Samî Ehmed Namî
Mela Ehmedê Namî, ji goristana Qudûr Beg li bajarê Qamiþlo, salvegera 51ê, ya Agirê Sînema Amûdê bibîrtîne û dibêje:
CÎGAYÊ ÞADÎ Û XWEÞIYÊ
Bustanê Mezargehê, ji îro pêve wê bibe gulistana þadî û xweþîyê ya bi nav û deng û tek û tenha û cîgayê xemrevînê ji bo xembaran.
Bosîtana mezargehê ger çi bi pîvan û li ber çavan biçûk e, lê dîsa jî ji gilistanên cihanên ên mezin tê hijmartin.
Çiko ji tovê 280 xortên ciwan hatiye çandin. Ji lewra me gotiye gulistana tek û tenha û bosîtana xemrevîn.
Paþê wê demek bê ko rojên cejn û þahiyan û sersal û Newrozan, dema jîle, kulîlk û gul perda ciwanî ji ser riwê xwe yê sor bidin alî û pêþkêþ bikin, hingî gulustana Amîdê wê bibe cîgayê geþt û seyranan.
Her þev û êvar, qîz û xort, xeml û xêza xwe wergirinû dest bi dest, berê xwe bidin bustanê xemrevînê, bustanê þadî û xweþîyê, li nav malikên gul û kulîlkên reng e reng herin û bên, bigerin.
Hin caran bi awirên çavan li mînak meyzekin û li hemberî hev,bi þadîmanî li ber tewînên naz û zerî û horî û periyan rûnin.
Saqî kas û caman li ser destan bigerîne, perîzad û zerî û mîrza û ciwan þekir ji lêvan birevînin û gulan li riwan bicivînin.

Her wekîSeydayêXanîdibêje:
Dinyahemîbûyeeyþ û iþret
Zala felekê ji kerb û hisret
Rabû ko vexwan ji ber xewasan
Saqî geriyan bi cam û kasan
Paþê her yekî ji destê gulfiroþan gulekê ji gulên bustanî bistîne û bide ber pozê xwe, da ko ew jî bibe hemdamê bilbil û hevrengê sorgulan.
Hejar û Goran mest û sergerdan û gift û goyên þêrîn mîna Cegerxwîn.
Bi vî awayî, naçar, leþkerê derd û xeman wê di bin piyê leþkerê þadî û xweþiyan de bê pelaxtin û bimre.
Dawiya þevê, þevbiwêrk diqediye, dîsa her kes cot e cot gul bi dest, serbest û azad û bi þadî û kamiranî mîna hatin wê vegerin malên xwe.
Naçar ev geþt û seyran û sersal û Newroz heta hetayî wê bibin adet ji bo gelê Amûdê.
Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ko peykê þadî û xweþiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Þevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayî cejn û seyran û sersal û Newroz li wan pîroz bin.
Dîsa Namî berî her kesî seyran û Newroza nû ya gelê Amûdê bi dilþadî li gulistana Xemerevîn pîroz dike û dibêje:
Her salvîçaxîcejna we pîroz
Cejna welat e þadîman Newroz
Çavkanî: Pirtûka Agirê Sînema Amûdê. Mela Ehmedê Namî. (Rûpel 80-81). Ji weþanên Jîna Nû. Çapa yekemîn: Îlon 1987. Uppsala. Swêd.
Stockholm. 2011.11.13