Fraksiyonên Partiyên Elman di perelmanê Elmanî Rejîma Sûriya şermezar dikin
Dîrok: ÇáÃËäíä 13 İÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



  Fraksiyonên elmanî CDU/CSU, FDP, SPD û BÜNDNIS 90/ DIE GRÜNEN, di perleman de, komîta „ Mafê mirovan û alîkariya insanî, beyannameyeke derxistin, tê de rêjîma Sûriya, ji ber qetilkirina xwepêşanderan, zarok, jin û kalan û bipêkirina mafê mirovan bi tundî  tewanbar kirin, daxwaza rawestana vê kuştinê dicih de kirin.


Komîta  Mafê mirovan û alîkariya insanî dibîne ku“ Ev tundûtujiya sîstematîk, li dijî mirovên sivîl, kuştina bêrehem, bidûvketina xwepêşanderan û kesûkarên wan, zindankirina wan û mirovên bi media re elaqedar in, destûrnedayîna gihandina alîkariyê bo dermankirina birîndaran, işkecekirina zarokan, destdirêjî û tecawiz li jinan, tawanbarên li dijî mirovayetiyê ne“
Fraksiyon pê pirr nexweş bû, ku Rûsiya û Çîn li dijî tawanbarkirina Sûriya di civata tenahiyê ya navnetewî Veto bikaranîn û piştgirî dan pêşniyarên civata erebî.
Daxwaz ji wezareta derve ya Elmanî kirin, ku bi wan helwestên xwe berdewam be û rolekê bilîze, daku helwesta Rûsiya bête guhertin, her wisa jî daxwaz kirin, ku Balyozê Sûriya ji Elmaniya bête Qeştandin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2850