser tifikê ye û zarok li dorê didin çirrivitkan.
-Hundur bi goriya ji derv e be;belkî tu jî ji xwe re dakeve Binxettê,dibêjin li wê derê havînî kar zehf heye!Diya Fettah got û bi qerpalkî rahi,t bero,a nîskê û ew danî Erdê.
-Tewkelî bi Xwedê,ezê dakevim Binxettê,lê tu nasên min li wê derê nînin û dibêjin 3exo Koro kirya derbaskirina sînor bi qaçaxî buha kiriye,çi ye neçi ye,xwedêgravî bertîl lê zêde bû ye!Malxwe li Xanimê vegerand û bi kulma xwe pîvazeke mezin pellixand.
-Ji alî kiriyê de,t`u tu xemman nexwe,Ezê ji te re peran ji Emîna Misto deyn bikim û ji alî nasan de,t`u ji min re naçe çîn û maçînê!..
Binxet gavevek e û xelkên wê,ew jî wek me kurdin û zimanê me yek e!.Jinikê dilê mêrikê ko wê bi çol û pola keve xiste cih.
.
* * *
-Bismella alrehmani alrehîm Ev çi..kiye!?Melle navqetadî got, pi,tî vêxistina çira mizgeftê ji bo azana sibehê.
-Ezim Xoce!Mirovê wek bertela,kî lê vegerand û çengbû ser xwe.
-T`e xêr e,t`e hewal e pismam,t`u wisa li mizgeftê razaye?Melle ji"mêvanê mizgeftê" pirsî.
-Bi rastî Xoce;cih ji min re nebû ko ez lê razêm û ji mizgeftê çêtir min nedît!Remmo bifedîbûn got û hinekî serê xwe berra ber xwe da.
- Ne xem e,Xwedê mazin e!Rabe ji xwe re destlimêj bigre û wa missîn li dera hanêne!Melle got û bê vir de û wê de,xwest berê mêrikê bisulman bede qublê.
------
Navê te ji îroj û pê ve Luqman e û navê bavê te Re,o ye û va min sûretê te li "xiracqeyd"-ê xistiye bi mohr û nemze.Eger dewriya derekan an Heccanan li we rasthatin û ji te pirsîn "3û ismek?*an "3û isim ebûk?"**; Nebî nebî tu navê xwe û bavê xwe yên nuh,t`u ji bîr bike.Muxtar mirikê serxettî liberxist û "xracqeyd"-a bi navê mêrikê mirî da destan.
-Na ezbenî ji vî alî de pi,ta te min rast be?Eger dewriya cendirman hat û ji min pirsîn 3û ismek? Ezê bêjim:Benim Luqman!. Remmo got û bi ji xwe razîbûn destê xwe avêt kofiya xwe û hinekî ew nêzîkî buruwên xwe kir.
-Te xwelî li serê min kiro,benim menim tunne ye!Divê tu bi erbî li wan vegerîne. Muxtar mêrikê "jîr" liberxist.
-Pek ma ew jî bû mirin,ra lê nabe!.Ezê bêjim ismek Luqman û ya din çi bû rehme li bav?Remmo ji yê pî xwe pirsî.
-Ka bîst caran bibêje "ismî Luqman û isim ebûye Re,o"!Muxtar ji mêrikê Omerî xwest.
-Gelo wê "himaltî" li cem Axê we peyda nebe?dibêjin du "Derrasên"wî hene?Remmo pi,tî bist carên lêvegerîna "ismî Luqman" ji ewê ko çaydanê çayê himêz kiriye pirsî.
-Xuyaye tu mirovekî "elberekê"-ye***û pi,tî derza "ismî û ismek",derzek e dîtir ji te re divê. Biner pismamê delal!Axê me mirovekî zor t`ummaye û Ezê ,îretekê ji bo Xwedê li te bikim:Gava tu pê re bazara xwe bike,t`u tu caran kêmî nod"weraqî" qebûl
neke!Lawê Hezarê serê mêrikê "nuhgeldî" dagirt û pê re qideha çayê ya sisyan ji xwe re dagirt.
* * *
-Navê te bi xêr?Axe ji mêrikê xerîb pirsî.
-Navê min Luqman e ezbenî.Bavê Fettah û Fethiya lê vegerand.
-Çi derew!Navê wî Remmo ye?Yê Qehweçî rû,u,tî di devê wî de got û fincana qehwê da destê Axê xwe.
-Rast e ezbenî;navê min li Omeriyan Remezan e!.Mêrikê "Cinatî"**** lê vegerand.
-Law Remmo,li gor min bihîstiye:Halê te tenike û komeke izzûr û
pizzûr di hustê te ne.Ezê mehê sed "weraqî" bi te dim!Axe bazara xwe kir.
-Apo gotina te bi ,ekir be û li ser serê min;lê wek te got komek zarok û diya wan çavên wan li vegera min e û ji bo wilo;Welleh ez nidikarim kêmî nod bankenotî qewlê xwe bibirrim!Bavê neh zarokan wî jî ,ertê xwe da xuyakirin.
-Nod ..nod.Ez nikarim gunhê wan û te di hustê xwe xim.Axe bê firk û pê, ,ertê bavê lêwik qebûl kir û di bin simbêlan re bilatim mizicî.
* * *
Rojeke derbasbû,deh roj derbasbûn,meheke derbasbû û bi ser mehekê ket û wextî mûsim ji dar bikeve û tu dewrî nehat û tu mewrî nehat û Remmo jî ji vî alî de guhê xwe dînckir û nema bawerdike bê kînga vegere gundê xwe û lingê xwe li ber sîka dîwêr rade û zarok û mirî,kan ji dor xwe bi dûr xe û tasa dewê cemidî ji destên Xanima xwe bigre û bi ser lêvên xwe de dake.
Rojekê Ro liber ava:
-"Le hon wila,,û ismek"*****?Serokê dewriya derekan bankir xwediyê kofiya sor.
-3û ismek?…3û ismek? …Welleh yabo heq e.Te got ,û ismek?..
Welleh yabo heq e.Remmo kete hev û kir nekir ko navê wî yê nuh
bê bîrê,qet nehat bîrê û her ma di ber xwe de dike niçe niç û dibêje Welleh yabo heq e.
*Navê te çi ye?
**Navê bavê te çi ye?
***Ne jîr e.
****Were vir,navê te çi ye?
*****Gundeke li serxettê ye








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2955