Her derdek dermanek jêre he ye *
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 íäÇíÑ 2007
Mijar: gotar


Diyar Ehmed

Dema ku mirov bixwazê li ser mijarekî bi axivê yan jê binivîsînê û bi teybetî dema ku ew mijar cihê alozî û têkildanê bê . mirov nizanê ji kîjan alî ve destpêbikê . gelo li destpêka derbûna wan arîþe û aloziyan vegerê yan li nava wan bigerê, yan jê ji dawiyê ve wan veçirê û jihev veqetînê …?


Di berê de hatiye gotin ku( tiþta te girt bernede û tiþta te berda li peyî ne keve ).
Lê ka em dikarin çareseriyekî ji pirsgirêkekî re bibînin dema ku em li destpêka wê venegerin …..??
Guman têde nîne ta ku mirov bi karibê mijarekî alozgir û têkilhev bi rengekê rast û durist bi nerxînê, pêtviye mirov berî her tiþtî li ser tevî aliyên wê mijarê rawestê, wê vewêjêrê û hilkewêþê . eger merema mirov çareserkirin,gihandin,lihevhatin û nêzîkkirin bê, gereke destnîþankirina kêmasî û helwêstên þaþ û ne dicih de ne ji bo ku em nasbikin yan bidin naskirin ka kî alî sûncdar û gunehkare, lê ya giring ewe ku di wê vewejartin û danûstandinê de her alîk xwe nasbikê . ku rol û kartêkirina wî alî di peydakirin û gerandina wan alozî û têkildanan de çibû û çi cih di wê bizavê de gitiye, û herweha bi pirsê ka helwêstên dema borî tevde û tevde di cihê xwe de bûn yan na…..? ka rewþa siyasî ya ku îro tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê têre diborê di karê bi guhertin û pêþveçûnên serdemê re rêve herê. ji ber dawiyê gavên siyasî bi destkeftin û encaman tên nerxandin ne ku bi nêt û daxwazên dilê paqij tên bicihkirin .
Piþt re giringe ku her alîk di bênvedanekî de rawestê û li xwe vegerê ji ber çi pirsgirêka peydabibê eger û mercin wê hene,ji ber vê ta mirov encaman destnîþanbikê divê mirov li egeran vegerê .
Lê tevî vê yekê û wê yekê pêtviye mirov di wê baweriyê debê çi alozî û pirsgirêka hebê dema ku vîn û dilxwazî li peyî peydabibê wê çareserîk jê re werê dîtin . belê, her derdek dermanek ji re heye, ji ber wê jî dermanê çareserkirina diyardeya pevçûn, jihev veqetandin û parçebûnê ya ku di laþê tevgera siyasî de rûdayî û Kurmê wê îro ew laþ pûç û vale kiriye danûstandin û goftûgoyeka ron û berdewame, dilpakî û hest bi berpirsyariya netewî û mirovatiye, xwe dûrgirtin ji berjewendiyên kesayetî, ez-ezîtiya nexweþ û hiþemendiya bertenge, li hevhatin ji bo parastina mafê millet û berjewendiya wî miletî ne ku ji bo berevanî û dabînkirina cih û kursiyê kesan û berjewendiyên wan yên teybetmend bê, bawerî bi kêþa gel hebê ku wek kêþa miletek xwedan teybetmendiyeka netewî li ser xaka xwe ya bingehîn û dîrokî dijî .
Hingî wê mihane û hêncetên ji hevdûrbûn û belavbûnê kêm bibin, eger em nebêjin ji xwe wê nemînin û hingî wê dest bikevê ser birênê, hêviyên pêþiyan û berhemê xwîna þehîdan li ber bayê naçin,wê serest bibin û bikevin di cihê xwe de.

-----------

* Jimara (3) ji rojnama partî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=291