Yadvegera Mihemed Arif Cizîrî (1912 – 1986)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 07 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser piþta navdaran tê nivîsandin, çi di warê þer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxankir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.


   Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê a mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pêre jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirin re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe.
   Erê, eger bi xwendina Hawarê re ez sexletên nû di nivîsandinên pêþengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pêre ala hezkirina Selmayê bilind dikim. Lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.
   Dilþad û kêfxweþ dibim ku di bîranîna 25 saliya koçkirina hunermendê kurd yê gewre Mihemed Arif Cizîrî de, wî bi van çend gotinan bibîr bînim û dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweþ û geþ bikim.
   Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana baþûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê û di roja 17.12.2011 an de 25 sal di ser koçkirina wî re derbas dibin.
   Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî evê ku ji berî 99 salan ve (Havîna1912), li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketiye, wî jî wek tevayî zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, çîroka Memê Alan û serboriya mîr Bedirxanê Azîzî û kurên wî sehkiriye û li gor biryara mîrê Cizîra Botan livyaye.. Ew biryara ku Mîr pêwîst didit ku, her kurdek ji daniþtiyên Cizîra Botan qesîdeyekê an stranekê zanibe..
   M. A Cizîrî di cenga cîhanî ya yekemîn de (1914-1918), wek zarokekî ji bajarê Cizîra Botan, ji dê û xizmên xwe serwextî miþextiya Mehcirên Hesenan û Heyderan bûye, dema ku di Cizîrê re, ber bi deþta Hesinan û deþta Mêrdînê de derbas dibûn.. Hem jî gelek çîrokên kuþtin, ferman û bidûrxistina kurd û ermeniyan bihîstiye û bavê wî yek bû ji wan kesên ku, di Seferberlika cenga cîhanî a yekemîm de çûn þer û nezîvirîn.. Di gel ku Mihemed Arif di wî heyamî de, di wê zaroktiyê de feqîrtî û hejariyek zor mezin dîtiye, ku xelkê têr nanê garis nedixwar..
   Wiha Mihemed Arif di Cizîra Botan de, di wî hejariyê de, li gor irf û adetên Botan, zaroktî û naþîtiya xwe derbaskir û serwxtî pêmayê bav û kalan bû û pêre mezin bûn.
M. A Cizîrî di jiyana xwe de, di gelek qunaxên çetîn û dijwa re derbas bûye, piþtî têkçûna þoreþa Þêx Seîd Efendî bi tewana þoreþê, çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirine, ta ku di sala 1928 an de, di nav lêborîna giþtî de hatiye azad kirin û zîviriye Cizîrê.. Dibe ku di zindanê de û peyre li Cizîrê dest bi dengbêjiyê kiribe, nexasim akam û bandora dayika wî ya stranvan gelekî lê hebû û gelek sûd ji stranên dayika xwe wergirtine..
   Piþtî ku li Cizîrê, rê lê teng bûye, berê xwe daye herêma Badînan, bajarê Zaxo, belê lê dirêj nekiriye, pêlekê lê maye û çûye Duhokê, bûye ji akinciyên wê û wek sinetçî lê kar kiriye, pêre jî stran di koçk û dîwanên axaler û begleran de gotiye ta ku rewþa wî hinekî pak bûye, hingê ji nû, ji xwe re li Duhokê dikanek wek restorantekê vekiriye.
   Di sala 1949 an de berê xwe daye Bexdayê, di Radyoya Bexdayê, beþê kurdî de, dor 100 stranî tomar kiriye, hem jî çav bi Almasxan, Hesen Zîrek, Resûl Gerdî, Tahir Tewfîq, Meryemxan û Elî Merdan û yên mayî ketiye û dostaniya wî bi wan re çêbûye.
