Ji bo Bavê Ciwan di bîranîna salvegera wî de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 02 ÏíÓãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



 
Diya Ciwan

                                    Min digot qey tu carî, dara Mazî hiþk nabe....

û kevirên gundê me pîr nabin....
Min digot qey tu carî, Stêrik ranazên……
û birînên min careke dî þiyar nabin..
Min digot qey tu carî,
pênûsa min lal nabe...
De were loooo...de were lo...
Malavawo..


Çavên min û van helbestan.. ji riya vegera te..
westihan û qerimîn..
De were looo..
de were lo..binêre;
ka çawa ez bi rondikên xwe destnimêj digrim !!
Kî dibêje derdê te bê dermane..
û çûna te bê vegere..!!??
Hey lê lêêê...hey lê lê....
Hey lo loooo..hey lo lo….
De were loooo..
Dê tu henekê xwe li kê bikî..?
Bi Xwedê…Her heft bira û her pênc xwehik
û her þeþ zarok..
Her çar dîwar…..
Cîran û kolan..
Balgeh û doþeka te…
Berçavk û se’eta te
hemî weke min dibêjin :
De were looooo
de bese looo
De were lo….berya ku agirê mirina xopan
xewnên min hemiyan
bi hev re biþewitînin …
Ma tu carî
pismaman xwe ji ber sozên Dotmaman dane alîkî..!!!??
De were lo...
Bi Xwedê, ditirsim ku bimrim
eger rojekê ez hest bikim ku
vaye
tu
  MIRÎ.

   Diya Ciwan
   11 . 07 . 2011
   diya-ciwan@hotmail.de








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2783