Ezîtî û saykolojiya rastî tenê li cem min e!!!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Dr. Zara Salih
 
Ev bu dora 60 salî ku welatê Sûriyê dibin siya rêjîmek totalîtar de ye û taybetî rêjîma Ba`s ya ku welat xistibu zindanak mezin. Helbet bandora çand û siyaseta vê rêjîma sitemkar gelekî neynî bû li ser civaka Sûrî tevî û avakirina mirovan. û ji wê demê ve kurdan weke millet bersiva wê siyasetê dan û partiya mak ya Demoqratî Kurdistanî damezrandin ku bi riya rêxistinî doza mafê netewî kurdî diyarkin û gelê xwe bikin yek bo vê armanca pîroz.


Piþtî vê dema dûr û dirêj ji bêhêviyê , îro roj rewþek nû hate meydanê (bihara erebî), êdî gotin bû ya miletan jib o azadî û serfiraziyê, û bêguman ev weke xewnekê bû li cem me kurdan jî ku ne tenê welat rizgar bibe , êdî kurd wê karibin mafê xwe yê çarenûsî bidestxin û hebûna xwe ya dîrokî li ser xaka xwe bi þêwek destûrî dupat bike. Loma jî armanc ew e ku kurd bi hemû rêxistinên xwe ve dibin siya konekî kurdî de xebatê bikin, lê mixabin ta roja îro ku Sûrî nêzîkî azadiyê dibe, hîn em kurd çavê me li partî û rêxistin û kesayetiyê ye, tevlû ku doza me bixwe yeke, lê em nikarin xwe rizgar bikin ji bandora nexweþiya (ezîtiyê).
Weke nimûne, gava Encûmena Niþtimanî Kurdî avabû, piraniya millet wê piroz kir, jiber ku mebest yekîtî bû û daxuazên kurdan divê dema giring de ji þoreþa Sûrî, ne navê partiya û rêxistina bû, ji ber (hebûna destûrî ya netewa kurd, mafê çarenûsî û ta federalî), ev silogan li ser zimanê hemû kurdan tê gotin û li hemû xwepêþendana jî tên hildan. Ta dema niha hîn em bi wê nerîna kesayetî teng rewþa xwe diyar dikin û em tênagihêjin ku armanc mafê kurdî ne, ne navê kesan û partiya ye ji ber yekîtî di vê redeye de gelekî bo me giringe, heger em bixwazin bighêjin mafê xwe, lê wekî din wê kurd deste vala ji vê fersenda dîrokî derkevin.
Baþe gava em xebateke siyasî dikin bo mafê gelê kurd li Kurdistana Sûrî, û armanc û mebest yekin, çima em nabin yek hêz û yek deng??
Çima ev mentalîteya (zihniyeta), paþketî peyda bibe ? ev ne kareki civakî ye yan em bazarekê dikin yan mirovayetiya hev dikin! Wele kêfa min ji vê partiyê re nayê, yan ma ev kesê han kiye ku ez pêre bibim yek! Bi rastî ev problêmek mezine heger em ta niha wilo difikirin, û heger em nikaribin xwe ji vê çandê xelas bikin, wê ti tiþt bidest me nekeve û em nagihin ti armanca. Gereke kurd zanibin ku em ne li ser hevbin weke hêz, ti carî rikberiya erebî Paxava ji me nake û bêtirê mafê hemwelatiyê nade me, jiber ew çanda irûbî ya herî diyre dinav rikberiya erebî de nexasim yên derve (ta radeyekê di hundirê þoreþê de di nav ciwanan de, piþtî xwîna azadî, hinekî nêzîkay heye bo pirsa kurdî li Sûrî, lê ne bese), pêwîste em bi yekîtiya xwe mafê kurdî bi destxin, ne ku em li benda rikberiya Sûrî bin, û heger em yekdeg û hêz bin, wê demê ew bi xwe nêzîkî te dibin û emê hêza herî xurt û pir bin di paþeroja rewþa Sûrî de weke hêzeke li ser hev. Tev nakokî û nexweþî dive em wan deynin alîkî û bilez yekîtiya xwe ava bikin û yek nûnerbin li hundir û dervey welat û doza mafê netewî kurdî û çareserkirina pirsa kurdî armanca me be û helbet berî tevî ruxandina rêjîma Beþar û Ba’s , ji bo avakirina welatekî azad ku mafê her kesî bête parastin û hemû hevbeþ bin di welatê Sûriya nû de.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2806