Sûriyê, Çîn û Rûsiya û berjewendî
Dîrok: ÇáÃËäíä 13 ÝÈÑÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe



Arþevê Oskan

Piþtî dengdana ku li ´Encûmena Ewlakariya Cîhanî´ pêk hat, Rûsiya û Çîn rûyên xwe yên mafiyawî eþkere kirin. Herkesî nas kir û li herderê hat dîtin û bihîstin ku armanca yekemîn ya bikaranîna vê Vitoyê firotina çekan û kuþtina xelkên Sûriyê ye. Welatên kendavê bi hev re biryar dan ku nema alavên bazirganiyê ji van herdu welatan bikirin û têkiliyên xwe bibirin.


Wer xuya dike ku ev biryar bandorek mezin li ser wan nekir, nîþana vê yekê jî ew e ku tu gav di vê çarçewê de paþ ve nehatin avêtin. Bi taybet Rûsiya guhê xwe baþ dide firotina çekan û vaye li ber çavan heroj tê dîtin ku bi wan çekan gelê sivîl li seranserê Sûriyê tên kuþtin. Rêjîma Bass bajarên Sûriyê kirine zeviyê tecrûbe û ezmûneyên çekên rûsî. Zanyarên rewþê didin zanîn ku ji çekên Sûriyê tenê 25% mane û ev yek jî dide diyarkirin ku rewþa Sûriyê dijwar û lawaz dibe û bêçare ku dîsa dê rêjîm ji Rûsiyayê yan ji Îranê belkî di rêya Îraqê re çekan bixwaze.
Çîrokên ku ji destpêka þoreþê de ji aliyê rêjîmê ve tên dûbarekirin, xwedêgravê ”hin girûpên çekdar yên nerewa di sînorê Lubnan û Tirkiyê re derbasî Sûriyê dibin hene û aramiya welêt dixe metirsiyê û ew hêz jî ji aliyê welatên rojava û Îsrailê ve têne destekirin”  Dema ku navê Îsrailê tê gotin, hemû welatên ereb û musilman hêrs dibin û têne qermiçandin. Ev yek siyaseteke qirêj e ji rêjîmê dema ku li dijî oposisyonê bikar têne. Ev çîrok û çîvanok ketin  nav devê Rûs û Çîniyan jî û mîna benîþt hatin çûtin, tê bêje çima? Ji ber ku ji vê çîrokê pê ve tiþtekî din tune bû ku bikin behane ji bo biryarên xwe yên dirûtiyê û keysebaziyê bikar bînin.
Ji welatên ku ketin ber bayê ”Buhara Ereban” berî ketina xwe dostên Rûsiyayê bûn û pereyên petrola wan hemû ji Rûsiya û Çînê re diçûn, lê niha tenê di destên wan de, Sûriyê maye û ew jî ji wan re di herêma rojhilatê de, bûye rawestgeha dawî ji bilî Îranê. Tiþtê tê famkirin ku heta ji van herdu welatan bê, ew ê vê rêjîmê li ser lingan bihêlin û biparêzin, da ku þopa lingên wan li wir bê parastin. Tiþtê ku nayê jibîrkirin û dibe cihê matmayînê ew e, ku di kêliya dawî û bêhêvîtiyê de, van dostan erzan difroþin. Kuþtina sivîlên sûrî isbat û piþtrast kir ku xwîna mirovan li cem van herdu welatan ardûyê berjewendîyên siyasetî û çekdarî ye.
Ew duriþmên ku bi dehên salan li ser ”mafên belengazan û tevgerên azadîxwaz” dihatin dûbarekirin, hemû mîna kayeke pûç û zuha, di ber bayê rastiyê re ji hiþên mirovan firiya... derket holê ku li cem wan petrol û dolar û çek ji xwîna mirovan buhatir in. Bi taybet jî ev gotin ji wan kesên ku navê çep li wan dihatin kirin û Sûriyê jî di nav de, ku di rastiya xwe de, dîktator û kedxwar û zalim in. Ji hin berdevkên rûsan derket çapemeniyê ku Rûsiyayê xwestiyê civîna Encûmena Ewlekarî bimîne piþtî serdana þandeya wan ku çûn Sûriyê lê endamên din ev yek nepejirandine loma wan ev vîto bikar anîne, wekî ku kurd dibêjin ”Uzir ji qebhetê mezintir kirin” wan jî ji bo kîna xwe li dijî hin endamên Encûmenê xwîna bi hezaran welatiyên Sûriyê kirine qurban. Lê serdana wan ya ku 8.2.2012 pêk hat û wek dihat texmînkirin bê encam ma, ji ber ku diyaloga ku wan dixwest di navbera oposisyon û rêjîmê de, gihiþt cihekî xetimî.. tenê mercê yekem ji oposisyonê, rûxandina rêjîmê bi hemû þaxên xwe ve û dadgehkirina wê di Dadgehên Navnetewî ye.
www.arshev.net

10.02.2012
    







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2849