Ho….Çemo
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 íäÇíÑ 2012
Mijar: Nûçe




Mizgîn Hesko

  Gelo çima xortên me dibin qaçaxçî…?
  Diyarî ji bo ewan xortên ciwan û bê guneh

Hawar…….hawar
Û hawar
Ma ta kengî
Ev birînên dijwar


Serê vê þefeqa
Berfanbar
Û dilê min
Bi bara
Bûye bi xem û ar.

Û Þirnexa min
Min bihîst
Qêrîna te
Û hawar


Ne berf
Lê xwîn dibar


Îdî xumxuma
Çemê bedena min e
Ava ji pêsîrên asîman
Dirije
Ji çavê dayka min e


Li rojavayê min
Girtin û lêdan e
Li rojhilat
Hîn nefel tên sêdar kirin
Li baþûr
Leystikên neyara
Bi sed rengî
Tên pêkanîn
Û li bakurê kezeba min
Kuþtin
Xeweke giran
Raketinek…
Di þikeftên hêviyan de


Û çemê xwînê
Bi herikînek merdan e
Diherike


Û ho çemo
Dem ....ne dema
Loman û hêsran e
Ne Qamiþlo bitenê
Lê Þirnex jî
Wargehê min e
Kelha mêran e
Þaneþîne jiyan ê

Ho çemo
Ne nervînê
Mirina min
Bi vî rengî
Nîgar kir

Ne yezdanê pak
Kuþtina min
Bi vî þêweyî
Pîlan kir


Ne padîþahê mirinê
Tune kirina min
Tovê min
Ji bin axê
Derkir
Û tirhê nûhatî
Li beyabanê
Belakir


Heman xwînmijan
        Dirakoleyên
Bi formê ademîzadan
Dergûþa nevîkê min
þikandin


Piçûkê min î di pêçekê de
Gurandin


Û hawar….
Ho çemo
çemê xwîna min
Derza...
Lerza...
Berze   …birîna min


Îdî guneh …gunehê min e
Min…
Li ber xwe neda
Ji  taya sorikan dimrim


Ji ber paryê nanezikê
Têm kuþtin

Ji ber qutkirina zimên
Lal dibim


Û min….
Her li ber xwe neda
Min… her biratiya xelkê dixwest
Û biratiya birayê xwe
Berda
Min...
Her destê cîranê xwe
Dihejand
Û destê xizmê xwe
Gez kir
Min....
Rengê herikîna te
Li enya xwe da
Û nervîn
Her sûcdar kir
Û heman çaxî
Ol û xweda

Min li ber xwe neda
Û min ..jibîr kir
Ku buharên rengîn
Hîn li darin


Kulîlkên deþtê
Bi hemî ciwanixa xwe
Li karin
Û kulîlkên min î çiyayê
Li ber buharê
Xemsarin….
Xemsarin….
Xemsarin….û raketîne.


30.berfanbara  2011  .









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2811