Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber Xeleka dawî 2/2 Nimûneyên helbesta hevber
Dîrok: ÇáÃÍÏ 11 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Helbesta Cegerxwîn ya din, ku mirov dikare wê bi ya hevber binavîne, helbesta (Þeva hicran)e(1). Cegerxwîn vê helbestê dide hember helbesta (Li kurdistanê kêvî ez) ya Þêx Nûredînê Birîfkanî.
Ev helbest berevajî ya (Dil ji min bir) hinekê dûrî laseykirinê (teqlîd) ye. Þ. N. Birîfkanî di helbesta xwe de bi  xweda re dipeyivê, û hinek nerînên xwe yên tesewufî tê de diyar dike, û eþkere dide xuyakirin, ku baweriya wî, wek pirên  sofiînizman  bi yekîtiya heyînê heye, nemaze gava dibêje:


Bi xwe feyda îlah im ez, bi text û þah kulah im ez.

Þ. N. Birîfkanî helbest xwe li gor awaza pêlewaza (Wafêr) ya urûda erebî dirêse, û rêzbenda (qafîye) wê bi gotina (Ya Reb) girêdide; ev gotin her tim di dawiya birê çarem de dubare dibe, û weha jî heya dawiya helbestê dom dike.

Awaza pêlewaza Wafêr li ser pêlika مُفاعَـلَـتُن(mifaeletun ــ/ــ ــ/ )tê ristin; kîteke dengkurt, kîteke dengdirêj, du kîtên dengkurt, û yekeke dengdirêj li pey hevdu rêz dibin, û hin caran ev pêlik bi awayêمُفاعَـلْتـُن  (mifaeltunــ ///) tê, ku herdu kurtekîtên (berg) sêyem û çarem tev lihev dibin, û bi yekeke dengdirêj têne guhertin ( / ) û di here malikekê de sê caran dubare dibe, lê pirê caran li ba helbestvanên Ereb,pêlika sêyem bi awayê kurt tê ristin, û dibe  فَعولن (feolun ــ// ). kilasîkên Kurd, yên ku helbesta xwe li gor awaza vê pêlewaza urûda erebî ristine, hin caran pêlikeke din bi ser wan sisiyan ve dikin, û her birekî malikê bi du pêlikan dirêsin. Þ. N. Birîfkanî jî li ser þopa wan çûye, û  pêlika (mifaeltun) çar caran di her malikekê de dubare kiriye.

Her weha, eger em birên helbesta Þ. N. Birîfkanî bi forma çarînan li pey hevdu rêz bikin, em dê bibînin, ku her sê birên pêþî yên her çarînekê rêzbendeke hevpar hene, lê birê çarem yê hemî çarînan rêzbendeke hevpar heye, ji ya sêyên din cida ye, wek nimûne:
Eger mîr im, eger begler
Bi xwe nûrê çi xweþ rehber
Li ber çawêm tenê dilber
Nîmaye her hew im ya Reb.

Tenê çarîna yekem ji vê sîstemê cida ye, ji ber her du birên yekem û sêyem rêzbendeke hevpar, û yên duwem û çarem yekeke hevpar hene:
Muhemmed hate mîiracê
Yeqîn ez her ew im ya Reb
Ji sîne þibhê wehhacê
Çi nûra pertew im ya Reb.
  
Cegerxwîn jî helbesta xwe bi awayê ya Birîfkanî ristiye, helbesta wî ji 16 malikan peyda bûye, her du malikan, wek Birîfkanî, yekser li pey hevdu rêz dike, û herduwên din hinekê ji wan bi dûr dixîne, ku helbesta wî, wek ya Birîfkanî, mîna çarînan xuya dibe, û peyva  dawî ya birê çarem heya dawiya helbestê (Ya Reb) dimîne.

Þêweyê helbesta Birîfkanî, xwe bi ser mecazê de pal dide, û wêneyên hunerî dixebitîne, lê awayê xebitandina wêneyên hunerî li ba Birîkanî pirê caran bi gavekê bi pêþ pirên kilasîkan dikeve.

Delameta wêneyê hunerî li ba kilasîkan ew e, ku wateyê þirove dike,lê helbesta hemdem delameta wêneyê hunerî guhertiye; ev wêne, di helbesta hemdem de nema wateyê an jî ramanê þirove dike, belê bûye alava derbirînê. Hinek wêneyên Birîkanî jî ev delamet hilgirtine, û gavekê bi pêþ wêneyê kilasîk ketine, wek nimûne:
Þeva tarî ku roj im ez ………

Ev wêne bûye alava derbirînê, û dide xuyakirin, ku helbestvan di nav heyama nezanîn û cehaltê de dixebite, da riya rast þanî mirov bike. Ciwaniya vî wêneyê hunerî di navbera berhevdana dijberan re xuya dibe; di tariya þevê de biriqîna tavê derdoran ronî dike. Her weha Þ. N. Birîfkanî peyvên hêzdar, ku gulma mirov dadigirin, vedibrêje, û pevka (hevok) xwe pê dirêse, wek peyvên (ayîn, soj, pehlew, salar û,h,w).

