Careke din
Drok: 21 2011
Mijar: Ne




Salih Cefer 

Careke din Beisîyên xwînrêj destên xwe avêtin bejna hestên kuredewarîyê
Careke din li kutinê bûne xwedî
Careke din xençera ji pive dirêj kirin
Careke din bi tirsonekî rûyê dîroka xwe re kirin
Careke din sinçên kîn û tolhildana êlane bereder kirin


Û
bi lez û bez, kîn û nemêranîya xwe avêtên kolanên qamiloka evînê
Û
xelkên wê dane ber pirs û hawaran

Kîne ev yên ku
Xwe dane ber agirê germahîya berîya Milan
Kîne ev yên ku
Xwe avêtin nav pêlên Feratê li hevgerîyayî
Kîne ev yên ku
Enîya xwe dane enîya  harbûna Dicle û Zap

Kîne ev ?

Yên ku ji nikave û bi tirsonekî û nemêranî
Bejna Mielê serhildayî dane ber qurên û golleyên newêrekîyê


Xanîyên axîn
Ceqceqê miçiqî
Zarokên xwas li kolanan

Aminê Adê
Ferhad û hevlaên xwe
Meûqê Xeznewî
hersê Mihemed
Û
Miel , û Miel û Miel

ev çi talane
ev çi bêxwedîbûne
ev çi wêrane

ka anên nevîyên Leyla û Mezlûm û Qasimlo û Xeznewî
ka wêrekîya xelkê çîyan
ka xwedîlêderketina tolan
Ka heyfvedan

Bibûrin nemirin leheng

Em ne li gur germahîya xwîna wene
Em ne xwedîyê lehengîya wene
Em ne nevîyên cegerdarîya wene

Tu gazî û hêvîyan ji me nekin
Belkî çiyayên kurdistanêde kanibin rojekê heyfa we rakin

  
18-11-2011









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2770