   Di baweriya min de bi çûna Bexdayê re qunaxek nû û berfireh li pêþ M. A hatiye vekirin û nav û dengê wî di Kurdistanê de belav bûye, nexasim bi van stranan: Çûme Ûrfayê, Bavê Seyro, Xezal-Xezal, Xerabo, Derwêþê Evdî, Eyndîwerê Paytexte, Yar Dilo, Pismamo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Koçerê, Çiyayê Þingalê, Eyþana Elî.. hwd.
   Xweþ tê bîra min, di sala 1968 an de ez di qunaxa amadeyî de bûm, dema ku M. A Cizîrî hat Qamiþlo nav kurdên Binxetê û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand.. Di wê ahengê de dilmanî ket navbera kurd û ermenan de, li ser mêvandariya wî û dawî bû mêvanê ermenan, kurdan jî li xwe nexweþ anî û dilê xwe jê girtin.. Di wê ahengê de gelek stranên xweþ gotin.. Ew hatina wî ketiye bîranînên xelkên Qamiþlo de.
Sebaretî sehkirina min ji navê M. A Cizrawî re, li berî vê dîrokê vedigere. Min, ji bavê xwe navê wî dibihîst, bavê min yek ji evîndarên guhdariya stranên wî bû û bi taybetî strana (Bavê Seyro), car caran, ev stran di ber xwe de dinihirand û di ber xwe de distira.. Ez jî, jê fêrî awaz û gotinên wê bûme û hin caran ez ji xwe dinihirînim.
   Di dawiya gotarê ez ê gotinên stranê ji xwendevanên birêz re binivîsim. Di sala 1972 an M. A Cizrawî, di gel þagirtê xwe Îssa Berwarî di Qamiþlo re derbasî Beyrûtê, nav kurdên Libnanê bûn. Li Beyrûtê bi Seîd Yûsiv û Îssa Berwarî re ahengekê di sînemeya Rîvolî de ji kurdan re lidarxistin..
   Di baweriya min de Mihemed Arif Cizîrî dibistanek bi serê xwe ye, mirov dikare bibêje; Dibistana Mihemed Arifê Cizîrî û ji þagirtên wî jî, mirov dikare van herdû navan berî gelek navên din bîne ziman: Îssa Berwarî: (1933 Mûsil - 2002 Mûsil) û Tehsîn Taha: (1941 Duhok –28/05/1995 Holenda û di roja 04/06/1995an de termî giha Kurdistanê, ew li Amêdiyê hatiye veþartin). Jixwe Meryemxan (1904 – 1949), eva ku ji pêþengên jinên kurd yên hunermend e, ew dibistanek bi serê xwe ye.
   Dengê Mihemed Arif Cizîrî dengekî nêr e, dengê mêraniyê ye tevî ku stranên evîndariyê jî dibêje lê mêranî ji dengê wî difûre. Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayê Botan û Badînan bû.. Di dijwartirîn rojên çetîn û dijwar de ku di ser Kurdistanê re derbas bûn, mayîn û têldirî dinav de hatin danîn û ji hev perçe bû, wî bi dengê xwe sînor derbas kirin û Kurdistan yek perçe hiþt. Hem jî bi saya wî gelek stranên me ji windabûnê hatin parastin û gelekan ji dengbêjên me dane ser þopa wî.. Sed rehmet li giyanê wî di goristana Duhokê de bibar.
   Evin çend firdik ji gotinên strana Bavê Seyro ya ku bavê min ji Mihemed Arif fêr bibû û car caran ji xwe re dinihirand û di ber xwe de digot, ez jî, jê fêr bûme û carna ji xwe re dinihirînim:
Li min lo lo li min lo lo li min lo lo
Li min lo lo Bavê Seyro..
Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê
Kum û kolozê xwe xuar kiriye
Pala xwe daye cencerê
Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim
Heta li ser sînga min karê, karxezalê
Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo..
Li min lo lo.. Bavê Seyro..
Neqeba min û bavê Seyro tak dîware
Pînkê lêxe bîne xware
Sîng û berê min karê, karxezalê
Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..



Wêne: Ji milê çepê ber bi rastê ve: Welatparêzê Kurd Abdullah Misto ji Qamiþlo, Mihemed Arif Cizîrî, Seîd Yûsiv û Îssa Berwarî. Wêne di sala 1973 an de li Libnanê (Beyrûtê) hatiye kiþandin.

Qamiþlo, 01.12.2011

Jêder: Netkurd


 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2787