ÇELROJIYA ÞEHÎDBÛNA «NESREDÎN BERHIK»
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 03 ÃÈÑíá 2012
Mijar: Nûçe



  Imer Kalo*
imerkalo@yahoo.com
Endamê Sekreteriya Encûmana Niþtimanî ya kurdî li Sûriyê       

Hevalên partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî)
Xwîþk û birayên hêja û dela ji miletê herêma Kobaniyê
Rêz û silavên ji dil
   Ji roja ku miletê kurd li Kurdistana Sûriyê biryara xwe stendî de, biryara hebûba xwe ya bi rûmet di rûpelên dîroka welatê Sûriyê de,


biryara tevlêbûna þoreþa azadiyê li Sûriyê, di roja 26-10-2011an de, roja ku kongireyê niþtimanî yê kurdî li Sûriyê miletê kurd wek beþekî ji þoreþa Sûriyê dît û xwedî li tevgerên ciwanên kurd yên çalakvan di þoreþa azadiyê de li Sûriyê derket, ji wê roj û demê de, miletê me zanîbû ku wê þehîdên wek hevalê me yê nirxbilind, endamê polîtbîroya partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî), û endamê komîteya rêvebir û cîbicîkirinê ya ENKS, dilhez û wefadarê rêbaza Barzaniyê nemir þehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai), wê temen û buhayê daxwaz û mafên netewî yên miletê me yê kurd û azadiya miletê Sûriyê bi tev de bin.
   Wek ku di dîroka me re derbas bûye, serpêhatinên tunekrina hebûn û mafên miletê me çê bûne, û bûyerên reþ di mafê miletê kurd de qewimîne, di van rojan de jî dîsa hewldanên binpêkirina mafên miletê kurd yên netewî li kurdistana Sûriyê çê dibin, lê ku em jî wek miletekî neyî hiþmend û bê hêz û vîn derkevin, û nikaribin yekîtiya helwesta xwe ya siyasî ava bikin, herweha rûmeta xwe û xwîna þehîdên miletê xwe yên wek þehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai) û þehîd Miþel Temo û tevahiya þehîdên kurd û þoreþa Sûriyê biparêzin, wê demê emê bi rastî bê par û maf û hebûn ji vê þoreþê û fersenda dîrokî ustûxwar û zelûl û destboþ derkevin.            
   Ger ku em kurd wek miletekî bindest di rojên normal de çiqwas ne lihev bin, çiqwas li hev guhdarî nekin, çiqwas ji hev heznekin û nebin yek jî, lê di rojên tengasiyan de, di fersend û qonaxên dîrokî de, ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û serkeftina doz û þoreþa xwe, tenê rêç û hêz û çareya me hevgirtin û yekîtiye, belê ... nav û tovê netewa me yekin, maf û dîroka me yekin, xak û cuxrafiya me yekin, êþ û birînên me yekin, ango em yek miletin û bêguman em kurdin, navê em sist û lawaz û bê encam dîroka miletê kurd û welatê Sûriyê binivisînin, qet çê nabe em doza miletê xwe perçe bikin, em siberoja nifþên xwe binpê bikin.
   Tevî hewldanên wek yên rêjîma Beis, yên ji bo tunekirina nasnameya me ya netewî di siberoja Sûriya nû de, em wek ENKS, emê ji bo bidestxistina mafê çarenûsî ji miletê xwe yê kurd re, ji bo lêkirin û avakirina sûriya nû ya azad û demoqrat û hevpar ji hemî miletê Sûriyê re, emê bê westan kar û xebata xwe berdewam bikin û qet bêçare namînin û ranawestin.
Em dilpakî û dilêriya Bavê Elai ji bîr nakin û herbijî þehîdê miletê kurd Nesredîn Berhik
Tev hêviya bidestxistina mafên me yên netewî û serkeftina þoreþa Sûriyê, bimînin di nava xêr û xweþiyê de
Spas û silav ji we hemiyan re
 
Kobanî: 2-4-2012
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya þehîdbûna Nesredîn Berhik de li bajarê Kobanî hate pêþkêþ kirin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2924