Ji vê pêve pêjna zargotina (folkilor) kurdî jî ji helbesta Birîfkanî tê, wek çawa birê dawî (çarem) yê çarînekê, di birê yekem yê çarîna din de dubare dike. Ev cûresîstem di helbesta gel û ya gelêrî û kulamên kurmancî de pir dubare dibe, helbestvanê gel û dengbêjan her tim di helbest û kulamên xwe de vê yekê bi kar tînin; ev sîstema helbestê û kulamê li hin deverên Kurdistanê bi (serdor) dinavînin. Birîfkanî jî vê yekê di çarînên 4 û 5 û di yên 11 û 12 de dubare dike. Di yên 4 û 5 de dibêje:
Disojim ez bi narê xwe
Bi nar û qehrê yarê xwe
Rûh û canêt neyarê xwe
Biyar û pehlew im ya Reb

Biyar û pehlewan im ez
Sipeh salarê wan im ez
Xwedawendê cîhan im ez
Ku seidê qeylew im ya Reb
 
Cegerxwîn helbesta xwe (Þeva hicran) dide hember ya Birîfkanî, ew jî li gel  xweda dipeyive, û her tim li dawiya çarînên xwe bang xweda dike, ji ber êþ û derd û kulên, ku dilberê pêre peyda kirine, hawara xwe dike xweda û dibêje:
Nema min sebr û aramek
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e, belê tenha
Di ber pêlan ketim ya Reb.

Tevî ku herdu helbestvan bang xweda dikin, û pêre dipeyivin, lê mijara herduwan ji hevdu cida ye, Birîfkanî nerînên xwe yên tesewufî diderbirîne, lê Cegerxwîn êþ û azarên, ku dilberê lê peyda kirine diderbirîne. Cidabûna naverokê çi kêmasiyê nagihîne helbesta hevber, ji ber ku merem û mebesta helbestvanê duwem, (ku li vir Cegerxwîn e) ne naverok e, belê awa û þêweyê avakirina helbestê ye. Vê lomê emê vî awayî li ba Cegerxwîn bipelînin.

Helbesta Cegerxwîn, ku ji 8 çarînan peyda dibe, li gor awaz û pêlewaza ya Birîfkanî; ango li gor pêlewaza Wafêr, hatiye ristin, lê wî jî wek Birîfkanî herdu kurtekîtên sêyem û çarem tev li hev kirine, û bi yekeke dengdirêj guhertine, ango ji dêvla (mifaeletun ــ/ــ ــ / ) ( mifaeltun ــ/// ) xebitandiye. Xuya ye forma (mifaeletun) li awaza zimanê kurdî nabane, ji ber ku hemî helbestên kurdî, ku li gor awaza vê pêlewazê hatine ristin, (mifaeltun) xebitandine, û Cegerxwîn li pey vê þopê çûye.

Cegerxwîn rêzbenda birê çarem ya çarînên vê helbestê ji ya Birîkanî wergirtiye, û ew jî banga (ya Reb) dixebitîne, û ev rêzbend di her du birên 2 û 4 yên çarîna pêþîn de hatine xebitandin, û ji bo her sê birên pêþîn yên çarînên 2, 3, û 4 re rêzbendên cida veqetandine, çarîna pêþîn weha ye:
Di tarîka þeva hicran
Çiraxek sîfet im ya Reb
Ji ser heta piyan ar e
Bi carek vêkeim ya Reb.

Û çarîna duwem jî wisa ye:
Nema min sebr û aramek
Ji ber jana evîna dil
Evîn behr e, belê tenha
Di ber pêlan ketim ya Reb

Û ji her sê birên pêþîn yên çarînên 5, 6, û 7ê re rêzbendeke hevpar vebjartiye, wek nimûne, çarîna pêncem wisa ye:
Þev û rojan bi kovan im
Bi bilbil re dilovan im
Hevalê xuncê baxan im
Ji gul ez dûr ketim ya Reb.

Lê rêzbenda van her sê biran di her çarînekê de tê guhertin; ya sê birên çarîna 5ê li jor diyar e, ku ( an im) e, lê ya sê birên çarîna 6ê (lim ez) û ya yên çarîna 7ê (rî me) ye, lê ya yên çarîna 8ê dîsan tê guhertin, û di her birekî de jî cida ye, (kurd im. Kerd im, çerd im), wisa jî diyar e, ku awaza hemî rêzbendan, ji pêþ heya dawiya çarînan her tim bi bu kîtên dengdirêj kuta dibe.

