Berzanî û þandeya encûmena niþtîmanî kurd li sûriya yê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Ehmed qasim

Bê guman hevdîtina þandeya( E.N.K.S.) bi Berzanî re _ serokê herêma kurdistana Îraqê_ di rewþeke gelekî hûrik û girêkda giringiyake taybet qzenc dikê di gelek babetanda. li hêlekê wekî kurdistanî li bîr û baweriyên hev guhdarî dikin, û li hêleke dinjî kanibin nexþeyeke rêrast ji bo siyaseta kurdî têxne nava pilan û projeya kurdî li ber ronahîya bûyerên teqlane û guhertinên pelpelane


Di wê hevdîtinêda tenê du tiþtan bala min kiþand, ewjî di baweriya minda tiþtên herî giringin ji bo pêþeroja kurdan, ne tenê bo kurdên sûriyayê, lê belê bo duwaroja stiratîcîka hemo perçeyên kurdistanê li ser asta pêþdemî:
1_ wekî ku me ew hevdîtin þopand, ku serok Mesûd Berzanî ne tenê carekê giringî daye ser yekbûna tevgera azadîxwaza kurd, belê dubare û sêbare kiriye, ewjî ji ber dualîye qezenca wê yeketiyê di baweriya minda:
carekê bi hêz darine nav oposisyona erebî, û daxwazên xwe wek daxwazeke rewa nîþan didin, çi ji alîya netewî û çi ji alîya niþtîmanîda. û wekî ku kurd netewa diwemînin ji pirnetewên sûryayê, oposisyona erebî nikanê xwe ji ber pêkhatiyan bidê alî, û bê hebûna kurdan di nav oposisyona sûrîda, yanî þoreþa sûriyayê rûyekî yeknifþî û cûre_olî distînê û dikevê ber talokeya bêrewayetî û bêpiþtepal dimînê ji yacîya navdewlwtîda.
2_ giringiya diwemîn ji yeketiya þeqama kurdî, ewjî daxwaza Ewropa û Emrîkanane, ji ber ew dibînin ku hevpariya kurdan di avakirina sûriyake demuqratda parastine ji mafên kêmnifþ û kêmnetew ra. û yekbûna kurdan li gel yekbûna kêmnifþ û kêmnetewan bi alîkariya Ewropa û Emrîka rê li pêþ hêzên misilmana siyasî digrin û fileyên navçeyêjî bi wî hawî diparêzin. bawer dikim ku Mesûd Berzanî loma bal kiþandiye ser yeketiya kurdan, ew yeka bûye cîyê þêwrê di navbera kurdan û Emrîkanan li yacîkî, û li yacîyê din di nav hukûmeta herêm û Ewropada, li ser wê bingehê serokê herêma kurdistanê þande dû ( E.N.K.S.) bo guftogoyeke zanyarî û gîhandina nameya navdewletî ji kurdanra.
Bawerim ji ( E.N.K.S) tê xwestin yeketiya kurdan bi serî bike, çiku , eger encûmenekî din saz bibê rê dikevê perçebûnê û ( E.N.K.S) berpirsiyar tê dîtin ji ber kêmasiyên ku kirine, bo vê yekêjî, ji wî tê xwestin diyalogeke bê fen û fot bi hêzên dinra vekê û yeketiyê bi serî bikê.
Nivîskar ûsiyasetmedarê kurdê sûriya 

  1/12/2011







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2784