Cegerxwîn hin caran kurtekîtan dengdirêj dike, û dengdirêjan jî dengkurt dike. Wek nimûne; gava dibêje (Nema min sebr û aramek) û gava dibêje (Evîn behr e, belê tenha di ber pêlan ketim yaReb), kîta (û), ku di bingeha xwe de dengdirêj e, lê Cegerxwîn wê kurt dike, û kîta ( e ), ku di bingeha xwe de dengkurt e, Cegerxwîn wê dengdirêj dik e.

Birîfkanî jî weha kiribû, ewî di çarîna çarem de gotibû:
Disojim ez bi narê xwe
Bi nar û qehrê yarê xwe
Rûh û canêt neyarê xwe
Biyar û pehlew im ya Reb.

 Eger tu bala xwe bidiyê, ewî her du kîtên ( ê , û ), ku di bingehên xwe de dengdirêj in, kurt kirine. Ev yeka ne kêmasiyeke zimanewanî ye, belê awaza helbestê li gor lezbûn û hêdîbûn, sertî û nermiya hestên helbestvan tê ristin, û pêre jî kîtên dengdirêj û yên dengkurt bi hevu têne guhertin.

Þahê awaza helbesta erebî; El-Xelîl Bin Ehmed El-Ferahîdî, ji zû de bala xwe dabû vê yekê, û weha çûbû, ku awayê nivîsîna helbestê ji awayê awaza wê cida ye, lê ev cidabûn di awayê nivîsînê de xuya nabe, bilê di awayê awazê de xuya dibe,ji ber ku helbest li gor mercên rastnivîsînê û giramatîka zimên tê nivisandin, lê li gor dengan tê xwendin.

Ji warê peyvan de  jî, peyvên çarînên Cegerxwîn li wateya wan dibanin, vê lomê nazik in,hestên melûl û þîndar diyar dikin, wek (aram, dilber, can, dil, bilbil, kovan, bax, nalîn û.h.w). Çima na? Ma em nabînin, helbestvan çiqasî ji ber kul û derdên evînê dinal e, nemaze gava dibêje:
Meger ez Ristemê kurd im
Fîraqê ez nexweþ kerdim
Cegerxwîn im siyahçerd im
Di kunca xelwet im ya Reb.

Tevî ku xwe wek Ristemê, ku di cengan de navdar bû, hêzdar û leheng bû, dide xuyakirin, lê ji ber êþ û kulên evînê jar û melûl ketiye, û ceger bi xwîn bûye. Pêre jî hevoka Cegerxwîn nerm û hêdî diherike, û dîsan rewþa azariyê werdigerîne, lê ji mecazê jî ne bê par e, wek ( ji ser heta piyan ar e. zirav im, wek hîlal im, Þikestî wek rengê dal im), ango lawaz û jar û piþtxar im.

Cegerxwîn dide xuyakirin, ku hemî zaravên zimanê kurdî mal û milkên her Kurdekî ne, vê lomê bê dudilî, peyvên zarava kurmanciya baþûr ( Soranî), wek peyva ( kerdim) ji dêvla peyva kurmanciya bakur (kirim) dixebitîne.
Hemî helbestvanên Kurd, nemaze jî kilasîkan, çi sînor nexistine navbera zaravên zimanê kurdî, Ehmedê Xanî di þehbanowa berhemên kilasîkan (Mem û Zîn) de, ne tenê peyvên zaravan, belê yên liqên wan zaravan jî xebitandibûn, û her weha Birîfkanî jî di vê helbesta xwe de þêweyê zarava kurmanciya baþûr bi kar haniye, û di çarîna dawî de ji dêvla (çawê min) gotiyê (çawêm).
 
Weha diyar e, ku Cegerxwîn ev helbest bi mebest li gor ya Birîfkanî ristiye, ji ber ku ew helbestên kilasîkên pêþîn berzirîn û ciwantirînên nimûneya helbesta kilasîk dibîne, û xweziya wî ew e, ku berê hemdemên xwe bi ber wan nimûneyan de bide, ji ber ku awaz bi tenha nikare helbestê bafirîne, belê þêwe jî, bi hemî hêman û alavê xwe ve, divê, da nivîs bibe helbest, û ji melbestê were cidakirin.                                             
                    Hannover 10. 12. 2011

                                     ******     ****   ******
* ji bo helbesta Þ. N. Birîfkanî, biner: Dîwana Þ. N Birîfkanî, amadekirina Zahîd Birîfkanî, çapa yekem, Hewlêr 2002, rûpel 79, 80. Û ji bo helbesta Cegerxwîn, biner dîwan yekem (Agir û pirûsk), çapa çarem, weþanxana Avesta, Istanbol 2003, rûpel 247.









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2791